Ev bûyer tenê sedeme ku divê Kurdistan rizgar bibe
Ev bûyer tenê sedeme ku divê Kurdistan rizgar bibe
Tenê ne xwînin û lê ne bihûrin. Tenê ne xwînin û wekî nûçeyekî rojane, an jî wekî bûyerekî lihevketina terembêlan, an jî hevdûkuştina malbatekî di nava êl û eşîrekê lê nenêrîn. Ev ne nûçeye.
Û ne manşetekî klasik ya sernivîşa nûçeyên rojaneye jî. Ev bûyerekî seyr û sam ya vê mirovatiya bi lanet û vê mirovatiya kirête. Ev bûyerekî serzîvrêner û tawanekî tevayî mirovatiya vê serdemê ye. Rojê bi hezaran mirov li cîhanê têne kuştin an jî hevûdû dikujin, Lê ev bûyer nete nê bûyerekî wekî tevayî bûyerane û wekî tawanê xwe yê mirovatiyê em nikarin lê bibihurin. Sedemên vê yekê pirin. Berî hertiştî navek wekî navê Îran îro li ser rûyê erdê Komare, navek wekî navê Îran li ser rûyê erdê xwedî sîsteme, xwedî hêze, xwedî sînor û derfetên aborî ye. Bi milyonan kes ji vî welatî koç kiribin, bi milyonan kesî ji ber vê tawana mirovî berê xwe dabe gelik welatên dîtir jî, hîna jî ciyek bi navê Îran li ser rûyê vê erdê heye û hîna jî rêvebirên wê hene, hîna jî sîstema wê ya ku di kevê nav rêza cîhanê de heye, hîna tîmê xwe yê gokê heye, hînan televizyonê xwe hene, hîna artêşa xwe heye, hîna sitiranbêjên xwe hene, hîna camiyên xwe hene, hîna bi milyonan mirovên ku bawerî bi vê sîstem û komarê tînin hene. Hîna rûreşiyekî mirovî û tawanekî mirovî li ser rûyê erdê heye. Ji ber vê yekê jî ev bûyer ne bûyerekî wisan asayî û hesanî ye ku hun, em, ew, herkes rû lê bigûherin an jî bi taştêya sibêre jibîr bikin. Di rewşê wisan de ku hebê dil, divê ew mirov wisan bihizire ku vê rastiyê ji ser rûyê erdê jê bibe û binerd bike. Mirov tofanekê rake û vê axê ji ser rûyê erdê jê bibe. Ji ber ku ev kiryar û ev bûyer ji bo xwedanê vê axê bi xwe jî şerm û tawanekî gelekî mezin û bi lanete. Ku em Kurdistan bin, ku komara me ya Kurdan be û em rastî bûyerekî wisan bên wê demê emê bêjin ku divê Kurdistan ji ser rûyê erdê bête jêbirin. Qet cewaziya cihan û mirovan nîne. Di vê rewşê de, dema ku em li kenê rûyê vî ciwanî temaşe dikin divê di dilê mede hestekî wisan çêbibe ku Îran ji ser rûyê erdê bête jêbirin. Êdî Faris, êdî Ecem, êdî Beluc, êdî Kurdên Îranhez çi dihizirin bila bihizirin. Her kesekê ku li himber vê rûdawê bê hest û bê helwest bimîne bila nîgaşa wê çêbike ku ew werîsê di qirika wî ciwanî de di qirika lawê wandebê gelo hestekî çawane?.
Husên Xizrî! rastiyekî zindî, çîroka cendekekî ne zindî, êdî mebestekî berçav ya azadbûna Kurdistanê. Kurekî ciwan ji Rojhilatê Kurdistan û di heman demê de têkoşerekî Kurd. Erê têkoşerekî Kurd. Mamoste Hêmin, Hêminê Mukriyanî weha digot; Bot nenûsîwim, bot binûsim emin çîm, Dûndî Qendîl, gorepanî Helgûrt nîm, Berew berzeyî diçim gerçî wirdim, Xakî ber pêy têkoşerekî Kurdim. Husên di heman demê te têkoşerekî Kurd bû. Di sala 2008 ê de li Kermanşah ê ji aliyê hêzên Îranê ve hate destgîrkirin. Ciwanê Kurd Xizrî di sala 2009 ê meha Tebaxê de ji aliyê dadgeha vê komarê ve bi rengekî pêkenîn bo pêş dadê hate derxistin û di nava deh deqeyan de bi biryara dardakirinê ve ceza jêre hate dayîn. Ciwanê Kurd demekî dirêj di girtîgeha vî welatî de bi lêdan û êşkenceyên giran yê cendekî û derûnê ve hate beramberî hev. Wekî tê zanîn Îran çawan dibêje xweda heye jî ji aliyê dîtir ve xwe xwedayê mezin bi helwest û hebûna xwe ve pêşçav dike. Di warê girtin, êşkence, lêdan û dardakirinan de sînor nasnake. Ev siyaset û helwestê xwe li himber vî Cîwanê Kurd jî da nîşandan. Piştî êşkence û lêdana bi salan 15.Çile.2011 ê li Urmiyê hate dardakirin.
