Kesayetiya Kurd
Lêkolînên civaknasîn
Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heder Omer
Xelek 3
2 / 2
Zagrosiyê kevin, pêşiyên Kurd
1. Somer ( Sumerian ): Mezopotamiya têrmeke erdnîgarî ye, Yonaniyan devera navbera herdu çemên( Dîcle û Ferêt ) pê navandin. Ev nav di ( Peymana kevin ) de bi awayê (Aram Nihraym) hatiye, û bi awayê ( Aram Ennehreyn ) bo zimanê erebî hatiye wergerandin. Evî navî ser devera ku di navbera herdu çemên Ferêt û Belîx yan Xabûr de digirt, lê gava ( Peymana kevin ) bo zimanê Girîkan hate wergerandin, ev nav bi awayê (Mezopotamia ) hate wergerandin, û bû nîşana devera navbera Dîcle û Ferêt li bakurê bajarê Bexdê, di pey re wateya wî firehtir bû, û xwe da ser devera navbera Dîcle û Ferêt ji bakur heya bi başûr de. Bi zimanê farisî ji Mezopotamya re ( Miyan rozan ) dihate gotin; ango navbera du çeman, lê di jêderên erebî û îslamî de, beşê vê deverê yê bakur ( bakurê Bexdê ) pê hate naskirin, û jê re ( Cezîrê ) gotin(12).
Lêkolîner weha diçin, ku deşta başûrê Mezopotamya, di dema yekemîn serdema kevirî û serdema şaristaniya Helef de, ji bo jiyana mirovane ne layiq bû, lê bi derbasbûna serdeman re, û di navbera pêncemîn hezar salên berî zayînê re, mercên hewa û cîgeh çêtir bûn, û Mezopotamya bû navenda, ku rûniştevan ber bi xwe de kêşane, û dirêjtirînên nakokiyan, di navbera (çiyê) û (çolê )de, ji bo bidestxistina ( deştê ) qewimîn; ango nakokiyên navbera netweyên çiyayên Zadros û yên Hîcazê û derdora wê, ew nakokiyên, ku tu dikarî bi ( nakokiyên navbera komnifşên/rehên Arî û yên Samî ) binavînî. Eger em zimanê dîplomatîk bidin alîyekî, û tiştan bi navên rast binavînin, em dikarên bibêjin, ku ew nakokiyan heya îro bi dawî nehatine, û hîna jî hinek rûdawên wan li ( Îraqa nû ), di navbera Ariyan ( Kurd û Faris ), ji hêlekê de, û Samiyan ( Ereb ), ji hêla din de, rû didin.
Yekemîn serdema dîrokî, ku li başûrê Mezopotamya dest pê kir, bi navê (serdema Ubeyd) hate naskirin, dema wê jî dikeve navbera salên 4500-4000 berî zayînê, û wek ku şaristaniya Helef bi navê (Girê Helef) hate navandin, wusa jî xelkên serdema Ubeyd bi vî navê, ku ji ber navê cih hatiye wergirtin, û li başûrê îraqa îro ye, hatin navandin, lê ji ber ku nivîsîn, di wê demê de, nehatibû naskirin, pisporan nikarîne nasnameya koma mirovane ya wê deverê, bi awayê şûngirtî, bidin xuyakirin, tiştê ku di vê meydanê de diyar kirine, ew e ku hemî qehfên li devera ( Ubeyd ) hatine dîtin, yên devera deryaya navîn in, ango deryaya Sipî, (seriyên dirêj in)(13).
Yekser di pey ( serdema Ubeyd ) re, serdema Somer li başûrê Mezopotamya dest pê dike, aferîna nivîsînê û pêkanîna wê di warê tomarkirinê de, li nêzîkî 3000 salên berî zayînê, berhema Someriya ye, pê re jî lêgervanan pir agahî li ser şaristaniya Somer naskirin. Navê welatê Somer jî bi nîşanên mîxî ( K-N.G ); ango (welatxanim ) hate nivisandin. Ev têrm bi zimanê Akadî, bi awayê ( Mat Şomêrm ) û ( Şomerd ); ango (welatê Someriyan) hate nivisandin, û Tewratê jî navê ( Xak/Erdê ŞînÙar ) lê kir(14).
