بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 2 January 2009

Hevalên Hêja,

Sersala we ya nû pîroz dikim. Bimînin di xêr û xweşiyê de.

*******

*Jenosîda Ermeniyan û lêborînxwestin ( I )*

* *

*Îbrahîm GUÇLU *

**

* *

Di van rojên dawî de çanda lêborînê derket holê. Herkes ji herkesî lêborînê
dixwaze. Ev çanda lêborînê pirsên bingehî yên dîrokî û tewanên dewletê
vedişerînê. Grubek rewşenbîr û rojnamegerên tirk ji bona ku ji ermeniyan
lêborîn bê xwestin dest bi qampanyayê kirin. Piştî wan kurdan jî ji
ermeniyan lêborîn xwest. Ev lêborîna kurdan pirs anî qonaxeke girîngtir.

Piştî qampanyaya ji ermeniyan lêborîn xwestin destpêkir, ev car pêşniyar hat
kirin ku divê ji kurdan jî lêborîn bê xwestin. Lê ev daxwaza ji kesan ne, ji
dewletê hat kirin.

Ji dayika Evdillah Gul jî lêborîn hat xwestin. Lewra ji bona ku mebusa CHPê
Aritmanê gotibû ku dûr nîne ku diya Evdillah Gul jî ermenî ye. Ji bona vê
dayîka wî û ermenî hatine êşandin.

Di ev pêvajoya lêborînê de derket holê ku pirsa neteweyî ya kurd û pirsa
ermeniyan jî hîn nehatiye fahm kirin. Pirsa ermeniyan û pirsa neteweyî ya
kurd biçûk tê dîtin. Lê gelek aşkere ye ku ev herdu pirsan, du pirsên gelek
girîng û dîrokî ne. Ev herdu pirsên dîrokî û neteweyî bi hev re jî girêdane.

Dema ku lêborîn ji ermeniyan hat xwestin di terîfa bûyera dîrokî de jî
şaşıyên mezin hatin holê. Ez dixwazim hem li ser mentalıteya lêborînê û hem
jî li ser naveroka pirsa ermeniyan rawestim.

* * * **

* *

Wek tê zanîn û bi rojane ku di çapemenî û di televîzyonan de qampanyaya *"ji
ermeniyan lêborîn xwestin" *tê minaqeşe kirin. Di pêşengîya *Prof. Dr. Ehmed
İnsel,* Prof. Dr. Baskin Oran, *Dr. Cengiz Aktar* û rojnameger Elî
Bayramoğlu de daxuyanîyek ku pirsa ermenîyan terîf dike hate amadekirin û tê
de hat gotin ku*: "Ew 'Felaketa Mezin' ku di sala 1915 de bi ser ermenîyên
Osmanî de hatibû, wijdanê min qebul nake ku li hemberî wê laqaytîyek hebe û
bête înakarkirin. Ez vê bêedaletîyê red dikim, ez êş û hîsên birayên xwe yên
ermenî parve dikim û li ser navê xwe ji wan lêborînê dixwazim."*

Bi vê daxuyanîyê re qampanyaya îmzayan a *"ez lêborînê dixwazim"* dest pê
kir.

Di daxuyaniyê de pirsa ermeniyan bi peyva *"felaketa mezin" *tê terîf kirin.
Gelek aşkere ye ku ev terîfa şaş e. Lewra tê zanîn ku bi destê
Îttîhad-Teraqqiyan netewa ermenî bi tevayî ji holê rabû. Hemû ermen hatin
kuştin. Ji bona vê karên hatiye kirin qirqirina neteweya ermenî bû. Ev
bûyera gorî hiqûqa navneteweyî jenosîd bû. Li dinyayê ji aliyê gelek
meclîsên welatên cihê û cihê de jî pirsa neteweya ermeniyan wek jenosîde
hatiye bi nav kirin û terîf kirin.

Ji bona vê pirsa ermeniyan bi *"felakateke mezin"* terîf kirin, tewana
dewletê biçûk dike û heta dewletê bê sûc dike.

Tê zanîn ku kongreya Îttîhad û Tereqqîyan di sala 1910 de li Selanîkê pêk
hat. Di vê kongreyê de ji bona ku neteweya ermenî ji holê rabe tê minaqeşe
kirin û plan û proje çê dibin. Ji bona vê jî gelek aşkere ye ku ermenî
hatin jenosîd kirin û qirqirin.

Dema ku ji jenosîd û qirqirinê tê behs kirin, li metodê tê mêze kirin. Heger
metodên Hîtler nehatibin bi kar anîn, wê demê ji jenosîde nayê behs kirin.
Ev nerîna gelek şaş e. Lewra ji bona ku netewek tune bibe û ji holê rabe,
gelek rê û rêbaz hene.

