HEVPEYVÎN ligel birêz Amed Kanî re li ser “Kongreya Neteweyî”
1-Aso Zagrosî:Bi gelemperî hûn ji “Kongreya Neteweyî” çi têdigihîjin. Di derbarê tecrubeyên “Kongreya Neteweyî” ku li welatên din pêk hatine hûn dikarin ji me re çi bibêjin?
Amed KANÎ: Dema em li ser peyva kongreyê rawestin, em dibînin ku ji zimanê Frensî derbasê zimanê me bûye, tê weteya li ser mijareke kombûna civatek an netewek bo yekîtiya wê komê an netewê. Ger em li ser dîroka tecrubeyên ku li cîhanê pêk hatine rawestin, mînaka balkêş ya Hîndîstanê tê berçavan. Mahatma Gandî li welatê xwe bi rêya Kongreya Neteweyî yekîtiya Hînduyan çêkir, li hember Brîtanya Mezin ya Kolonîkar bi rêyên aştîyane serxwebûna xwe bidest xist.
2-Di dîrokê de Kurdan “Kongreyên Netewî” pêk anîne? Ger pêk anîbin bo çi heta îro biserneketin?
Ahmed KANÎ: Bi rastê li hember dîroknasekî weke we ez xwe mafdar nabînim bikevim nav bûyerên dîrokî. Lê, tiştê heye li ser rûyê cîhanê mînakek wek Kurdan nîne. Mîrov dikare rewşa Kurdan bi gelek awayî binirxîne ku wekî me Kurdan tu mînak li ser vê dinyayê nîne. Ji hêla serjimêr/nifûsa Kurdan pirtirîn nifûs e ku bêdewlet e. Ji hêla axê ve yekem welat e ku çar alî hatiye perçe kirin, dabeş kirin û parve kirin. Ger em Kurdîstanê bişibînin mirovek ku gewdê wî perçekirî û mejiyê wî belavkiri ye. Êdî ji bo Kurdan Kongreya Neteweyî pêwist e. Bo çi biserneketin, divê li ser dîroka xwe zêde lêkolînan bikin û konjuktora polîtîk ya dinyayê jî baş bixwînin, bi hindikî bayê nirxên navneteweyî bigrin pişta xwe, negrin hember xwe.
3-Aso Zagrosî:Li welatekî weka Kurdîstanê ku hatiye perçe kirin “Kongreya Neteweyî” tê çi wateyê? Rêxistinên siyasî yên Kurdan, bo bi destxistina mafên netewî ku hemû gelên cîhanê xwedîne, amadene ku di “Kongreya Neteweyî” de werin cem hev?
Ahmed KANÎ: Wateya “Kongreya Neteweyî” bo Kurdîstana ku hatiye dabeş kirin, perçe kirin û parve kirin ew e ku di bin sîwana nirxên neteweyî de hemû Kurd bêne cem hev. Çi oldar, çi komunîst, çi demokrat, çi lîberal û hwd. bin, divê hemû bo mafên xwe yên neteweyî yanî bo diyarkirina çarenûsa xwe bi destê xwe bibin welatperwer. Ger em çêlî rêxistin amade ne an na bikin pêwist e em bêtir şênber mînakan bidin. Ez du sal berê li Duhokê bûm mêvanê Rênas CANO(Berpisê Leqê PDKê), min jê pirsî gelo çima Kurd ji Kerkûkê vekişîn, ew bajarê dêrînê Kurdan di 2003’yan de ket destê hêzên pêşmergeyan, bersiva kin û watedar bû, got: Bi qasî ku Kurd ji biyaniyan re birêz in; nîvê wî ji hev re rêz bigrin dê bigihîjin hemî mafên xwe yên neteweyî. 9’ê Adarê li Amedê civînek bi navê “Civîna Yekîtiyê Bi Eqlê Hevpar” pêk hat. Di wê civînê de min, hin dimenên wek oldaran ola xwe dan pêş, rêxistinan berjewendiyên xwe yên rixistinî dan pêş, dîtin û wan gotinên li ser Kerkûkê anî zimên. Di dawî de ez karim bêjim ku karê “Kongreya Neteweyî” nehêsan e, lê gengaz e.
4-Aso Zagrosî:Dema li welatên ku Kurdîstanê dagir kirine û partiyên Kurdên ku li perçên cudane têkiliyên nav wan bê nêrîn mirov çawa kare daxwazên Kurdên dinyayê bike programek?
Ahmed KANÎ: We ez li vir xafil girtim, ji ber ku min li jor got gengaz e, hûn dibêjin de haydê em çawa karê xwe bi bername kin. Wek Şivanperwer di stranek de dibêje: Cihê çareserîyê ne Enqere, ne Şam e, ne Bexda û Tehrane lê, Kurdîstan e. Bi rastî jî ger em Kurd berî her tiştî di “Kongreya Neteweyî” de ji hev re bêjin ku çi mafên Tirkan, ‘Ereban û Farisan yên neteweyî hene heta em hemûyan negrin em ranawestin aha bi vî awayî bernameya me dertê holê. Ez dixwazim li xwe verim mikurê ev gotina xweş ne a min bû, Îsmaîl Beşikçi vî ‘eqlî da min.
5-Ger şênber kirin pêwist be Kurdên Başûr ên ku bi Tirkiyeyê û Îranê re di nava pêwendiyên cidî yên ekonomîk û siyasî de ne, li ser pirsa xaka Kerkûk û Xaniqîn jî bi ‘Erebên Iraqê re xwedî problemên cidî ne, dê bo “Dawazên Neteweyî” yên Kurdên Bakur û Rojavayê Kurdîstanê, karibin çi pêşniyar bikin?
