بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی

Çep u Sosyalistên Kurdistan Yekbigrin

Demê kar u xebat a mirovan, bi rêk u pêk rêda neçe an hêş u mêjîyê mirov tevlîhev bibe, li herêma me dêbijên « Halê vî ( Rewşa vî ) ji halê helavcîyên Siêrti ( Sîîrt) xerabtire » . Ez, demê gotar u nivisînî ´´ Neteweperest´´, ``Nasyonalîst`` an ``Welat( perwer )parêz`` dixweynim, Pelên payizê, yên kû ji Dara dikevin, tê bîramin.

Rewşa me li Bakurê Kurdistan, ev ne salek an ne du sal, ev 25 sale kû tevlîheve, kible jî şaş u fahş bîye. Hinek kes deng xwe bilind dikin u divêjin « Sedemê qelsbun, belavbun u şikestina xebat u têko?îna netewîya Kurdistan şexs u rêkxistinên Sosyalistin »

Rexne ! u tavanbarî hatîye merhalekî wusa bilind, kî ji mala xwe serçavê xwo neşo u derkeve, sebeb Sosyalistin !

Ji bo rexne u tavanbarî pîvan jî nemaye.

Raste, Hêz u şexsîyetin Sosyaslist tavanbarên kû 25 salên, li dervayê Welat ji bo rizgari u serxwebuna Kurdistan bi tenê reçetê li ser rupelên vala dinivisînên. Hêz u rêkxistinên Serxwebun- Sosyalist nikarin rolê pêşengîya xwe bi cîh bînên. Sosyalist şermok bune nikarin bi dengê bilind bêjin em Sosyalistin, Nikarin bernamê xwe ji bo Kurdistan`a Serbixwe Yekgirtî Demokratik u Sosyalizm bibarêzin. Niha Sosyalistin kevn bi dizî xwe berbi Neteweperestî-Nasyonalistî- Welatparêzî dikşînin ! lê naveroka bername siyasetekî wan ê zelal jî tune.

Li Welatin bindest temenê dîrok kurte u zu tişt tê jibîrkirin. Rol u Serokatîya Sosyalîstin Kûrd di dîroka Kurdistan pir kurte, gava mirov ev temen li rupelê dirokê binivisîne, rupelekî jî tijî nake. Yên ji xwera digotin em Sosyalistin di nabeyna 1975-1980`da devrê wan hebun, heta KDP Başurê Kurdistan ji digot em Sosyalizmê diparêzin. Ez navêjim destê xwe deynên ser vijdanê xwe, li gor realîtê biaxifin u rastîyê bînin ziman! Yên niha kû dixwazin Çepê Kurdistan tawanbar bikin, siyasetekî bizanebun li dijî Sosyalist u Çêp ê Kurdistan dimeşînin.

Bila tiştekî hemu kes bizanibe, ev rexneyin bê tixup u tawanbarîya bêpîvan nikare rolê wan ê parsekîyê veşêrîne. Bi dehan salên kû li Enqere li xizmeta dewlata Tirk da bun. Niha ji dixwazin Dewleta Tirk li wan were rehmê kûrsîyekî li parlamena dagirker bidin wan.

Eve egerê rexne u tawanbarîya wan

Wan tu car raste rast li dijî dewleta Tirk şer nekirin, ew ji xelkê me ê hêjar u belengaz dur ketin. Demê hilbijartinên parlamena Tirk a dagirker, derketin ber xelkê u ji bo xizmetkarîya dewleta dagirker piştgirî ji xelkê Kurdistan xwestin.

Raste, rewşa Kûrd u Kûrdistan, dest nade kû rexneyin giran hebe. Pêvîste hemu rêkxirav u Partîyên rizgarî xwazên Kûrdistan yek bigrin u enîyekî (Bere) Kurdistanî avakin. Lê yekîti u Enî li ser bingehekî rizî nay avakirin. Em neçarin kû ji bona enî u yekîtiyek avakin, pêvîste hemu tişt zelal be. Kî çi dixwaze? Bernamê vî ji bo rizgari u doza Kûrdistan çîye, zelal be. Ji ber bi bername u ideolojîyê, li Kurdistan hemu tişt tevlîhev biye u ber bi tarîtîyê diçe!

Rewşa xelkê hêjar u belengaz, rewşa xelkê me ên kû ketine kûçe u kolanê Bajarên Tirkan, erkên mezin dide ser milên Çep u Sosyalistin Kurdistan. Welatparêzi, bi xelkê hêjar u zahmekêş an ra, li dijî dewleta tirk a dagirker şerkirine.

Çep u Sosyalistin Kurdistan, yên kû daxwaza Serwxebun a Kurdistan dikin yekbigrin.

[email protected]

Şîroveyeke nû binivisêne

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.