Ji bo sînorkirin û danasîna nijadê gelê Somer û nasnameya zimanê wî gelek boçûnan rû dan. Dr. Fadil Ebdil-Wahêd dibêje: “danasîna nijadê Someriyan, li ba kesên bi şaristaniya Îraqê re mijûl in, bûye aloziyeke zor, pê re jî ewana ew bi (pirsgirêka Somerî ) navandine, û ji salên sihiyan de ( mebest jê sihiyên çerxa borî ne. Wergêr ) gengeşe di navbera rohilatnasan de ; çi pisporên nivîsînên Someriyan bin, çi jî yên bermanyên wan bin, li ser vê pirsgirêkê gur bûne, bê ku encameke ji hêla piran de bête pejirandin, bi dest xînin“(15).
Mebest ji nijad ( reh )e, û rastî ew e, ku hemî lêgervanên somerologiyê teqez dikin, ku Somer ne ji rehê Samî ne, û hinek jî wan bi rehê (Arî ) ve girê didin, û pirên lêgervanan weha diçin, ku Somer ji devera çiyayên rohilat, an jî bakur-rohilat, ango ji çiyayên Zagros; marpişta (istûnê piştê) welatê Kurd, hatin başûrê Mezopotamya, û Somerî ji hêla Akadiyan de, bi serperştiya Sergonê yekem, sala 2350î berî zayînê, hatin dagîrkirin, û destlata Akadiyan li ser Someriyan heya sala 2150î berî zayînê dom kir(16).
Li ser Zimanê Someriyan jî, wusa di jêderan de tê gotin, ku “ ew zimanekî seyr e, hema wek ku xweser be, bicihkirina wî di nav komek/gurûpek zimanan de ne mumukîn e, ew bi diyardeya zeliqînê tê naskirin, ango ew di avakirina hevoka lêkerî de, cînavan û û hemî alavên din yê giramatîkê bi reha (kok) lêker ve dzeliqîne, pê re jî hevoka lêkerî wek gotineke hevedudanî dibe,her weha hevoka navanî; ku bê lêker e, jî weha dibe“(17).
Her weha jî li ser zimanê Someriyan tê gotin, ku “ev taybetmendiyên zimanewanî bûne sedem, da hin lêgervan hewil bidin, ku têkiliyê di navbera vî zimanî û hin zimanên çihanî yên din de bipelînin; wek zimanên çînê, tîpitê, zimanê diravîdî, yê hingarî û hinek zimanên Efrîkayê û zimanên Hindiyên Sor li Emerîkayê, û zimanên basfîk, baskî, tirkî û Mangolî û hinên din. Ewana weha diçin, ji ber ku texmîna wan ew e, ku ev yeka dê nijadê Someriyan diyar bike. Lê mirov dikane weha biçe, ku zimanê Someriyan hema ne zêzîkî yekekî wan Zimana ye jî, û heye ku ew endamê gurûpeke zimaneawnî be, ku şaxên wê gurûpê berî afrandina nivîsînê mirine“(18).
Xuya ye, lêgervanên ewropî, û yên rohilata navîn jî li hember nijad û zimanê Someriyan li xwe heyirîne, û nexwastine ne têkiliya navbera Someriyan û pêşiyên Kurd bipelînin, û ne jî texmîna, ku heye Somer ji pêşiyên Kurd bin, gengeşe bikin. Tevî ku gelek nîşanên, ku hêla vê texmînê giran dikin, hene:
1.Hatina Someriyan ji çiyayên bakur û bakur - rohilat, yên ji kêlekên welatê du çeman (Bilad Rafîdên) nêzîk in, avakirina perestgehên xwe li ser deverên bilind, yên wek çiyan (Zequrato, an Ziqorato an jî Ziggurat), û hewesa wan bi resimkirina darên bilind û ajelên çiyayî wek pezkûvî û bizinan li ser morên gilover. Ma gelo çiyayine din, ji bilî yên ku pêşiyên Kurd lê hebûn, û heya nûka jî lê dijîn, ji dema serdema kevirî de, li bakur û bakur - rohilatê welatê du çeman (Bilad Rafîdên) hene?(19).
2. Dagerîna Someriyan ji çiyayên Kurdistanê yên nûka, ber bi başûrê welatê du çeman de, di dema derdora 4000 sal berî zayînê de, û avakirina şaristaniya zeviya pêşketî, û afrandina nivîsînê. Ev yeka dide xuyakirin, ku ewana e.b.c.ya (destpêka) şaristaniyê nas dikirin. Tiştê vê yekê teqez dike, ew e ku zana û pisporên bermayên kevin, ji bilî pêşiyên Kurd,yên li çiyayên Zagros jiyane, û çirûskên şaristaniyê bidest xistine, çêla ti komelên mirovane, ku li kêlek welatê du çeman jiyane, nekirine.
