Ferîd Uzun, 32 sal berê ji aliyê PKKê de hat kuştin, çû ser dilovaniya xwe. Ev çend sal in, ku heval û dostên wî, wî bibîr tînin. Ez jî çend salên dawî beşdarî civînên bîranîna Ferîd Uzunî dibim. Di 21. 11. 2010-an de dîsa roja bîranîna wî ye. Hezar mixabin ez isal jî girêdayî civînekê, nikarim beşdarî civîna bîranînê bibim.
Ez ji bona vê gelek xemgîn im.
Ez li ber wî serê xwe ditewînim. Divê ew baş bizane, ku emê tu wext wî bîr nekin.
*****
Min salek berê li ser nasnameya wî gotubû: “Dema Ferîd Uzun xwendevanê zanîngehê bû, bû endamê DDKO ya Enqereyê. (…)
“DDKO, di demeke kurt de di nav gelê kurd de, di nav xwendevan û rewşenbîrên kurd de bû rêxistineke bi navûdeng. (…) Hezar mixabin, bi darbeya leşkerî ya 12 Adara 1971-an pêşiya têkoşîn û rêxistinîbûna DDKO-yê hat girtin. (…)
“Damezrêner û endamên DDKO-yan (…) hatin hepis kirin. Ferîd Uzunî jî, ji bona ku endamê DDKO-yê bû, hat hepis kirin.
“Ferîd Uzunî, di hepisê û dadgehê de çalakvan bû. Ji bona mafên xwe û mafên gelê kurd têkoşîn bi zilamî û merdî meşand. Dema ku hat dadgehkirin, bi beşek hevalên xwe ve parêznameyeke siyasî pêşkêş kir.
“Encama dadgehkirinê, 13 sal 4 meh ceza girt.
“Di hepsê de li hemberî tade û zulma berpirsiyarên hepsê bi ruhekî şoreşgerî û kurditî radiwestî. (…)
“Ew aşiqê ziman û çanda kurdî bû. Wî bi kurdî helbest û strand dinivîsand.
“Ew sosyalîst û şoreşger bû.
“Dema ku di sala 1974-an de di navbeyna karbidestên kolonyalîst û faşîst yên Iraqê, karbidestên Otonomiya Kurdistanê û serokê wê Mele Mistefa Berzanî de şer ji bona Kerkûkê dest pê kir, ku Yekîtiya Sovyetan jî, ji Iraqa kolonyalîst û faşîst re alîkarî dikir, wî li hemberî Yekîtiya Sovyetan helwest nîşan da.
“Ew dema ku di sala 1974-an de ji hepsê derket, li Bakurê Kurdistanê Bihara 2-emîn ya siyasî dest pê kir, wî jî di rêxistinîkirina Tevgera Bakurê Kurdistanê de bi aktîfî pozîsyona xwe diyar kir. Rêxistina KAWA-yê ava kir û ew ji bû ji yek serokê KAWAyê.
(…)
“Wî serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê diparast.
“Ji bona wî, Bakurê Kurdistanê û beşên Kurdistanê yên din wek hevûdu bûn.”
*****
Ferîd Uzun, ji aliyê PKKê da hat kuştin. Min di derbarê wê de wusa nivîsandibû: “Ferîd Uzunî dema ku ji neteweya kurd û doza Kurdistanê re bi her awayî bibe alîkar; fêde bigihîne doza kurd, di 22. 11. 1978-an de bi destê PKKê hat kuştin. Lê PKKê ev yeka îtiraf nekir; kuştina Ferîd Uzunî manûpûle kir, ku malbata Bucakîyan Ferîd kuştiye. Lê ev derewa PKKê dirêj neajot. Piştî Darbeya Leşkerî ya 12-ê Îlonê di doznameya PKKê de li dadgehê bi îtirafên endamên PKKê derket holê ku Ferîd Uzunî ji aliyê PKKê de hatiye kuştin. Pişt re jî, bi nivîsar û îtirafên Çetîn Gungorî (Semîr), Mehmed Şenerî ev rastiya hat ser zimên.
“Ev yeka li bejna PKKê jî dihat. Lewra siyaset û rêbaza PKKê, mentalîteya Ocalanî dîrektîf dida ku kurdperwer û rêxistinên ji derveyî Apoyîyan dijmin in; divê ew kesên kurdperwer, berpirsiyar û serokên rêxistinên Kurdistanê bên kuştin û bên tasfiye kirin.
“Serkaniya vê siyasetê jî, siyaseta klasîk ya dewleta tirk bû.
“PKKê, bi kuştina Ferîd Uzunî, ev dîrektîf û ev siyaseta qirêj ya dewletê pêk anî. Pişt re jî ev siyaset û xeteriya xwe fireh kir, bi sedan kurdperwerên ji derveyî PKKê û ji nav PKKê hatin kuştin.
