Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di qonaxeke gelek girîng û qritîk re derbas dibe. Ez, ev dema ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têde dijîn, dişibînim piştî Şere Cîhanî yê 1-emîn û 2-emîn û demên din yên dîrokî.
Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di qonaxeke gelek girîng û qritîk re derbas dibe. Ez, ev dema ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê têde dijîn, dişibînim piştî Şere Cîhanî yê 1-emîn û 2-emîn û demên din yên dîrokî. Di demên dîrokî yên buhurî de reflekse kurdan û tirkan her demê hem ji hevûdu cûda û hem jî her demê bi hev re bûye. Her demê refleksa tirkan rasyonal û ji bona berjewendiya grub û civata xwe bûye, helwest û refleksa kurdan ji derveyî rasyonalîzmê û berjewendiya xwe bûye. Di vê qonaxayê de jî refleksa kurdan û tirkan dîsa bi hev re û cûda ye. Dîsa refleksa tirkan dema ku mirov lê mêze dike dibîne ku tirk dizanin çi dikin, kurd nizanin çi bikin.
“Gelo ev tespîta min di cîh de ye û an ne cîh de ye?“, divê gorî demên û qonaxên dîrokî bi kurtî be jî, divê bê analîz kirin.
Tirkan çi kir û kurdan çi kir?
Tirk, civateke Asya ya Navîn e. Dema ku tirkan dîtin ku li Asya ya Navîn jiyan ne rehet û derfet ne zêde ne, an jî xwestin ku ciyê xwe fireh bikin, biryar dan ku bên Rojhilata Navîn. Dema ku ew hatin Rojhilata Navîn Romayan li Rojhilata Navîn hikum dikir, kurd jî rûniştvanên dîrokî û kevn yên Rojhilata Navîn bûn.
Tirkan dema ku xwestin ku li Rojhilata Navîn rûniştvan bin, Romayan nexwestin ku îzin bidin wan. Diviya bû ku kurdan jî li hemberî tirkan helwest nîşan bida. Lê refleksa îslamî ya kurdan îzin da, ku bi tirkan re bibin yek, li hemberî roman şer bikin. Encama vî şerî roman wenda kir, tirk bûn dewlet û kurd bê dewlet man.
Tirkan piştî ku dewleta xwe li ser axa kurdan ava kirin. Tirkan tixubên xwe heta sînorê behra reş û spî birin. Bi vî awayî tirkên bê welat û bê ax, ji bona xwe welatek çê kirin û li ser wan axan hikum kirin û gelên wan axan jî kirin bin bandora xwe.
Heta nûha kurdan ev helwesta xwe ya li Melezgîrtê, ji bona xwe helwesteke şaş û li dijî berjewendiya xwe didîtin û her demê xwe rexne dikirin û dixwestin ji wê ceribandinê ders derxin. Hezar mixabin, serokê PKKê Evdillah Ocalanî, ev îttîfaqa kurdan û tirkan êrinî û pozîtîv dipejirîne; ev yekîtiya kurdan û tirkan ya sala 1071-ê, ku bi her awayî li dijî berjewendiya kurdan bû, wek modeleke wekhev û çareseriyê pêşkêş dike.
Tirk, di sala 1071-an de ketin nav dîrokê, lê kurd ji derveyî dîrokê man.
*****
Împeratoriya Osmanî, dewleteke neteweyî nebû. Malbat û hanedana osmanî li împeratoriya Osmanî hikum dikir. Hanedana Osmanî li ser milên gel û kêm neteweyên cihê împeratoriya xwe hem ava kir û hem jî împaretoriya xwe fireh kir. Gelên Balqanî, Nîv Cezîriya Ereban, Kurdistan, Ermenîstan xistin bin desthilatdarî û bandora xwe. Împeratoriya Osmanî heta ber deriyê Wiyaneyê çûn û li wir şer wenda kirin û paşve vegeriyan.