3. Herdu zimanên somerî û kurdî, di bingehên xwe de, wek hev in. Berê jî me nîşankiribû, ku zimanê somerî, û yê kurdî jî, yekekî zeliqandî ye, ango pêş û paşpirtikan bi peyvê ve dizeliqîne, lê tiştê seyr ew e, ku lêgervan li hember zimanê someriyan li xwe heyirîn, û ew ziman dan ber gelek zimanan, ji zimanê çînî de bigir heya bi zimanê Hindiyên Sor li Emerîkayê, lê nexwestin wî zimanî ( yê somerî ) bidin ber zimanê kurdî, yê ku ji erdnîgariya Somer de nêzîk e. Heye nezanîna wan bi zimanê kurdî sedema wê yekê be.
4. Wekheviya gelek peyvên somerî û yên kurdî, tevî hinek cidabûnên hindik, ji herdu warên dêng û wateyê de. Wek nimûne, em dikanin hin peyvan bînin zimên:
a. Baru. Bi wateya pêzan, remildar, mîna peyva kurdî ( Pîr )e, ku wateya wê pileyeke ayînî Ezdahî ye.
b. Ramku. Pileyeke ayînî ye, hilgirê wê bi pêdiviyên şûştin û paqikirinê radibe. Beramberî wê, peyva (Remo – Remîko ) ya kurdî ye, ew jî peyveke kurdî ye kevnare ye, ne dûre ku li gel pileyên ayînî kevin têkildar be, û ji kurdîkirina peyva erebî ( Remedan –Remezan )de dûr be.
c. Pashishu. Ev jî pileyeke ayînî ye, hilgirê wê bi karên boyaxa pîroz radibe. Beramberî wê, peyva ( Paşişo ) ye, ku hilgirê vî navî bi pêdiviyên paşiya ( dawiya ) karan radibe.
ç. Ekall. Wateya wê bi zimanê somerî yê kevin avahiya mezin e, qesir e, bi awayê ( Hai-kal) jî hatiye, û KenÙaniyan ji wan birine û bi awayê ( Hekallu) nivisandine, di pey re jî bi awayê ( Heykel-هَيْكـَل) derbas zimanê erebî bû ye. Perestgehên mezin û gewre û her tiştê gewre bi vî navî tên navandin, bingeha wê ya somerî ( ê gal )e, û wateya wê jî ( mal-xanî ) yê mezin e. Hevoka ( ê gel ) bi zimanê kurdî wateya ( mal û milkê gel e ) dide.
d. Abzu. Wateya wê, di efsaneya somerî de, ava kûr e, ku ji bin erdê bi derdikeve. Beramberî wê, bi zimanê kurdî peyva ( ab zay – av zay ) ye, ango ava kaniyê ye, ku ji bin erdê bi derdikeve.
e. Gipar. Beşekî perestgehê ye, bi taybetî yê ayîndarê destlatdar e. Ev peyv ( Gi par ), bi zimanê kurdî, wateya ( beşekî taybet ji cihekî gelemper ) dide.
ê. She. Beramberî wê peyva kurdî (ceh). (She) jî di zimanê somerî de wateya (ceh) dide.
f. Lu. Wateya wê, di zimanê somerî de ( mêr – mirov )e, di zimanê kurdî de jî banga (kur)e, banga nêrza ye, lewre jî gava Kurd bangê li kurekî an li mêrekî dikin, nemaze di stiranên folklorî de, dibêjin: Lo, û di banga jinê de jî dibêjin : Lê, wek çawa di stiranan de tê gotin: Wey lo lo!. Wey lê lê..
g. Lu-gal. Wateya wê, di zimanê somerî de, destlatdar e, mirovê mezin e, mezinê malê ye, rêzdarê gewre ye, rêzdar e. Xwedayê sereke, yê dewletê an jî civakê bi vî navî dihate nîşnkirin. Ev peyv, di zimanê kurdî de, wateya ( mirovê gel – law/kurê gel ) hildigire.
h. Nenda. Xwarin e, mîna peyva kurdî ( nan )e, û ( nan da ) di zimanê kurdî de, wateya kesê çamêr, kesê ku xwrinê dide kesên din, hildigire.
i. Agu. Rêvebirê fabrîkeya sepetan e, ya ku hin tiştên din jî çê dike. Ango mirovekî destlatdar e. Di zimanê kurdî de, wateya ( Aga –Axa ) dide.