“PKKê, ew xeterî û siyaseta xwe, li beşên Kurdistanê yê din jî meşand.
“Ocalan, van kuştinan û kuştina Ferîd înkar dike. An jî di van kuştinan de xwe berpirsiyar nabîne û dibêje ku ‘ew çeteyên di nav PKKê de Ferîd Uzunî, Semîr û kesên din kuştine.’
“Ev helwesta Ocalan, wek helwesta serokerkanê Tirkiyeyê ye.
“Ew hîç ne rast e. Dema ku çapemeniya PKKê, rojnameya Serxwebûnê bê berçav kirin, gelek zelal derdikeve holê ku ew kuştinan bi tevayî bi biryarên Evdillah Ocalanî pêk hatine.
“Loma Evdila Ocalanî/PKKê raste rast ji kuştina Ferîd Uzunî berpirsiyar e. Di heman dem de ji kuştinên din jî berpirsiyar e.
“Ev merheleya em tê re derbas dibin, ne bes ji bona dinyayê û Tirkiyeyê, ji bona Kurdistanê jî dema demokratîzebûnê û hesapdayînê ye. Loma divê Ocalanî jî, ji bona kuştina Ferîd ûzunî û kesên din dadgeh bibe. (…) Beriya vê divê li ser vê pirsê minaqeşe bibe, di wîjdanê raya giştî û kurdî de Ocalanî/PKKê mehkûm bibe.”
Hezar mixabin rewşenbîr û siyaetvanên kurd, di vê pirsê de, di mehkûmkirina Ocalan/PKKê de tirsok in û berpirsiyariya xwe pêk nîn in: Pirsê naxin rojevê û gengeşî nakin..
Ew nerînên min ji bona îro jî derbas dibin. Konseptekê diyar dike.
Birêz Îbrahîm Kureken, di 11. 11. 2010-an de di derbarê Ferîd Uzunî de nivîsek nivîsand. Di wê nivîsê de dibêje ku “berpirsiyarên PKKê, di çarçewa uzir/baxişandinxwestinê de xwediyê berpirsiayariyê ne. Divê PKKê û berpirsiyarên wê xwe rexne bikin.”
Ev nerînên Birêz Îbrahîm Kureken jî, konseptekê temsîl dikin.
Lê ez vê konseptê û nerînên Birêz Îbrahîm Kureken parve nakim.
Ev modaya uzirê, ji aliyê rewşenbîrên tirk de, di derbarê qirkirina ermeniyan de dest pê kir. Paşê jî rewşenbîrên kurd, ji dewleta tirk ji bona qetlîam û qirkirina kurdan uzır daxwaz kirin. Min her dem nivîsandin ku ev pirsan bi uzir û baxişandinxwestinê çareser nabin. Ev pirsan, pirsên hiquqê ne. Lewra ew pirsan, tewana mirovatiyê ne. Divê encama darizandineke vekirî, ev pirsan zelal bibin û ew kes, dezgeh, dewletên sucdar cize bibin.
Di van rojên dawî de Murad Karayilanî di hevpeyvîneke xwe de digot ku “heger pêwîst be dê em jî uzir bixwazin.” Yanî uzir naxwazin, pêwîst be dê uzir bixwazin.
Vê uzirê jî, dê ji bona leşkerên tirk bixwazin. Ji bona kurdan ne.
Kuştina Ferîd ûzunî û hezarên kesên kurd bi destê Ocalan/PKKê, tewaneke mirovatiyê ye. Tewaneke şexsî ne dezgehî û rêxistinî ye. Tewaneke kollektîf e.
PKKê hîn dev ji kuştina kurdan jî ber nedaye.
Di van salên dawî de li Amedê Hîkmet Fîdanî û li Sileymaniyê Faysal Dumluyî bi metod û awayekî gelek xirab kuşt.
Li çiyan kesên hatine kuştin jî, tên zanîn.
Di sala 2010-an de jî du meleyên kurd kuşt.
Ew kesên ji PKKê re muxalefet dikin jî, di bin xeteriya kuştinê de ne.
Ocalan/PKKê, gelek bi rehetî kesên navdar bi riya çapemenî jî tehdît dike. Di van rojên dawî de nerînên Ocalan yên di derbarê Osman Baydemîrî de, ji bona van tehdîtan mînakek vekirî ye.
*****
Ferîd Uzunî, bibîranînên her sal pêktên û tiştên di derbarê wî de tê nivîsandin de, di dilên kurdan de gelek aşkere ye ku dijîye.
Ocalan û hemû berpirsiyarên PKKê, ji bona darizandineke bi edalet, divê di nav tirsekê de bijîn.
Ez nabêjim, bila serê gelê kurd, malbat û hevalên te sax be. Ez dibêjim, tu her bijî!
Îbrahîm GUÇLU ([email protected])
Amed, 19. 11. 2010 |