بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 22 March 2010

NEWROZ ÊDÎ SÎNORÊN DESTKIRDÊN DI NAVBERA KURDISTANÊ DE NAS NAKE
Peyamner PNA - Piştî ku Kurdistan hatîye dabeşkirin, bo cara yekem akincîyên nêzîkî 160 gondên Rojhilata Kurdistanê berê xwe dane Herêma Kurdistanê û sînorên destkirdên dijminên Kurdistanê derbas kirin û li gel hevwelatîyên Başûrê Kurdistanê cejna Newrozê û serê sala Kurdî pîroz kirin.
Li angora nûçeya siteya Radyo Newa, duhî di demê ber bi avabûna rojê de bo cara yekem piştî dabeşkirina Kurdistanê ji alîyê dijminên dagîrker ve akincîyên 160 gondên Rojhilata Kurdistanê ber bi Herêma Kurdistanê ( başurê Kurdistanê ) ve hatin û goh nedane sînorên destkirdê ku di navbera Rojhilata Kurdistanê û Başurê Kurdistanê de heye. Li angora siteya Radyo Newa hevwelatîyên Rojhilata Kurdistanê li gel hevwelatîyên Başurê Kurdistanê ber bi Çîyayê Qendîl ve çûn û li ser serê çîyayê Qendîlê cejna Newrozê û serê sala Kurdî bi hevdu re pîroz kirin. Di boneya pîrozkirina Newrozê de li ser serê çîyayê Qendîlê hevwelatîyên Kurdistanî yên li herdu parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê li ser çîyayê Qendîlê hil kirin û bi wî avayî serê sala 2710 Kurdî pîroz kirin. Cihê gotinê ye di Newroza Evsal de hejmarekî zor ji hevwelatîyên rojhilata Kurdistanê ber bi Herêma KUrdistanê ve hatine da ku bi birayên xwe yên Başrê Kurdistanê re cejna Newrozê û serê sala Kurdî pîroz bikin. Her di evê bareyê de birêvebirîya pasportan li sînorê Hacî Omeran ragihand, ku tenê di wan sê rojan de nêzîkî 5.000 hevwelatîyên rojhilata Kurdistanê ber bi Herêma Kurdistanê ve hatine.

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.