î. Ey nemir kar. Nav û nîşana lehengekî somerî ye, seredarê dewlet/bajarê Orok bû. Ev hevok ( Ey nemir kar ), di zimanê kurdî de, wateya ( kesê ku karên wî herheyîne ), an jî (kesê ku bi karên xwe herheye) dide.
j. Eygi nodo. Wateya wê ( kesê kor e, yê bê çav e ). Li welatê Somer, koleyên fewdalan, ango koleyên xwediyên zeviyan, bi vê gotinê dihatine bangkirin; ango ( kesên ku çavan/seriyan li pêş mezinên xwe ranakin ). Hevoka kurdî ( ê ku nedî ) ji vê hevoka Someriya ve nêzîk e.
k. Akitu / Akiti. Navê ahengekê ye, ev aheng, ji derdora 3000 sal heya yekemîn nîvê 2000 salên berî zayînê de, li welatê Somer, bi boneya sersalê diqewimî, û ji yekê meha Nîsanê de, yanzde rojan dom dikir, zewaca pîroz di rojên ahengê de, û di hindirê perestgehê de, pêk dihat. Pêjna zimanê kurdî, hem ji hêla bilêvkirinê û hem jî ji hêla wateyê de, zor numa ji vê peyva somerî tê, ku di wateya peyva ( Yek ) ya nîşan yekê Nîsanê dike, û di wateya peyva ( yekîtî ), ku bi awayekî dibe nîşana zewaca pîroz di vê peyva somerî de, xuya dibe. Di stiranên folklora kurdî de, her tim dildar bangê li dilberên xwe dikin, û dibêjin: Em bi hev re yek bin(20).
Ev nimûneyên me li jor diyarkirine, digel ku hindik in jî, lê wekhevî û nêzîkbûna herdu zimanan didine xuyakirin, û pirsekê dilivînin; gelo eger ev wekhevî di navbera zimanê somerî û yê kurdî, nemaze jî zarava kurmanciya jorîn ya hemdem de, ewqas berbiçav be, ma wê di navbera zimanê somerî û zarava behlewî ( feylî ) ya ku ji hêla erdnîgarî de li kêlek welatê Somer e, û hin caran tev li wî dibe, dê çiqas be?. Û di navbera zimanê somerî û zaravên pêşiyên Kurd, hemwelatiyên çiyayên Zagros de çiqas bû?.
Dr. Cemal Reşîd, di beşê yekem ji pirtûka xwe ( Diyarbûna Kurd di dîrokê de ) rû 205-233) de, bingeha zimanê somrî bi awayê kûr û fireh vekolaye, ew kar hêjaye, ku ji bo diyarkirina wekheviya herdu zimanên somerî û kurdî, bibe palpişt. Ji hêleke din de em weha dibînin, ku divê legervan, nemaze pisporên bermayên kevin û zimên, bi giranî li vê babetê binerin, da çareyê ji bo aloziyên li gel zimanê somerî têkildar in, bibînin, û lêgervanên, ku li xwe heyirînê, ji heyirîna dirêj bi derxînin.
2.Lolo: Gelê çiyayî ye bi navê (Lolobî) an jî (Lolomî) hatiye navandin, cîgehê rûniştina wî beşê bakur yê çiyayên Zagros bû, bi xwe jî beşek e, ji tevayîya gelên bi navê ( Zagros – Elamite ) dihatine naskirin. Welatê vî gelî heya gola Urmiyayê, û heye ji wê dûrtir bi bakur de, diçû, her weha Lolo li deverên kêleka Silêmaniyê jî rûnistibûn. Kevintirîn behsa li ser wan di nivîsên mîxî de vedigerin sedsalên (çerx) 28ê berî zayînê. Gava Akadiyan ( ji miletên çolê yên rehê Samî ne ) bi serperştiya Şah Sergon dest dan ser welatê Somer, û bûn serekên welatê du çeman (Bilad Rafîdên), wê hîngê welatê Lolowiyan bû armanca hêrişên wan yên berdewam, ji dema Sergon û kurê wî Manishtusu (2287-2272 b.z) de heya bi dema Naram Sîn (2272-2235 b.z) kurê Manishtusu(21).