Împeratoriya Osmanî dema ku heta ber deriyê Wîyaneyê çû, wê demê Ewrupayê xeterî û emperyaliya Împeratoriya Osmanî fahm kirin û gorî wê helwest nîşan dan. Loma ji gelên Balqanî re piştgirî kirin, ku ew gelan ji Împeratoriya Osmanî veqetin û bibin dewletên serbixwe yên neteweyî. Gelên Balqanî di stratejî û armanca xwe de jî bi serketin. Gelên Balqanî beriya Şerê Cîhanî yê 1-emîn dewletên xwe ava kirin.
Di wê demê de Kurdistan herêmeke nîv-otonom bû û bi ev nîv-otonomiya xwe dîrokî bûn û rolek dilîstin. Tirk xwediyê herêmeke otonom nebûn. Lê tirkan dixwestin ku di nav Împeratoriya Osmanî de bibin desthilatdar. Ji bona vê yekê, pêşî Osmaniyên Cîwan, pişt re Tirkên Jonî û di dawî de jî îttîhad a Terakkî ava kirin.
Ittıhad a Terakkî, bi destên kurdan, ernawudan, tirkan, çerkezan ava bû. Armanca îttîhad a Terakkî, di destpêkê de her çiqas dewleteke mişterek ava kirin bû jî; pişt re derket ku armanca îttîhad a Terakkî dewleteke neteweyî ya tirk e. Beriya ku dewleteke neteweyî ya tirk ava bibe, tirkan di nav Împeratoriya Osmanî de ji bona ku împeratoriya Osmanî bi tevayî nayê hilweşandin, neteweyên bindest û ewrupayî ji împeratoriyê veneqetin di destpêkê de Reforma Tanzîmatê û pişt re jî Meşruiyeta 1-emîn û 2-emîn pêk hatin. Împeratoriya Osmanî jinûve va bû. Kurd, di vê pêvajoyê de jî, wek neteweyên balqanî nebûn aktorekî serbixwe. Kurdan her çiqas di sala 1880-yî de di bin pêşengiya Şêxê Nehrî Ubeydullahî de xwestin ku dewleteke serbixwe ava bikin, lê di wê hewildanê de şikest xwarin.
Di qonaxa dawî ya împeratoriya Osmanî de, di sala 1915-an de, di nav şerê Cîhanî yê 1-emîn de îttîhad a Terakkî ji bona ku dewleteke neteweyî ava bikin, xwestin ku bandora Ewrupayî ya li ser împeratoriya Osmanî bişikînin, biryar dan ku Neteweya Ermenî ji holê rakin. Encama vê siyasetê jenosîda Ermeniyan ya 1915-an pêk hat. Lewra tê zanîn ku di wan salan de Ermeniyan dixwest ku bi alikariya Risyayê û Ewrupayê dewleteke serbixwe ya milî ava bikin.
Dema ku Tirkan ermeniyan qirqirin û ermenî di komkujiyê re derbas kirin, dizanîn ku çi dikin. Lê kurdan ev yeka fahm nekir. Osmaniyan-Ittîhad a Terakkî kurd bi kar anîn. Bi destê kurdan, ermenî dan kuştin. Bi vî awayî ji bona kurdan hem pozîsyoneke ne rewa derket holê û hem jî tirkan pêwendiya Ewrupayê û kurdan ji hevûdu veqetandin.
Piştî Şerê Cîhanî yê 1-emîn Ewupayîyan li Rojhişlata Navîn ereb kirin dewlet, ji kurdan re nebûn alîkar û di heman dem de welatên kurdan parçekirin.
*****
Împeratoriya Osmanî di Şerê Cîhanî 1-emın de wenda kir. Ewrupayîyan biryar dan ku êdî tirk wek dewlet di dîrokê cîh negrin û ji bona vê jî Împeratoriya Osmanî ji çar aliyan de hat dagirkirin, biryar hat girtin ku Kurdistan û Ermenîstan wek du dewletan ava bibe. Di wan şertan de jî, Tirkan dev ji hewildana dewleteke neteweyî ber nedan. Hanedanê Osmanî û Sultan Vahdetînî bi destê M. Kemal û hevalên wî ew xebata xwe meşand. Wê demê biryar hatibû dayîn ku ereb jî bibin dewlet. Bes Kurdistan û gelê kurd wek gelekî misilman di bin bandora Osmanî de mabû. Bi Sewrê biryar hatibû girtin ku Kurd bibin dewlet. Kurdan Peymana Sewrê û helwesta Ewrupayê ya ji bona berjewendiya wan fahm nekirin û ji bona vê helwesteke neteweyî û serbixwe nîşan nedan, bi M. Kemal û hevalên wan re bûn alîkar. M. Kemal û Hevalên wan jî, di destpêkê de awayekî wusa diyar kirin, ku ew dewleta ava bibe, dê bibe dewleteke hevbeş ya kurdan û tirkan.
