بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 30 January 2011

Rêzaniya Goran û Rastiya zanistiya rêzanî.

Xwendevanên hêja karên Kurda zor zehmete. Ez rojane teqîba kanalê Goran dikim. Kesên liser wî kanalî liser Kurd û Kurdistan diaxivin; bi edayekî mezin xwe siyastmedar dizanin û welê diaxivin! Belê di rastiyêde ne welêye. Rêzaniya siyasî yanî bi gotinekî din ilmê siyasetêde ev kiryar û buçûnên rêxistinekî wekî „Goran“ nayêt kirin. Goran ev 7 xalên ku bo xelkê kurdistan dayin ragihandin ji çarçûveyê bîr û raya azad sedê sed dûre û çarçûveyê sinûrên yasayî têkdidin. Goran di xala 1 û 3de;

(1 û 3 de)“Qedexekirina serkirdayetiya PDK û YNKê li hemû corên desttêwerdanekê di karûbarê; hikûmet, daîre, parlamento, dadgeh, asayiş û pêşmerge”. “Hilweşandina hikûmeta hizbî ya niha ya YNK û PDKê, pêkanîna hikûmeteke teknokrat a bêalî”.Rêzaniya Goran û Rastiya zanistiya rêzanî.

Xwendevanên hêja karên Kurda zor zehmete. Ez rojane teqîba kanalê Goran dikim. Kesên liser wî kanalî liser Kurd û Kurdistan diaxivin; bi edayekî mezin xwe siyastmedar dizanin û welê diaxivin! Belê di rastiyêde ne welêye. Rêzaniya siyasî yanî bi gotinekî din ilmê siyasetêde ev kiryar û buçûnên rêxistinekî wekî „Goran“ nayêt kirin. Goran ev 7 xalên ku bo xelkê kurdistan dayin ragihandin ji çarçûveyê bîr û raya azad sedê sed dûre û çarçûveyê sinûrên yasayî têkdidin. Goran di xala 1 û 3de;

(1 û 3 de)“Qedexekirina serkirdayetiya PDK û YNKê li hemû corên desttêwerdanekê di karûbarê; hikûmet, daîre, parlamento, dadgeh, asayiş û pêşmerge”. “Hilweşandina hikûmeta hizbî ya niha ya YNK û PDKê, pêkanîna hikûmeteke teknokrat a bêalî”.

Ey siyastmedar û rojnamevan ev bi serê xwe dide nîşandin ku Goran ji siyasetê tênagehê û paşketiye.
Li Ewropa siyaseta partiyên siyasî berçav, mirov dikare bide ber rewşa siyasiya Kurdistan. Di roja 7.1.2011 de wezîrê derveyê Elmanya Gudio Westerwlle(FDP) seredana Türkiye kirîbu.Liser endambuna Türkiye Westerwelle bi erênî axaftinek kirîbu. Beramberê vê axaftina wezêrê derveyê Elmanya Her dîsa hevpeymanê Partya Liberal (FDP) Sekreterê giştiyê Partiya Sosyal demokratên Kristiyan(CSU) Dobrint bi tundî axwiyaniyek dijê Weslerwelle dabu.
Ji goran dipirsim: Ev General sekreterê Hizba CSU destên xwe xiste nav karên parlamentuyê yan jî na? Belê xiste nav û siyaseta dinyayê jî evê daxwaze dike. Partiya Ku desthilardarbe li kîjan welatên diyayê ew siyaseta xwe ku weku karên rêvebirina hukumetê dabînkirine rêvedibin.

Goran sinurên yasaya bingehîn dirandiye û ji çarçûvê bîr raya azad zûde rerketiye. Baweriya min di welatên demokratde dozger vê elwestê weki „helwestekî “ gazikirine bo ajawe diristkirin û rewşa yasayiya wî welatî serubinkirin dizanîn” holê jî doza dadwerî liser wan tête vekirin dike.
Gelo serdozgerên Kurdistan û dadwerên Kurdistan vê gaziyakirin Goran çawa dibînin? Yasayiye? Yanjî demokratik û fikra azade?

Helwesta Goran divê beyanêde sedê sed hêdi diyarbuye, ka gelo Goran buye tevgerek, çiye û çi dixwaze!

Wekî min li jor gotî partiyên siyasî di hilbijartinande dema serketin dikarin hukumetê damezrînin û rêve jî bibin. Goran helwestekî hişk û ne viyan beramberê doza Kurd û Kurdistan kirye jixwere kada ajawegêrandinê.

Nuşerwan Mustefa îşev liser kanalê xwe liser vê beyanê dixaxive. Ew di wê bawerêdeye dema hukumetê sistema rêvebirinê hebe, wan jî sistema têkdanê heye. Gelê Kurd beramberê van herdu fikran dê ya desthilata rêvebirina Kurdistan hilbijêre.

Pêşneyara min bo serokatiya Kurdistan yanî Mesûd Barzanî heye. Divê bo her axaftin û beyanên kolanande derdiçin nebin muhatap û bersiv jî nedin. Ev Karên Hukumetê û Parlamentuyêye .

Ev ragihandina “Goran” tu têkiliyên wê bi Kurdewarî, kurdbuna Kurdistan ve ebet nîne. Kes bila edebiyata Kurdî nekin. Goran resmen xwe işkerekiriye, her ji derketina wê heta îro bo têkdan û hilweşandina destekiyên bi xwîna, dehhezaran şehîdên Kurd hatiye danîn biroxine? Ev fikra paşketî û îxanetkarane sernagire.

Serketin ya Gelê Kurd û Dewletbuna Kurdistan ya serbixweye,

Her bijî dewleta Kurdistn
Îsmaîl Girikî
30.1.2011

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.