Kevoka delal, ji xwere li ber ava golê
bi ger û kêfek şaîde ye; bê xem, bê keder.
Ji qisaweta dur, kêf kefa wê ye.
Demek şûnde, dizvire li paş xwe dinihêr e ku, çi bibîne...!
dibîne ku qirikek reş,
li du wê ye û di nav nîkilê we de jî pelek,
li ser pelê, misqalek boyax,
bi pencikê xwe digre, per û baskê xwe dixemlîn e.
Kevoka delal, vedigere ji qirika reş dipirse, dibêje;
"Ez heyra, ev çî teşqeleye tu têde yî.
Te, per û baskê xwe xemilandîye mal ava, te xwe lewitandîye.
Ma xêr e!? Ne dawet e, ne jî dîlan..."
Qirika reş, bi dev kenî, dibêje;
"Dayika min, ez qirik bum ji qirikan, qirikek reş. Dem hat, ez bi rê ketim. Ji welatê xwe jî dur ketim û ev demekîye ku, li ser peçelê dara gûzê me,
qayitê te dikim, temaşê ye meşmeşa te ya delal, dengê te yê xweşik û rengê te yê xas dikim û gelek jî bala min kişand, hîna jî dikişîn e.
Ez jî dixwazim; wek te bimeşim, rengek wek te, dengek wek te hebim.
Kevoka delal, vedigere dibêje;
“Hey lo lo, hey lo...! Tew lo lo, tew lo!
Qeda li dinyayê keve, ez kevok bum ji kevokan,
tu kesek heta iroj ji bo min, ne nesîhatek da û ne jî şiretek li min kir.
Ez ez bim ez benî, wek xwe diminim û wek xwe diponijim.
Tu; wek xwe him rindi, him bedewî, him delalî, xweşiki, dîlberî, pakî...dev ji gemarîyê berdî; baştir e, xweştir e, çaktir e, hesantir e... bî muqabil ji tere şireta min jî evbe."
Lê qirika reş, goh nade şiret û nesîheta.
Ne wek xwe dimîn e û ne jî dibe gorgeçîna rengîn.
Qida li dinyayê keve...!
Sirrî Seqiq, çi dibêje gelo we çî fahm kir, ji axftina wî?
Hunê deng û rengê xwe bidine kê, di hilbijartinen de?
Kenan Fanî, digot ez dengê xwe bidime DDT ê.
Eyşe Xana Kurdi, di strenek xwede digot;
“Welleh te nagrim lo\ welleh nastinim\
Derdê hewî yê, welleh nakişînim...“
Xalê Ihsan, Nemirdani, Poturgeli, Serhad, Alan Lezan, Kenan fani, Serhed, Canbek, Delil Dersimi, Aso, Sexo u dost û braderên ku min navê wana bi kar nani ye...Ji we hemuyen re dem xweş,
Gel silav û rêz yên Kurdewarî...
tu bi xer hati xalo