Deqa Sererastkirî ya her du Qanûnên Serokatiya Herêm û Serokatiya Civata Wezîran
Bi navê xwedêyê mezin û dilovanBi navê gelCivata Nîştimanî ya KurdistanêLi gorî benda 1ê ya madeya 56 û madeya 53 ya qanûna jimare 1 ya sala 1992an ya sererastkirî û li ser raberkirina jimareya qanûna endamên Civata Nîştimanî ya Kurdistanê-Iraq, Civata Nîştimanî ya Kurdistanê roja 24.01.2006an biryara danîna vê qanûna li xwarê da:Qanûna Jimare (*) bo sala 2006Qanûna Sererastkirinê ya heftem a civata wezîran ya Herêma Kurdistanê-IraqJimare 3 bo sala 1992 ya sererastkirîMadeya Yekem1- Bi wê derxistina awarte ya sererastkirina yekem a madeya çarem ya qanûna Civata Wezîran ya Herêma Kurdistanê ya sererastkirî de mercê temen hatiye betalkirin. 2- Merc e ew kesê/a ku bo alîkarê/a postê wezaretê bê danîn bi kêmanî xwedî bawernameyeke seretayî ya zanîngehê be.Madeya Duyem: 1- Benda 1 ya madeya yekem ya qanûna sererastkirina pêncem ya qanûna civata wezîran tê sererastkirin û bi vî awayê xwarê tê xwendin:(Civat wekî bilindtirîn desthilata pêkanînê ya Herêm tê danîn û ji serok û cîgirê/a wî/wê pêk tê.)2-Benda 2 ya heman madeyê tê betalkirin û bi vî awayê xwarê cihê wê digire:(Serokê/a civata wezîran cîgirek divê.) 3- Benda heman madeyê tê betalkirin û bi vî awayê xwarê cihê wê digire:a-Serokê/a civata wezîran dikare hindek desthilatên xwe bide cigîrê/a xwe.b-Dema ku serokê/a civata wezîran ne amade bû cîgirê/a wî/wê dê cihê wî/wê bigire. 4- Benda 2 ya madeya heftem ya qanûnê tê sererastkirin û bi vî awayê xwarê tê xwendin:(Dema postê serok vala be cîgirê/a wî/wê kar û fermanên postê wî/wê dide ser milê xwe, ji bo meşandina kar û baran heta destnîşankirina serokekî/e nû di nava 15 rojan de û pêkanîna wezareteke nû.)Madeya Sêyem:Madeya nehem ya qanûna civata wezîran û tevahiya wan sererastkirinên ku tê de hatine kirin têne betalkirin û ev ya xwarê cihê wê digire.a- Civata wezîran ji van wezaretên xwarê bi xwe digire:1-Wezareta Navxweyî2- Wezareta Darayî û Aborî3- Wezareta Dadweriyê4-Wezareta Kar û barên Pêşmerge5- Wezareta Veguhastinê6- Wezareta Perwerde7- Wezareta Tenduristiyê8- Wezareta Kar û barên Komelayetî9-Wezareta Ewqaf û Karûbarên Dînî10- Wezareta Derametên Avî 11- Wezareta Avadankirin û Akincîkirinê12- Wezareta Plandananê13- Wezareta Mafên Mirovan14- Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî15-Wezareta Çandinê16-Wezareta Kar û barên Şehîdan û Enfalkiriyan17- Wezareta Rewşenbîriyê18- Wezareta Elektrîkê19- Wezareta Samanên Sirûştî20- Wezareta Bajarvaniyê21- Wezareta Werzîş û Gencan22- Wezareta Kar û barên Deverên li Derveyî Herêmê23- Wezareta Bazirganiyê24-Wezareta Pîşesaziyê25- Wezareta Jîngehê26- Wezareta Geşt û guzarê27-Wezareta Gihandinêb- Civata Wezîran dikare çend wezîrên Herêmê bi xwe ve bigireMadeya Çarem:Kar bi tu deqan nayê kirin ku digel naveroka vê qanûnê negunce.Madeya Pêncem:Civata wezîran divê naveroka vê qanûnê bi cih bîne.Madeya Şeşem: Ev qanûna roja ku derbiçe dê bê cihanîn û di rojnameya fermî ya Kurdistanê bê belavkirin. *****Deqa Qanûna Serokatiyê HerêmêBi navê xwedêyê mezin û dilovanBi navê gelCivata Nîştimanî ya KurdistanêLi gorî benda 1ê ya madeya 56 û madeya 53 ya qanûna jimare 1 ya sala 1992an ya sererastkirî û li ser raberkirina jimareya qanûna endamên Civata Nîştimanî ya Kurdistanê-Iraq, Civata Nîştimanî ya Kurdistanê roja 24.01.2006an biryara danîna ev qanûnên li xwarê da:Qanûna Jimare (*) bo sala 2006Qanûna Sererastkirinê ya yekem a Serokatiya Herêma Kurdistanê-IraqJimare 1 bo sala 2005 ya sererastkirîMadeya Yekem: Madeya yekem ya qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê ya jimare 1 bo sala 2005 hatiye sererastkirin û bi vî awayê xwarê hatiye guhertin:1-Herêma Kurdistana Iraqê dê serokek hebe û jê re tê gotin Serokê/a Herêma Kurdistanê û ew bi xwe serokê/a bilind ê/a desthilata bicihanîn û fermandeyê/a giştî yên hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ye.2- Serokê/a Herêma Kurdistanê divê cîgirek hebe, da ku hevkariyê di meşandina erk û desthilatên wî/wê de bike û dema ku amade nebû cihê wî/wê bigire û ew bi xwe jî cîgirê/a fermandeyê/a giştî ya/yê hêzên Pêşmergeyan e.3- Serokê/a Herêma Kurdistanê hindek desthilatên xwe dide cîgirê/a xwe.Madeya DuyemBenda diwazdem ya madeya dehem ya vê qanûnê tê sererastkirin û bi vî awayê xwarê tê xwendin:(Piştî destnîşankirina wan ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve serokwezîr û cîgirê/a wî, karê pêkanîna kabîneya wezîran bi wan tê spartin, ku divê di nava 30 rojan de pêk bînin.Madeya Sêyem:Madeya yazdem ya qanûnê tê sererastkirin û bi vî awayê xwarê tê xwendin:(Mûçe û dermaleya Serokê/a Herêmê û cîgirê/a wî/wê bi qanûnê tê diyarkirin.)Madeya Çarem: Madeya sêzdem ya qanûnê tê betalkirin.Madeya Pêncem:Madeya çarem a qanûnê tê betalkirin.Madeya Şeşem:Aliyên peywendîdar dê vê qanûnê bi cih bînin.Madeya Heftem:Ev qanûna roja ku tê deranîn dê bê cihanîn û di Rojnameya Fermî ya Kurdistanê bê belavkirin. ((*:Piştre jimareya qanûnê dê ji aliyê lijneya qanûnî ya parlementoyê ve bê diyarkirin. "Newa"))cawkanînawarty.com
Re: Deqa Sererastkirî ya her du Qanûnên Serokatiya Herêm û Serok