Tirkan, her çiqas wê demê îngilîz dijminên wan bûn jî, îngilîz jî bi kar anîn.
Di sala 1917-an de dema ku desthilatdarî li Risyayê kete destê Lenîn û hevalên wî, ev guhertin û qewimandina ji bona Ewrupayê bû tirseke mezin. Lewra li Risyayê desthilatdariya sosyalîst xwe li hemberî sîstema emperyal ya Ewrupayê alternatîf didît û biryar ew bû ku sîstema emperyalî ji holê rakin. Tirkan ji bona Risyayê helwesta vekirî nebe jî, diyar kirin. Wê demê dijminên tirkan îngilîzan biryar dan ku ji bona Tirkan dewletekê ava bikin. Tirkan di heman dem de ji desthilatdariya sosyalîst ya Risyayê jî piştgirî girt. Lewra Lenîn û desthilatdariya sosyalîst li Risyayê, Tevgera M. Kemal û hevalên wî tevgereke neteweyîxwaz û pêşenga gelên Rojhilat dipejirandin.
Tirkan di nav tunebûnê de ji nûve dewletek û dewleteke neteweyî ava kirin. Di destpêkê de her çiqas hebûna kurdan pejitrandibin jî, piştî demeke dewleta neteweyî ya tirk, sîstemeke otorîter û kolonyal û faşîzan pejirand. Encama ev siyaset û sîstema fermî ya otorîter û kolonyalîst, tune bûna kurdan îlan kir û hemû mafên neteweyî yên kurdan xesip kir, statuya Kurdistanê ya di Împeratoriya Osmanî de jî ji holê rakir. Bi vê siyasetê neteweya tirk xwe jinûve ava kir. Lewra ji bona dewletekê ava bike, neteweya tirk a kâmîl tune bû. Ji bona vê dewlete neteweyî ya tirk ava bû, pişt re neteweya tirk ava bû. Loma jî di vê merheleyê de jî, ji “dewleta neteweyî ya tirk ne“, “neteweya dewleta tirk“ tê qal kirin. Ji bona vê, ji neteweyekî leşker tê behs kirin û tirk bi her awayî minnetarî leşkeran e. Lewra ew baş dizanin ku leşkeran ew wek milet qewimandine.
Di vê navberê de bi Peymana Lozanê jî neteweya kurd û Kurdistan hat parçekirin. Dewleta Neteweyî ya Tirk bi Lozanê meşruiyet qezenç kir. Hezar mixabin kurd di Peymana Lozanê de nebûn teref, tirk ji bona xwe berpirsiyar pejirandin. Tirkan careke din bi destê kurdan û piştgiriya wan meşruiyeta dewleta xwe temîn kirin. Dîsa bi destên kurdan kolonîbûna Kurdistanê tescîl kirin. Li vir derket holê ku kurd dîsa nizanin çi dikin û nizanin ku berjewendiya wan çi ye.
*****
Kurdan dema ku dîtin ku welat û mafên xwe bi tevayî wendakirine, wê demê di sala 1919-an de dest bi serîhildanên milî kirin. Bi van serîhildanên milî û neteweyî kurd ji nûve duxulî dîrokê bûn. Ev serihildanên milî/neteweyî li Kurdistanê heta sala 1938-an dom kir. Serîhildana milî ya kurd ya dawî, Serîhildana Dersîmê bû. Wek di van rojên dawî de tê qal kirin û minaqeşe kirin, li Dersîmê elewî ne, elewîyên kurd hatin kuştin. Heger Elewiyên Dersîmê ne kurd bûna, ev yeka nedihat serê wan. Lewra elewiyên tirk li herêmên din xwediyê armanceke dewleteke serbixwe nebûn. Dersîm kurd bû û bajarekî Kurdistanê bû.
