بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

De lorî lorî berxê min lorî,bavê te khustin dayîk bi gorî...

Insan ji dayîka xwe dibe ji bo demek jîyanê.

U dura jî dem tijî dibe u em vedigerin bin axa sar.

Ci dimine?Nav ê ku li jîyanêde biranîn histîye.Sewt a ku ji dev derketîye

ketirbe...

Li ba me kurda jî mirin herdem bi êse.Cima ku ferman a mirinê li ser lûle a

sare.

Ji destên xêrnexwazan pêk tê mirin.Navê wî khustin a rurese.

Di siyasetêda ku qewîmî tew nayê qebulkirin.

Em netewîyek mirad nedînîn.Ji bo wî yekê jî mirin a me dubare girane.

Di hêlekîde êris bi destê dijmin;îranîyan,ereb u romê.Di alîyek dinda jî bi

deste "xwinxwarên kurd"diqewime.Cima ku êdî ji wanare kurd nayê ghotin.

Zelalî cênebuye di nav gelê kurdde,ji bo wî yekê hina jî bi navê kurda

siyasetê disopînîn.

Kêmasîye.

Car heye ghotinek te bîra merova;

"MIRIN DAYIKA TE BIMRE"

Ev 30 sale ku heroj mirin a kurda bi sewtek nalîn belav dibe.

Di nav mirin u mayînêde sewq wenda dibe u xemginî xwe dide ber.

Halê kurdaye ev.Lê ne qedere.Mal xirabîye.Bê kesîye...Bê qewetîye.

Cima ku navê sîyasetê li ba me kurda khustina merovatîye.Shabun a derewîne

siyaset.

Dengê bilind tirse li ber cellat.Xofê bi kar tine u direvîne xwinxwaran.

Ghotinen Pastor Niemoeller carek din tê bira min;

"Roj a yekemîn ji bo kominista hatin ku bivin bikujin.Lê belê ez ne komunistbum.Min dengê xwe dernexist.Dura ji bo sosyalistan hatin.Ez ne sosyalistbum.Ji bo liberalan hatin ez ne liberalistbum.Dura ss ên hitler ji bo min hatin ku min bibin bikujin.Min jî li devdorexwe niherî kesek tunne ku alikarîya min bike."

Em ji pir caran di rewsek wisa bêbextte jîyan a xwe dimesînin.

Mirina bewaxt ku qewimî pê ês diqewime.

Hal u ehwal eve kû...

Di ser ciyayen bilindre, bêbextîye ragirtîye u ewrên res xwe daye ser bajarên

Ku di bin ninge romêde dinale.

Ji bo wî yekêye ku dergus di besîgêde digîre...

Dayik jî dilorîne.

"de lorî lorî berxê min lorî,bavê te khustin dayîk bi gorî...."

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.