Piştî şikestina Akadiyan li ser destên gelê Gotî, rewşa gelê Lolo çêtir bû, û wan di dema sêyemîn komnifşê Or de (2112-2004 b.z) deng vedan, û navê wan (Lolo) di serdema Babilî ya kevin de ( 1990-1600 b.z ) mezin û firehtir bû, heya ku li ser hemî êlên çiyayî hate raxistin, û ber bi roava de belav bûn, û şahnişîneke wan a mezin li dawiya du hezar salên berî zayînê hebû. Ev şahnişîna wan li hember Aşoriyan rû bi rû bû, û di serdema Aşorî ya navîn de piraniya deverên wan ketin bin destên Aşoriyan, û di sedsala heyştdehê de hemî deverên wan yên roava bi navê ( Zamwa ) li şûna navê ( Lolobî ) hatin bi navkirin.
Di dema şahnişîna Orarto de ( 800-700 b.z ) welatê wan bi navê ( Zamwa ) dihate bi navkirin, heye ew navê êleke wan bû, lê ji sedsalaa 9ê b.z de navê ( Lolobî ) wenda bû, û navê ( Zamwa ) şûna wî girt(22).
3. Gotî/Guti: Navê Gotiyan di sê û du hezar salên berî zayînê de diyar bû, komelên, ku rehê wan hevbeş bû, bi vî navî hatin naskirin. Xuyaye ku deverên destlatdariya wan, li gor xurtbûn û qelsbûna hêzên derdorê, carina teng û hindik, û carina jî fireh dibûn. Diyakonov tîne zimên, ku ewana li rohilat û bakur-roavayê gelê Lolo rûdiniştin, û heye jî ewana deverên Azerbeycanê û Kurdistanê bi dest xwe xistibûn, di pey re jî hemî netewên, ku li bakur-rohilatê Babil dijiyan, bi vê têrmê hatin naskirin, lê di yekemîn hezar salên berî zayînê de, evê têrmê ser tevayê Orarto û xelkê Min-naya û Med girt(23).
Jîrnot Wîlhêlm tîne zimên, ku welatê Gotiyan li başûr û başûr-roavayê deverên Lolo diket; ango li wê devera, ku herdu çemên Diyala û UÙzeym tê re derbas dibûn, û paşê jî ber bi başûr de belav bûn. Dr. Cemal Reşîd weha diçe, ku Gotî li deverên navbera çemê Zaba Jêrîn û çemê Diyala jiyane, û Kerkûk û derdorên wê jî navenda welatê wan bû. Her weha di belgehên dîrokî de xuya dibe, ku navê Gotiyan, di demên sê û du hezar salên berî zayînê de, ser hemî rûniştevanên rohilat û bakur-rohilatê welatê Lolo digirt. Lê gava Akadiyan, bi serperştiya Sergon, destên xwe dan ser welatê Somer, welatê Gotiyan jî bû armanca hêrişên Akadiyan, dîlên Gotî wek koleyan li bazarên Somer dihatin firotin(24).
Le belê Gotiyan, li gor diyalîktîka nakokiyên navbera netewên çiyan û yên çolê ji bo bidestxistina deştan, li hember hêrişên Akadiyan destbest nemabûn, ewana hêza hemî êlan dane ser hev, û hevalbendî li gel Lolo girêdan, û li dijî Akadiyan dest bi serhildanan kirin, û gava destlata Akadiyan jar bû, Gotî jî ji destelata wan rizgar bûn, û çarenûsa xwe xistin destên xwe, û di pey re hêriş bi ser bajarê ( Akad ) paytexta Akadiyan de ajotin, û li gor rastirîn hewalan, sala (2230 b. z) dewleta wan gêr kirin, û navenda destlata Gotiyan jî li Erabxa ( Krkûka nûka ) bû, û destên xwe bi giranî dan ser bajarên Akadî, lê destlata xwe nedan ser başûr, belê tenê bace ji wan distandin, û kar û barên rêvebiriyê ji bo hikumdarên herêmî hêştin, pêre jî li bajarên Somer hinek azadiya konevanî û bazirganî peyda bû, ku bû sedema pêşketinên mezin li bajatrên başûr, nemaz li bajarê Leceş, û di pey re Orok(25).