Serîhildanên Kurdistanê bi zor û komkujî û qirqirina Dewleta Tirk hatin temirandin.
*****
Kurd, piştî komkujiyan û qirqirinê ji dîrokê derketin. Kurd ji derveyî siyasetê man û qedere kurdan bi destê dewleta tirk hat tespît kirin.
Şerê Cîhanî yê 2-emîn li dinyayê statuya heyî guhert û gelek neteweyên bindest û kolonî dewletên xwe yên serbixwe ava kirin. Kurdan nikarî qedere xwe ya girêdayî Dewleta Tirk biguhere.
Dewleta Tirk di Şerê Cîhanî yê 2-emîn de wek hevalbendê Elmanyayê û Faşîzma Musolînî tevgeriya û ew jî di şer de bû terefe wendakirî. Lê Dewleta Tirk ew bedela ku Elmanyayê û elîta faşist da, neda. Mirov dikare bibêje, ku Dewleta Tirk, piştî şer aqilane tevgeriya û ji dinyayê re diyar kir, ku demokrasî pejirandiyê û pirpartitî xistiye jiyanê. Bi vê atraksîyon û manewrayê, bi Emerîka û îngilîzan re careke din girêdana xwe pêk anî. Li Tirkiyeyê Partiya Demokrat ava bû. Kurdan siyaseteke serbixwe nemeşand û wek aktoreke dîrokî tevnegeriya, ji Dewleta Tirk re careke din bû duvik. Demokrat Partiyê ji bona ku biçek ji herêma kurd re nezîkayî nîşan da û li ser Qetlîama Ozalpê rawestiya û General Muglalî ceza kir, kurdan bi giranî piştgiriya Demokrat Partiyê kir.
Kurd ev car jî gorî du partiyên Dewleta Tirk di nav xwe de beş û parçe bûn: Desthilatdarên kurdan piştgiriya DPê û xwendevanên kurd jî piştgiriya CHPê kirin, ku CHPê raste rast partiya dewletê û partiya Kemalîst û partiya M. Kemal bû.
*****
Piştî darbeya leşkerî ya 27-ê Gulana 1960-yî jî, gorî rengînbûna siyaseta tirkan, helwesta kurdan jî rengîn bûn. Beşek rewşenbîrên çep jî, di nav TÎPê de cî girtin. Di vê merheleyê de her çiqas sosyalîstên tirk ji bona xwe siyaseteke nû ya serbixwe meşandin jî, kurdan dîsa bi tirkan re hevgirêdane xwe dom kirin. Tirkan ji bayê şoreşgerî û demokrasiyê dîsa sûd wergirt, kurdan ji bona xwe riyeke serbixwe nemeşandin.
Kurdan heta sala 1965-an siyaseteke serbixwe nemeşandin û ji siyaseta tirkan re bûn alîkar. Di sala 1965-an de dema ku kurdan siyaseta serbixwe ava kirin jî, bi rêxistinîbûneke gellek qels ketin rojevê. Di sala 1969-an de siyaseta kurd qarektereka kîtlewî û rêxistinî qezenç kir. Ev car jî, di sala 1971-an de bi destê desthilatdariya leşkerî şikest xwar. Dema ku tevgera kurd şikest xwar, dewleta tirk û leşkerên otorîter, bi Rojavayê û Emerîkayê re hevgirêdana xwe xurtir kir û ji konjoktûrê sûd wergirtin, dewleta xwe jinûve ava kirin.
*****
Di sala 1974-80yî de pêla serxwebûn û azadiyê li Kurdistanê xurt bû. Ev car jî dewleta tirk ji bona ku vê pêlê bişikîne; kurdan, ji serxwebûn û azadiyê dûr bixwe, di nav Tevgera Kurd de bi riya PKKê xwe organîze kir û pêvajoya jinûve avakirina dewleta tirk bi darbeya faşîst ya otorîter hat qonaxeke nû û di vê qonaxê de tevgera milî ya demokrat ya kurd û û rêxistinên wê tasfiye kir; partnerê xwe PKKê li ser piyan hişt. PKKê hem bi pişgiriya dizî ya dewleta tirk, hem jî bi piştgiriya vekirî ya dewletên kolonyalîst; piştgiriya Îranê, Suriyeyê, Iraqê xurttir bû.
