بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

DAGIRKER DI BÊJIN „EMERÎQAN DAGIRKE RE“!

Ko li dagirkera teng dibê rûwê wa ji ber zor, zilm a kirîn û bi hevre dayîn kirin sor û reş dibê. Lêvên wa di çilmisin, çavên wa û serê wa nizim dibin, dûvikên xwe têxin nav ranên xwe, xwe tavêjin ser çokên xwe diçin ber lingên xwirta. Weke ne ew bûn di gotin „ABD û qewetên hev- peymanan berî me nikarin tiştekî bikin“ Tirko heroj xetên sor zêde dikirin, kûmbirê xwe sor dikir û xwe qij dikir.
DEHAP, DTH û KONGRA GEL jî di xwazin sîyaseta xwe li hemberî başûr nerm bikin.Ez hêvîdarim ko webê, weke dagirkera heroj xwe texlît nekê. Vêca hemû „Nêçîrvan neyarê Kewin, Kew bi xwe jî neyarê hevin.“ Dewletên herêma rojhilata navîn ê herî xwirt dagirkerên gelê Kurd û Kurdistanin, di paça zilmê re di nêrin gelê Kurd-Kurdistan û em jî neyartîya hev dikin.
Lê hevalbendên KONGRA GEL ko bi xeyala Kurdistan`eke yekbûwî, serbixwe û azad daketîn meydana berxwedanê û bi hezaran şehîd, xazî, penabirî, koçberî, girtî û perîşanî ji gelê kurd çêbûwî, vêca îro çima bê dengî li hemberî paristina Komara qatil a Atatürk ? Sala 1639 bi peymana Qesrê şirîn Kurdistan di nav Osmanî û Firsê de bû di perçe. Herdû dagirker di şiban hev Kurd îdaredikirin. Vê rewşê berdewamkir heta wexta ko Bedirxan Beg Mîrê Bota li dijî Osmanîya serî hilda, sînorên xwe heya bi Tebrîzê ferehkirin, dergehê ber bajarê Tebrîz anî li ber Xwendegeha Cizîr`a Bota da, ew dergeh hêja heye. Sekehê pera çêkir, dest bi kerxane a çek çêkirinê kir, li ser gola Wanê kiştî çêkirin, ji bo feqîrîyê weqif avakir, şelandin, pêxwasî da rakirin, xwendevan ji bo xwendinê rêkirin ewrupa, dadgeh çêkirin û hêza leşkerî da damezrandin, ferq di nav gelê Kurdistan û ola de çêne dibû.
Bedirxan Beg serana Osmanîya redkir. Lê dii nav Împeretorîya Osmanî û Firsê de pêxwasî, şelandin, talankirin, dizî weke rewşa dagirkerên îro heroj zêdetir dibû, dê weledên xwe tavêtin, serê insana bi mecîdîkî û di qemerîyên qûl bû. Mîrê Bota ji bo herdo împeretorîya bi bû tirseke mezin, tesîra xwe li ser tevayê herêmên Kurdistan dikir, gelên împeretorî a Firsê û Osmanî jî akam digirtin, dagirker bê çar mabûn, di tirsan ko peymana qesrê şirîn bi berxwedana Mîrê Bota bê rûxandin.
Herdo dagirker weke rewşa îro li hev di gerân û bi hev di şêwîrîn. Dostê dagirkera yek jê qiralê Îtalya bû. Qiralê Îtalî ji bo tifaq xirakirina gelê Kurdistan, mîsyoner şîyandin nav Asûrîya. Asûrî li hember Bedirxan Beg bi kar anîn, şer dan dest pêkirin. Pistî xûn rijandineke pir Asûrî teslim bûn, lê şerê Asûrîya û Bedirxan Beg bû nîqaş, tesîra xwe da nav bine mala Bedirxan Beg. Bi gelek sebebên dî îdara Bedirxan Beg hate roxandin. Piştî herba cîhanê a yekemîn sala 1926 dewleta Iraq hate avakirin, Kurdistan bû sê parçe.