Yekemîn şahê Gotî, ku navê wî di nivîsên mîxî de diyar bûye, Îrîdo Bêzêr e, ku hemdemê sahî Akadî Naram Sîn e, û yekemîn şahê Gotî, ku hikumdarî li welatê Akad kiriye, Îlolomîş e, û dawîtirîn şahê wan Tîrîcan e, yê ku mîrê Somer Uto Hêgal li derdora sala (2130 b. z) serî li ber hilda, şerê wî kir, û ew dîl girt. Gotî jî, di dû re, vekşiyan deverên xwe yên ciyayî.
Destlata Gotiyan li ser başûrê welatê du çeman derdora 91 salan dom kir, di wê naveberê re 19 şahan hikum kirin, hêza Gotiyan jî hinohino kêm bû, û pir tişt ji şaristaniya Somer û Akad wergirtin, û ji nîvê destlata xwe de navên Samî hilgirtin, bi zimanê akadî û rêzexeta mîxî nivisandin, û li kêlek xwedayên xwe, hinek samî, wek Eştar û Sîn jî naskirin(26).
Û wek çawa bûye rêzek di nivîsên dîroka Roavayê Asiyayê de, ewên ku bi mebestên netewî an jî ayînî hatine nivisandin, her tim rûçikên ( sîfet ) kirêt bi ser Gotiyan ve bûne, wek çawa hatiye gotin, ku Gotî kesine dirende ne, “marên çiya ne, jinê ji mêr û kur ji bavî revandine, destlat ji Somer standine û birine çiyan“ Zevî û berhemên wê xirab kirine, perestgeh û serayên (qesir) şahan dizîne, û bi şûran serên berxwedanerên hember xwe firandine(27).
Xwediyên wan boçûn û nivîsan, çavên xwe li hember kirên Akadiyan girtin, ew Akadiyên, ku gava hêriş dibirin ser wlatê Gotiyan her der hildiweşandin, disotin, her kes dikuştin, dîl digirtin, riswa dikirin, her der û tişt didizîn, û destlata xwe bi zora şûr bi xelkê didan pejirandin. Ewana ev kar û tiştên kirêt hemî wek mafekî ji xwe re dijmartin, lê li hemberê, gava netewên çiyan şerê wan dikirin, ew netewe wek direndeyan dijmartin. Bi ser de jî ewan nivîsevanan ji bîra kirin, û qet nehanîn zimên, ku Gotiyan rewşa ewleyî li hemî deverên welêt parastin, û keys li pês bajarên Somer vekirin, da di pey rizgarkirina ji bin destên Akadiyan ber bi pêş de biçin û geş bibin(28).
4. Subartu. Sobarto: Tum paşkîteke somerî ye,bi paş navên erdnîgarî dikeve, wek Subartum, Gutium, tîpa m di zimanê akadî de jê dikeve, û tu dimîne, wek Subartu, Îlamtu, Orartu, û Subartu jî dibe ( Şubartu ), bingeha peyva ( Subartu/Sobarto ) somerî ye, û bi awayê ( Su kî )ye, ku wateya ( erd /xaka So ) dide.
Şûna Subartu /Sobarto ya erdnîgarî, wek hemî şûnên kevin, li gor pergalên konevanî yên herêmî, teng û fireh dibû. Jîrnot wîlhêlm dibêje: “Navê erdnîgarî Sobarto (Sober di zimanê Somer de) her tim ne nîşana deverine sînorkirîbûn li bakurê welatê Babil, belê evî navî, berî pêşî devereke bakur ji rohilatê çemê Dîcleyê digirt, û di pey re şûna wî fireh bû, û welatê Aşor û bakurê welatê du çeman girt, û dawî jî di deqên (text) babilî de wek rûcikekî (sîfet) welatê Aşor hate xebitandin“(29).
Dr. Mihemed Beyyomî Mehran dibêje: „Eger çi be jî, Aşorî neketin erdekî /xakeke vala, belê şûnên, ku ewana lê rûniştin, netewene din berî wan lê rûnistibûn, me ji wan netweyan Subartu / Sobarto naskirîye, ewên ku berê li devera navbera çemê Dîcle û çiyayên Zagros rûniştibûn, ewana ( Sobarto ) ne ji rehê Samî ne. li gor vê yekê, em dikanin texmîn bikin, ku hatina Samiyan ji hêla başûr an bakur, an jî ji herdu hêlan de, bû sedema nakokiyê di navbera wan û xelkê Sobarto; xwediyên cih de, ev nakokî bi serketina wan kesên hatine (Samî) û cihgirtina wan, bi dawî hat. Tevî ku Babiliyan, di dû re, pir caran cidabûn nexistin navbera Aşoriyan û Sobariyan, û ewana wek rehekî jimartin, heye ku sedema wê jî ew be, ku herdu gel, bi rêveçûna serdeman re tevlihev bûne, bi ser de jî hin kes weha diçin, ku Somerî berî Samiyên roavayî li van şûnan bi cih bûn, û kirin navend ji bo şaristaniya xwe ya bakurî “(20).