Ev rejîm û desthilata xwînrêj di mijara mirovan de ji helwestê xwe yê li himber lawiran bêhtir hovane ye û sînoran nas nake. Di sedsala 21 an de, di vê dem û serdema ku evqasî qala pêşketina mirovatiyê têkirin û evqasî qala mafê mirovatiyê tê kirin, evqasî qala bêçekbûnê û aşîtiyê tê kirin bûyîne rewşekî wisan û rûdawekî bi vî rengî bêgûman ciyê rexne, şermezarî û tawanbarkirinê nahêle. Wekî me li jor dabû diyarkirin ev bûyer tenê bese ku pêwiste ev rejîm ji ser rûyê vê erdê bête jêbirin. Lê li gorî ku xuyan dike cîwan û komarên cîhanê hevkar û destekvanê vê komarê ne û jêbirina wê ji ser rûyê vê erdê jî ne ewqasî hesane. Bi hêza gel eve gengaze lê hêza gel jî di pey aşîtî, temokrasî, xwepêşandanê asayî, şermezarkirin, lanetkirinê de ye. Ji vê zêdetîr nîne.
Em dibên divê zêdetir tişt bêne kirin. Ev bûyerana ne nûne û ne dê ya dawî jî bin. Her çend rejîma îranê di vî warî de tû xwepêşandan, tû helwestê derve, tû gotin û rexneyan ji bo xwe wekî vizêniya mêşekê jî nabîne, Kurd dikarin di vî warî de bi her rengî û bi her awayî vê rejîmê li vî helwestî bidin poşmankirin.
Herkesek me Kurdan xwînî dibîne û di pelên dîrokê de di vî warî de kêmekî navê me jî heye. Li himber xwînê xwîn, li himber kuştinê kuştin, li himber lêdanê lêdan. Di nave xwede em hîna jî carcaran van kevneşopên xwe bicî tînin. Lê li himber vê rewşe deh car zêdetir, sed car zêdetir divê helwestê me û kiryarê me yên dijber aşkire be.
Em wekî Hêvî Group, Wekî komek ya projeyên nûjen yên Kurdewarî û wekî komek ya karmendên Kurd bêgûman vê rewşê lanet dikin. Û hêviya me, daxwaza me ewe ku di germiya vê rewşê de Filmekî dirêj li ser Ciwanê Kurd Husên bête kişandin. Derhêner, afirandêr, Filmkêş, Produktion yên ku di van karan de bispor, Derhênerên wekî Behmen Qubadî, Hinêr Salim, bi dehan amadekarê Filmên kin, çendîn Produktionên Filman, Bi hezaran mirovên ku bi wêjeyê ve bi kar û xebata Kurdewarî ve mijûlin hene. Bila salek lê biçe, bila gelik mesref lê biçe gelo ev gel nikare vê projê destek bike. Bêgûman belê. Em wekî Hêvî Group amadene ku li gorî hêza xwe destek bidin û bibin sponsorê vê Projê. Wekî gelik karan pêwist nîne ku em li hêviya hêzên siyasî, hikumet û rêvebirên Kurdî bimînin, bêgûman desteka wan ji bo van projeyan pêwiste.
Ku em hêzekî çekdarîbane meyê bigotane em tola vê bi gelik rengên dîtir rakin. Lê em wekî Komekî xebatkarên kar û projeyên nûjen yên cûrbecûr dikarin di vî warî de erkên xwe bi vî rengî bicî bînin.
Em wê baweriya wan mêrkujên ku Husên Xizrî kuştin lanet dikin. Rojekê dîsan Şervanekî Kurd di wê girtîgehê de, bi ser Midûrê girtîgehê de qîr kiribû û weha gotibû;
Lanet li Îslama we bibarê, lanet li Komara we ya îslamî bibare, lanet li wan dîndarê ku we ji dînê xwe dibînin bibare. Eger Îslam ev bê lanet lê bibre. Sedema van gotinan jî ew bû ku, Şervanek li çiyê mayin bi piyê dî de teqî bû, çonga wî jê bûbû. Bêyî ku bibine nexweşxanê yekser anîbûne girtîgehê û ew xistibûne hucreya yekkes, bê xwarin bê av, bê derman bi rojan ew şervan di wirade girtin.
Em dîsan dibêjin, lanet li van baweriyên xwînmij were. Kesên ku baweriya xwe bi baweriya rewjîma Îranê tînin bêgûman tû cewaziya xwe ji vê rejîmê nînin.
Bi her rengî em vê bûyerê şermezar dikin. Û em banga xwe ji bo kesên bi vî karî re mijûl dûbare dikin. Bila Filmekî Husên Xizrî bête kişandin. Bi her rengî derfetê Kurdan heye ku vî Filmî bikşînin.
Hêvî Group-Koma Hêvî ya Kurdewarî