Sala 1948 dewleta Surî ava bû. Kurdistan bû çar parçe, hejmara dagirkeran jî bû çar.Di herba cîhanê a yekemîn de gelek Kurd derbasî Ros bûn, Stalîn gelek Kurd kûştin, gelek jê bi alî yê rojhilat û alîyê sibirya ve sirgonkirin, bircî û perîşan man. Bi texmîn îro jî li dor 1.5-2 milyon Kurd li wa welatan dijîn û li ser Kultur, dîroka Kurdistan xwedîyê roleka bilindin. Ji Roja ko Kurdistan ji alîyê Firsê, Tirko û Ereban ve hate dagirkirin, roj bi roj rewşa gelê Kurd û Kurdistanê xirabtir di bê, ji hemû mafê xwe ê sîyasî û neteweyî tên dûrkirin. Navê herêmên Kurdistan, bajar, gûnd û mezre hatin gûhertin, ziman, navên zaroka bi kurdî qedexe bûn. Dewlemendîya ser erd û bin erdê Kurdistanê heya niha tê talankirin û ji Kurdistanê diçê metropolên dagirkeran.
Metrepol bi tevayî bûne karxane, erdên ziraî paqij bûne, rê, elektrîk, nexweşxane, dibistan, bi serketîye, bazringanî û şehristanî ketîye metropola. Hêja li sê perçên Kurdistanê jarî û perîşanî ye. Lê bi slogan, vira em û dagirker birayê hevên. Ji roja Emerîqan hatî Iraq û vir de, dagirker li hev di gerin, bi hevre peymana çêdikin, gefa dikin, terorîstan bi hevre perwerde dikin, peymanên YN êdî nasnakin. Lê di gerin jîya 366 salîya dagirkerîyê xwe dirêjtir bikin. Carna hin dagirker ji bo xwe ji destê Emerîqan xilas bikin, hevdo tînin ber mezatê, di firoşin bi çerxîkî.
Wexta ko Erdoğan serok wezîrê Tirka çiwî Surî mi di nivîseka xwe de gotibû" Beşar Esadê aqil zarok, hêja Tirko nasnakê, hesabê bavê xwe jî li nav hev xist, Tiko wê kevelê wî derxê mezatê wê wî bi firosê bi mecîdîkî di tekên qûl û çerxî`kekî" Eve îro xwîyakir ko Tirko Beşarê aqil zarok firot, xetay û ava şetê Firat jî bê doz hişt û Surî di kar de di xwîyê.
Tirko ji xwe re di leyîzê lê dagirker bi tevayî bê çare mane, sîyasetê tevlîhev dikin, çapemenîya wa exlaq û terbîya xwe windakirîye. Balkêşe ko dagirker di bêjin „Emerîqan dagirker e.“ Ji roja qewetên Emerîqana yekbûwî û peymanan daketin nav Iraq, rê li dîktatorê Sedam girtin hilwesandin, xewnên şev û roja li Tirko, Firsê û Ereban herîmîn e, rê li dagirkera di xetimê.
Gelê Kurdistan li başûr gavên azadî û serxwebûnê tavêjê, herêmên bindestê Ereba gelek jê azadbûne, zimanê Kurdî tê perwerdekirin, nexweşxane tên avakirin, zêndan tên hilweþandin, xizmeta rê, av û zîraî tê kirin, malbatên şehîda û kesên belengaz dibin xwedî xanî û binemal. Kurd bûne xwedîyê welatê xwe û gavên serxwebûn û azadîyê heroj zêdetir dibin.
Ko gelê Kurd sîyaseteke neteweyî di hercar perca de karibê bi rêk û pêk bikê, bi pistgirîya Emerîqan Kurd di karin dewleteke serbixwe û azad avabikin! Ez bi xwe dagirkerîya Emerîqan qebûl dikim, di bêjim ser çava. Ev 366 salin dagirker Kurda di kûjin, ez di xwazim siba Emerîqan bi kevê tevayê Kurdistanê. Ma bê şermên dagirker Faris, Ereb û Tirko, heya niha gûla didin dest gelê Kurdistan êş

M. Şerîf MÜŞTAK
[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.