Dema ku piştî Şerê Sar ji hemû neteweyên bindest re derfet bû, ku serxwebûn û azadiyan xwe qezenç bikin; tevgerên milî bûn çêkerên dîrokê dewleta tirk bi rêya Ocalanî diyar kir, ku kurd hewcedarî dewleta serbixwe jî nînin, hewcedarî dewleta federe jî nînîn, hewcedarî otonomiyê û ozerkbûnê jî nînin.
Di vê merheleyê de kurd û tirk çi dikin?
Tirkan fahm kiriye, ku Dewleta Kemalîst di sedsala 21-an de, di sedsala demokrasî û globalîzmê de êdî nikare ku bi paradîgmaya xwe ya kevn bimeşe. Dewleta tirk dizane, ku di şertên demokrasiyê de rêwanebûn û meşrunebûna wê hîn hêsantir derdikeve pêş. Ji bona vê divê meşruiyeta dewletê bi aktorên nû bê qezenç kirin û dewlet divê jinûve bê ava kirin. Ji bona meruiyet û jinûve avakirina dewletê divê “pirsa kurd“, demokrasî, Yekîtiya Ewrupayê û hêjayiyên wê, pêwendiya Emerîkayê wek enstrûman bê bi kar anîn. Ji bona vê dewletê/hıkumetê projeya “vebûna pirsa kurd“, “vebûna demokrasiyê“, “vebûna milî ya aramî û yekîtiyê“ anî rojevê.
Tirk, dewleta xwe bi parametreyên nû ava dikin. Ev dewleta tirk ya nû, dewleta empertyal ya osmaniya nû ye. Wezîrê Derva jî vê yekê gelek aşkere îtiraf dike. Di vê dewletê de kurd dîsa wek neteweyekî bindest e û Kurdistan jî kolonî ye. Ji bona vê Dewleta Tirk, bi dewletên kolonyalîst re pêwendiyên xwe yên klasîk li dijî kurdan, jinûve ji çav derbas dike û gorî şertên nû yên dinyayê xwe tasarim dike.
Dewleta Tirk, di sala 2003-an de bi refleksa xwe ya nîjadperest, ji bona ku dê li Iraqê dewleteke federe ya Kurdistanê ava bibe, piştgiriya Emerîkayê û hevalbendên wê nekir; pişitgiriya Seddam kir. Bi vê helwestê ji derveyî denklemê û dema nû û globnalîzmê ma. Di vê qonaxeyê de Dewleta Tirk dixwaze ev şaşiya xwe ji holê rake. Hem ji bona vê, hem jî di navbeyna Kurdên Bakur û Dewleta Federe ya Kurdistanê de duawarekî ava bike, pêwendiyên xwe bi Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê re xurt dike.
Kurd, li hemberî vê siyasetê duvîk in. Siyaseta dewletê/hikumetê, erînî ye û an jî ne êrinî ye, wê minaqeşe dike.
Kurd, xwediyê projeyeke neteweyî, serxwebûn û azadiya Kurdistanê, desthilatdariya neteweya kurd nînin.
Kurd, pêvajoya ku piştî şerê sar destpêkirî ye, fahm nakin. Rola neteeweyan û rola Neteweye kurd ya dîrokî fahm nakin.
Kurd, nûjen nînin. Siyaseta wan siyaseta dema şerê sar ya otorîter û totalîter e.
Kurd, demokrat nînin û ji mafên mirovan re rêzgirtî nînin.
Kurd, di vê merheleyê de ji derveyî siyaseta dewlet/hikumetê siyaseteke serbixwe ya neteweya kurd nameşînin. Kurd careke din ji derveyî dîrokê ne.
Di vê qonaxê de jî derket holê ku tirk dizanin û kurd nizanin çi dikin.
Loma jî kurd hewcedarî tevgereke nûjen, kurdistanî, demokrat, gelerî ne.
Amed, 26. 11. 2009