بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 4 March 2009

Kevoka delal, ji xwere li ber ava golê
bi ger û kêfek şaîde ye; bê xem, bê keder.
Ji qisaweta dur, kêf kefa wê ye.

Demek şûnde, dizvire li paş xwe dinihêr e ku, çi bibîne...!
dibîne ku qirikek reş,
li du wê ye û di nav nîkilê we de jî pelek,
li ser pelê, misqalek boyax,
bi pencikê xwe digre, per û baskê xwe dixemlîn e.

Kevoka delal, vedigere ji qirika reş dipirse, dibêje;
"Ez heyra, ev çî teşqeleye tu têde yî.
Te, per û baskê xwe xemilandîye mal ava, te xwe lewitandîye.
Ma xêr e!? Ne dawet e, ne jî dîlan..."

Qirika reş, bi dev kenî, dibêje;
"Dayika min, ez qirik bum ji qirikan, qirikek reş. Dem hat, ez bi rê ketim. Ji welatê xwe jî dur ketim û ev demekîye ku, li ser peçelê dara gûzê me,
qayitê te dikim, temaşê ye meşmeşa te ya delal, dengê te yê xweşik û rengê te yê xas dikim û gelek jî bala min kişand, hîna jî dikişîn e.

Ez jî dixwazim; wek te bimeşim, rengek wek te, dengek wek te hebim.

Kevoka delal, vedigere dibêje;
“Hey lo lo, hey lo...! Tew lo lo, tew lo!
Qeda li dinyayê keve, ez kevok bum ji kevokan,
tu kesek heta iroj ji bo min, ne nesîhatek da û ne jî şiretek li min kir.
Ez ez bim ez benî, wek xwe diminim û wek xwe diponijim.
Tu; wek xwe him rindi, him bedewî, him delalî, xweşiki, dîlberî, pakî...dev ji gemarîyê berdî; baştir e, xweştir e, çaktir e, hesantir e... bî muqabil ji tere şireta min jî evbe."

Lê qirika reş, goh nade şiret û nesîheta.
Ne wek xwe dimîn e û ne jî dibe gorgeçîna rengîn.

Qida li dinyayê keve...!

Sirrî Seqiq, çi dibêje gelo we çî fahm kir, ji axftina wî?

Hunê deng û rengê xwe bidine kê, di hilbijartinen de?

Kenan Fanî, digot ez dengê xwe bidime DDT ê.

Eyşe Xana Kurdi, di strenek xwede digot;
“Welleh te nagrim lo\ welleh nastinim\
Derdê hewî yê, welleh nakişînim...“

Xalê Ihsan, Nemirdani, Poturgeli, Serhad, Alan Lezan, Kenan fani, Serhed, Canbek, Delil Dersimi, Aso, Sexo u dost û braderên ku min navê wana bi kar nani ye...Ji we hemuyen re dem xweş,

Gel silav û rêz yên Kurdewarî...

slawa te ser seran,ser cawan. dev ji sirri berde,demek kinde hunê nava iddianama ergenekonê a didova navê sirri bibinin. hunê bibininki brayê sirri semo,ji terefê veli kücük,li vasita sirri sakik teslim buye. e-mailik ser sirri ji mere hatiye,ez sibe ez li gel vi kesi di axifim,ez bawerim sirri ne insanek diriste- ka heya sibe,ki dimre,ki sax diminê. carek ser cawan hati slaw u rez

[img]http://serbesti.net/AlaKurdistane.gif[/img] Malneket tu li kuye? tunebuna te livir xwe herdem eşkere dike xalo, yek caran wiha deng bide ku em zanibin tu maye nemaye,,heye tuneye. Dest xweş ji bo wan helbesten te.. Xalo em çibikin em ketine deste evdoçiyan u hemi versiyonen wî malxirabî. Neyê serê tu kesî û xwedê kesi neke tor û dezgehên Kurdkujan! Disa bixêr hati û dest xweş Ihsan KINIK

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.