Ahmed KANÎ: Divê em di “Kongreya Neteweyî” de karibin hev du rexne bikin. Tiştên hûn dipirsin kêmaniyên Kurdan in, ew kêmanî li cem hemî Kurdan hene, pêwist e Kurd wek netewek di “Kongreya Neteweyî” de danişin û di çarçoveya rêzdariyê de hev rexne bikin li hev guhdarî bikin. Bi raya hemû Kurdan bernameya Kurdîstaneke hevgirtî û serbixwe dê derkeve holê. Ez di wê baweriyê de me ku wek hemî neteweyên cîhanê Kurd jî dikarin bi derfeta hatina cem hev dê bernameya xwe ya çareseriyê amade bikin. Di vê pirsa xwe de ger hûn dixwazin balê bikşînin ser bûyerên ku di dîroka me de bûne sedem Kurd bibin destikê destê dijmin hûn mafdar in. Divê em hev di vî warî de hişyar bikin.
6-Aso Zagrosî: Kurdên ‘Ereban, Kurdên Farisan û Kurdên Tirkan an jî pêwistî bi “Kongreya Neteweyî”ya ku sînorên van dewletan asas digre û di çarçoveya van sînoran de dixebite ku “Kêşeya Kurd” çareser bike heye? “Kongreke” wiha dê nifşên Kurdên dahatû nexe nava tengasiyê? Bi vî awayî dê vîna wan desteser neke?
Ahmed KANÎ: Di vî warî de, hûn mafdar in. Kes nikare li gor sînorên ku dijminên Kurdan bi mayîn û tanq û topan li ser xaka Kurdîstaê xêz kirine ji nû ve Kurdan dabeş bike. Jiber ku welatê Kurdan perçekiriye û dagirkiriye ev sînor bê vîna Kurdan hatine dayin. Bizorê Kurdîstanê parve kirine. Divê “Kongreya Neteweyî” birayên hemû Kurdan bê pêk anîn û heta ku hemû axa Kurdîstanê neyê Rizgar kirin, rawestin ji vê Kongreyê re tunebe.
7-Aso Zagrosî: Dema em li nûçeyên di derbarê “Kongreya Neteweyî” de derketine dinêrin, bi piranî şêweyên tekoşîna li hember kolonyalîstan der tê pêş. Ger ji armancên siyasî bêtir di derbarê şêweyên tekoşînan de biryar bên sendin û têkevin meriyetê, ew dê nebin sedema şerên birakujî î nû?
Ahmed KANÎ: Birastî ez metirsiyên te fam dikim. Lê, ev metirsî divê nebin sedem “Kongreya Neteweyî” bê rawestansin. Divê em hev hişyar kin, lê cihê herî payebilind ê hev hişyar kirin û biryar girtinan jî “Kongreya Neteweyî”ye.
8- Çavdêriyek wek li Tirkiyeyê hin derdorên bi erênî nêzîkê “Kongreya Neteweyî ya Kurd” dibin heye. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Ahmed KANÎ:Bi rastî wek me li jor jî got kesên ku hêviya xwe bi Enqerê ve girêdabe hene û ji dîroka xwe ders negirtine.Li gor min heta ku Kurd bi serxwebûna xwe bawer nekin nagihîjin mafên xwe. Çareserî diyarkirina dahatuya xwe bi destê xwe ye ew jî serxwebûne. Doz doza welatekiye. Ne Kurdên filan û bêvanan e. Yanî “Kongreya Neteweyî ya Kurd”nîne, “Kongreya Neteweyiya Kurdîstanê” ye.
9-Aso Zagrosî: Ger Kurdên Başûrê Kurdîstanê Serxwebûna Kurdîstanê ya ku Kerkûk Mûsil, Xaniqîn û Mendelî jî tê de ne îlan bikin û bi ‘Erebên Iraqê re şer bikin Kurdên perçê din bo “Serxwebûna Başûrê Kurdîstanê” li gor daxwaza Başûriyan serdemeke diyarkirî dê karibin beşdarbin? Bo vê amade ne?
Ahmed KANÎ: Bo bersiveke rast pêwist e em li dîroka şerê Başûriyan û ‘Ereban binêrin. Dema em binêrin dibînin ku di serî de Rojhilatî û Bakurî jî bi hev re her dem li cem Mele Mistefayê nemir cih girtine.
10-Aso Zagrosî:“Kongreya Neteweyî” ya patiyên siyasî an a hemî Kurdan e? Ger kongreke wiha bê pêk anîn amadekariya wê çawa dikare bê kirin? Kurdên li diyasporayê dikarin roleke çawa bi cih bînin?
Ahmed KANÎ: Helbet partiyên siyasî bi serê xwe nikarin hemî Kurdan temsîl bikin. Lê, kesên ku di nava partiyên siyasî de cih digrin bi riya rêxistinên xwe tên temsîl kirin. Bo kongreke berfireh pêwist e bîrû rayên hemû Kurdan bêne girtin. Kurdên diyasporayê xwedî asoyeke fireh in, ew dikarin rola lobîkar û dîplomasiya Kurdî bigrin ser milên xwe.
11-Aso Zagrosî: Bo vê hevpeyvîna kurt spas dikim. Di dervayê vanan de jî ger hûn bixwazin hin tiştan bibêjin fermo...
Ahmed KANÎ: Bo ku we derfeta ha da min ez jî spas dikim. Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku Kurd di dîroka xwe de zêde bi hev re nebûn yek û gelek derfet ji destên wan firîn. Lê, niha li derdora me û li Rojhilatê Kurdîstanê derfetek ketiye destê Kurdan divê her Kurd çi pê bibe ji bo Rojhilatê Kurdîstanê bike...