Ji bona vê Îsmaîl Beşîkçî di Kurdistan Postê de nivîsand û dibêje ku *"pirsa
bingehîn ku divê bête pirsîn ev e: Li dewra împaratorîya Osmanî, li
Anadolîyê, li Îstanbulê, li cografyaya kurdan li dora 1.5 milyon (milyon û
nîv) ermenî hebûn. Wê demê nufûsa giştî li dora 11-12 milyonan bû. Îro
nufûsa Tirkîyê ji 70 milyonan derbas bûye, lê dibêjin tenê li dora 60 hezar
ermenî hene. Ew jî li Îstanbulê kom bûne. Çi hat bi serê ermenîyên mayî de?
Ew mal û milkê ermenîyan, zevî, xanî, dikan, embar, karxane, çewlîg,
zeytûnlix û hwd. pê çi bûn? Malê ermenîyan, îro bûye bingeha dewlemendîya
kîjan malbatan?*

* *

*Di felaketan de yan jî di felaketên mezin de, kes li berpirsîyar û sûcdaran
nagere. Gelekê caran erdhej, lehî, xela, şewat, aşît, hezaz û herwekî vana,
felaketê yan jî felaketên mezin bi xwe re tînin. Ev tofanên xwezayî ne. Û di
felaketan de, di felaketên mezin de meriv li berpirsîyaran, li sûcdaran
nagere. Li hemberî van felaketên xwezayî, derbareyê pêşîlêgirtina van
felaketan de, zêde tiştekî ku meriv bikanibe bike, hukûmet bikanibin bikin,
nîn e."*

* *

Bûyera hatiye serê ermeniyan bi plan û bi destê dewletê pêk hatiye. Dema ku
dewletê qirqirina ermeniyan plan nekira, tunekirina ermeniyan nedihat
rojevê. Dema ku xelkê sivîl bixwesta ku ev bûyera bibe jî, dewletê û
desthilatdarên dewletê dikarîn pêşiya vê yekê bigrin.

Ji bona vê di tunekirin û qirqirin/jenosîda ermeniyan de Dewleta Osmanî û
desthilatdarên Îtihad-Teraqqiyê berpirsiyar in. Ev karê Dewleta Osmanî ji
aliyê hiqûqa navneteweyî de tewana e. Ev tewana, di hemendem de li hemberî
mirovatiyê tewanek e. Ji bona vê lêborîn xwestina kesan ne di cîh de ye. Ev
lêborîna pirsê biçûk dike û berpirsiyaran vedişêre. Mafê tu kesî û dezgehê
tune ye ku tewana dewletê veşerîne û jenosîda ermeniyan biçûk nîşan bide.

Divê ji bona tunekirin û qirqirina ermeniyan dewlet bê dadgeh kirin û encama
dadgehê mafên ermeniyan bê îade kirin.

Ji bona vê yekê ez qampanyaya lêborîn ji ermeniyan xwestinê wek niyeteke baş
şirove jî bikim û lê divê bê zanîn ku ev niyeta baş ji cehennemê re rê
vedike.

* * * **

* *

Dema ku Dewleta Osmanî û îttîhad Teraqqî ji bona tunekirin û qirqirina
ermeniyan biryar da, kurd jî bi kar anîn. Dema ku kurdan di tunekirin û
kuştina ermeniyan de bûn xwediyê rolekê, desthilatdar nebûn. Ji bona vê kurd
li ciyan mecbûr bûn ku beşdarî tunekirin û qirqirina ermeniyan bibin, li
ciyan jî hatin xapandin.

Ev birîna hîn di nav civat û neteweya kurd de birîneke mezin e. Her kurdek
jî, ji bona ev rola xerab gelek xemgîn e. Ev di hemendem de pirseke
wîcdaniyê jî. Lê ji destê kurdan tiştek nayê ku vê pirsê derman bikin.

Lewra dema ku tunekirina ermeniyan hat proje kirin, di hemendem de tune
kirina kurdan jî dihat amade kirin. Piştî serîhildanên neteweyî yên li
Kurdistanê qetlîamên li Kurdistanê pêk hatin, encama ev nerîn û planê bûn.
Piştî ku Komara Tirkiyeyê hat damezirandin, înkarkirin, bi riya jenosîd û
kuştinê tunekirin û qirqirina neteweya kurd, encama ev siyasetê bû.

Qedera ermeniyan û kurdan yek bû û tunekirina herdu neteweyan bi hev re hat
plan kirin. Ji bona vê di qirqirina ermeniyan de kurd desthilatdar nînin.

Piştî ku ev çanda lêborînê dest pê kir, kurdan jî ji ermeniyan lêborîn
xwest. Ev helwesta ne di cîh de ye. Ev helwesta kurdan di pirsa ermeniyan de
tewanbar dike. Ev jî dê di pêşerojan de li serê kurdan pirsgirêkên mezin
veke.

Girêdayî van nerînên xwe ez gelek aşkere diyar dikim ku ji ermeniyan şexsî
lêborîn xwestin, tewana dewletê ji holê radike. Divê em vê xirabiyê li
ermeniyan nekin.

** * **

* *

*Di van rojên dawî de TESEVê "ji kurdan lêborîn xwestin" wek dezgeh anî
holê. Ji kurdan lêborîn xwestin giringiya pirsa neteweyî ya kurd ji holê
radike. Ezê di nivîsara xwe ya bê de li ser vê rawestim.*

* *

*Amed, 31. 12. 2008 *

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.