بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Dengê nerazîbûna xwe beramberî Peymana Lozanê bilind bikin!

24’ê vê mehê dagirkerên Tirk ji bo berdewambûna desthilatê xwe li Kurdistanê, li bajêrê Lozanê hin çalakîyan dardixin...

Tirkên Kurdkuj û xwînrêj ev 82 salin, li dijî gelê Kurdistanê hemû tawanên dij mirovayetîyê li Kurdistanê karanîn û mîlyonan Kurd navbirin.... Di nav van 82 salan de tevkuştara Kurdan wekî sîyasetek plankirî û rêkxistî li pê? çavên hemû dinyayê û bi alîkarîya hemû hêzên desthilatdar hate cihbicihkirin...

Hêzên di ?erê cîhanê ê yekem de serketin û Peymana Lozanê ligel Tirkan morkirin, rê dan Tirkên nijadperest sîyaseta xwe a beramberî Ermenîyan, li dijî Kurdan jî dubare bikin...

Ji ber vê yekê jî ew hêz, bi awayekî aktîf bûn ?erîkê dewleta Tirk di van kiryarên dijî mirovayetîyê de...

Peymana Lozanê, bingeha hukuqî a navnetewî da dagirkerên Tirk ji bo holêrakirin û qirkirina Kurdan..

Ji ber ku, peymana Lozanê li ser tunekirin û nebûna Kurdan hatîye avakirin..

Ev 82 e hemû Kurdên welatparêz û Kurdevîn bi yek dengî li dijî vê Peymanê radiwestin û wê nasnakin..

Îro hemû Kurdên dinyayê wekî hêzek azadîxwaz, demokratîk û pê?verû daxwaza mafên xwe ên netewî û mafê çarenivîsa xwe dikin...

Îro Kurd li rojhilata navîn, rêberî û serkeşîya civatek azadîxwaz û nûxwaz dikin û hemû hewlên Kurdan jî ji bo vê yekê ye... Ev yeka hanê tirsê dixe li nav dilên dagirkerên Kurdistanê û xewa wan direvîne..

Ji ber vê yekê jî Tirkên xwînrêj xebat dikin û hewl didin ji bo berdewambûna Peymana Lozanê..

Ji ber vê yekê ye ku, Tirkên Kurdkuj dixwazin li bajêrê Lozanê çend civînan û xwepî?andanan li darxin...

Armanca wan dîyar e... daxwazên wan eşkere ne.... hêvîyên wan li pê? çavan in.. Ev tiştekî veşartî nîne... Ew dixwazin Kurd wekî gelekî bindest û neteweyek dagirkirî bimînin...

Wan hebûna xwe li ser mirina Kurdan avakiriye û dixwazin temenîya desthilatê xwe dirêj bikin...

Kurdên welatparêz û hêzên siyasî ên Kurdistanê nikarin beramberî wan çalakîyên Tirkan li Lozanê bêdeng bimînin..

Ji ber vê yekê jî Kurdên welatparêz hewl didin roja 24’ê meha 7 li bajêrê Lozanê xwepî?andanekê lidarxin...

Pêwîste hemû Kurdên welatparêz hewlbidin di vê xwepî?andanê de be?darîbikin û dengê nerazîbûna xwe beranberî Peymana Lozanê û çalakîyên Tirkan nî?anbidin...

Ez ê jî wê rojê li Lozanê bim... Ez ê jî dengê xwe bigîjinim dengên hemû Kurdên welatparêz... Ez ê jî Ala pîroz a Kurdistanê babikim û tawanên Tirkan mehkum bikim...

Lozan meçe Kurd tên... Ev 82 salin em destê peymana te wekî kole man e... Em hatin qirkirin û welatê me hate weran kirin....

Em tên Lozan li benda me be!!!!!!!

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.