Dr. Amir Silêman û Ehmed Malik El-Fityan dibêjin:“Navê Aşor, berî sê hezar salên berî zayînê,li bakurê Îraqê nehatibû naskirin,belê xelkên wê deverê bi navê (Sobariyan) dihatin naskirin, û welat jî bi navê (Sobarto) dihate naskirin. Lê gava Aşorî hatin wê deverê, nav û welatê Aşor bi ser deverê ket, û Sobarî jî tev li wan bûn, û hinek jî ber bi deverên çiya de çûn“(31).
Dr. Samî SeîÙd El-Ehmed jî weha dibêje: „Navên pirên bajarên Somer ne somerî bûn, belê Sobarî bûn ( Berferatiyên pêşî ), wek Or, Erîdo, Orok, Sîpar, Larsa, legeş, û h.w.d, û eger em bala xwe bidin gelek peyvên somerî, heye em pir peyvên Sobarî di nav wan de bibînin“(32).
Dr. Cemal Reşid jî weha diçe, ku ( Soborto ), wek têrmeke erdnîgarî, ji sê hezar salên berî zayînê de derbas dîrokê bûye, û welatê, ku dikeve navbera ( Parahşî ) yê ku li bakurê Îlamê ye, û çiyayên Emanos yên li deryaya Sipî dinerin li hêla roava, bi vî navî dihate naskirin, û deverên Gotiyan û yên Lolo,di dema şahê Akad; Naram Sîn de, bi ser Sobarto de hatin jimartin, û serokên wan navê ( Insî Sobarto ) hildigirtin, Insî jî navekî somerî ye, wateya wî hakim e.
Dr. Cemal Reşîd hîn weha jî diçe, ku pirên deverên bakurê geliyê du çeman ( Rafîdên ), di têrmên babilî de, bi (Sobarto) hatin naskirin, û hemwelatiyên wan deveran yên ne samî û ne hindo-ewropî, çi Gotî û Lolo bûn, çi jî hinên din bûn, têrma (Sobarto) ser hemiyan girt, û pê re jî ( Sobarto ) ne navê miletekî ye, belê navekî erdnîgarî ye, hemî bakuriyan (rûniştevanên deverên jorîn) dinimûne, Farisan jî ew devera bi ( Gohistan ) navandin, û jêderên Ereban jê re gotin ( Qohistan ), ku bi navê ( Iqlîm El-Cebel / Herêma çiya ) an jî (Bîlad El-Cebel / Welatê çiya ) derbas zimanê erebî bû(33).
Ev agahiyên derbas bûne, me digihînin wê baweriyê, ku Sobarto yekek ji wan gelên / netewên Zagros yên kevin in, û devera ku lê bi cih bûne, çi biçûk be, çi fireh be, ew devera ye, ku pêşiyên Kurd, ji dema serdemên kevirî de, lê cîwar bûbûn, û têkiliya germ di navbera Sobariyan û Someriyan de hebû. Ev yeka jî dibe nîşana hebûna têkiliya êtnî û çandî di navbera Someriyan û Zagrosiyan; pêşiyên Kurd de, û Sobariyan şahnişîneke hêzdar li bakur avakirin, û deverên, ku paşê bi ( welatê Aşor ) hatin naskirin jî ketin nav wê şahnişîna, ku yek ji şahên wê Îlo Şoma bû, ku hemdemê damezrênerê yekemîn Famîliya Babil Sumu Abum ( 1894-1891 b. z ) bû(34).
Ev zanyariyên derbas bûne, hemî li derdora kevintirîn pêşiyên Kurd digerin, gelo nifşên di pey wan re kî ne?. Bila persiva vê pirsê jî para xeleka, ku wê werê be.
****** **** ******
Jêder û çavkanî:
(12) Peymana kevin, beşê pêkhatin ( tekwîn ), not 24, ayet 10. Ebdil-Hekîm Ezzennon: Bîranîna yekemîn, rû 212. Samî SeîÙd El-Ehmed: Somerî û kelepûra wan ya şaristanî, rû 5. Jîn Porter û hinên din: Rohilata nêzîk û şaristaniyên pêşî, rû 20.
(13)Fadil Ebdil-Wahêd Elî: Ji Somer heya Tewratê, rû 23. Samî SeîÙd El-Ehmed: Jêdera berê, rû 42. Amir Silêman û Ehmed Malik El-Fityan: Lêkolînên dîroka kevin, rû 71.
(14) Peyman kevin, beşê pêkhatin ( tekwîn ), not 10, ayet 10. Fadil Ebdil-Wahêd Elî: Jêdera berê, rû 97. Ehmed Malik El-Fityan: Lêkolînên dîroka kevin, rû 25, not 1. Ebdil-Hekîm Ezzennon: Jêdra berê, rû 24.
(15) Fadil Ebdil-Wahêd Elî: Jêdera navborî, rû 21, 22.
(16) Siptîno Moskatî: Şaristaniyên Samiyan yên kevin, rû 67. Birahîm El-Fennî: Ettewrat, rû319. Mihemed Beyyomî Mehran: Dîroka Îraqê ya kevin, rû 90-92. Samî SeîÙd El-Ehmed: Jêdera berê, rû 42.
(17)Amir Silêman û Ehmed Malik El-Fityan: Jêdera berê, rû 73,74.
(18)Amir Silêman û Ehmed Malik El-Fityan: Jedera berê, rû 74.
(19) Fadil Ebdil-Wahêd: Jêdera berê, rû 22. Samî Seîd El-Ehmed: Jêdera berê, rû 42, 82.
(20)Biner: Semowêl Kirêmer: Ji lewhên (Tablowên) Somer, rû 63, 406, 409. Jîn Portro: Jêdera berê, rû 8. Fadil Ebdil-Wahêd Elî: Jêdera berê, rû 80, 140. Ebdil-Hemîd Zayêd: Rahilata nemir, rû 388. Guropek zanayên Sevyetistanê: Îraqa kevin, rû 32, 197, 276. Fadil Ebdil-Wahêd û Amir Silêman: Baw û rêzikên gelên kevin, rû 179, 180.
(21) Amir Silêman û Ehmed Malik El-Fityan: Jedera berê, rû 102. Ebdil-Hekîm Ezzennon: Jêdera berê, rû 75. Tewfîq Silêman: Lêkolînên şaristaniya roavayê Asiyayê yên kevin, rû 132.
(22) Jêrnot Wîlhêlm: Horî, rû 31,not 1. Ebdil-Hemîd Zayêd: Rohilata nemir, rû 561, 562. Diyakonov: Med, rû 107, 108.
(23) Diyakonov: Jêdera navborî, rû 109.
(24) Jêrnot Wîlhêlm: Jêdera berê,, rû 31, not 2.Cemal Reşîd: Diyarbûna Kurd di dîrokê de,beş 1. rû 547. Mihemed Beyyomî Mehran: Jêdera berê, rû 131.
(25) Diyakonov: Jêdera navborî, rû 110. Mihemed Beyomî Mehran: Jêdera navborî, rû 162, 163.
(26) Diyakonov: Jêdera berê, rû 110. Mihemed Beyomî Mehran: Jêdera berê, rû 162, 163.
(27) Tewfîq Silêman: Jêdera berê, rû 140. Mihemed Beyomî Mehran: Jêdera berê, rû 141, 162.
(28) Diyakonov: Jêdera berê, rû 110. Ebdil-Hekîm Ezzennon: Jêdera berê, rû 79.
(29) Jêrnot Wîlhêlm: Jêdera berê, rû 29.
(30) Mihemed Beyyomî Mehran: Jêdera berê, rû 325.
(31) Amir Silêman û Ehmed Malik El-Fityan: Jêdera berê, rû 143.
(32) Samî SeîÙd El-Ehmed: Jêdera berê, rû 47.
(33) Cemal Reşîd: Jêdera berê, rû 429-437. Samî SeîÙd El-Ehmed: Jêdera berê, rû 4. Mihemed Beyyomî Mehran: Jêdera berê, rû 142, 226.
(34) Ebdil-Hemîd Zayêd: Jêdera berê, rû 81. Mihemed Beyyomî Mehran: Jêdera berê, rû 218.
Re: Dr. Ehme Xelîl: KesayetÃya Kurd - (Kürt Kişiliği) / Aktar.