SEROK MESÛD BARZANÎ LISER RÊYA SERXEBUNA KURDISTAN BÊ EMSALE
Hindek dilxwede dibêjim malpera Kurrdaye! Lê bi dijminkariyekî bê esas û ji ehlakê nivîskariyê û Kurdayetî dur dixwazin xwe bikin nivîskar! Ez dixwazim livêderê bala malpera RIZGARI ONLANI bikêşim.
Di îro nivîsekî bi rastî ji edebê dur Laleş Qaso dijê şexsiyeta Mesûd Barzanî di Rizgari de dane weşandin.
Ez tinê dixwazim bêjim L. Qaso ji zikreşî û ji akilsivikiyê, dixwazit û xwastiye Barzanî û Pkk ya kemalist bike yek kiriasêde, û kiriye têdejî. Ev biserê xwe ji şûurê Kurdewarî û niştimanperweriyê zêde zêde dure. We diyare xew lî qaso herimiye û çavên wî bare nagire ku 30-40 kes çima ji pkk veqetayine li Başûrê Kurdistan dimînin.
Jiyana Qaso ku Rzgarîjî şirêkê vê tawana wî û nivîsên wîne, ev demeke dirêje bi teybetî dijatiya Barzanî û malbata Barzanî dide wesandin. Kesek rexne dike û rexne jî di warejî akilanede divê bête kirin. Lê Ev bun nêzîkî saleke zêde Rizgarî Bi zanabun vê heqaretê weko meşrû didit wesandin.
Rizgarî di şertên xwede dema behsa pîvananan dike, herlhalde çavên xwe ji nivîsên Qaso re digire û naxwaze bixwîne jî. Rizgari Onlain nivîsa L. Qaso Barzanî û Talabanî bi bêşerefi sûçbardike dinivîse: Ew çawa şerf e ku tirk hema hema her roj wê bi bîst-sîh balefirên xwe ve welatê mirov bombe bikin û digel ku li pişt mirov emerîkî û ingilîzî sekinîbin û mirov jî hîn karibe bi tirkan re li vir û wir li ser sifreyekê rûne! Evê jî Barzanî û Talabanî teslimyetê sûçbardike û dibêjit: „teslîmiyeta barzanî û telebaniya“.
Di siteya Rizgarîde nivîsa L.qaso de, tistê ku bi dehan car Öcalan li Imrali dijê wan kesên ji Pkk veqetayin tawanbar û süçbard dikir, îro di rizgarîde kopiya wê dubaredikin. Berdewam dike nivîsa di Rizgaride:
„Barzani û Telebani 30-40 kadroyên PKKê ên bijarte ji ref kirin, kadro hemû xesandin û PKK bi hemû haweyî teslîmî tirkan kirin. Barzanî û telebaniyan PKK ji kirasê mixalefetê kirin û şilfî tazî xistin ber generalên tirkan! Bi sedan him PKKiyên revyayî û him jî ên çekdar bi hêviya ku bi mixalefeta PKKa li cem barzaniyan re bûbana yek di kozikê de sekinîbûn“. Insaf nemaye. Tu eger bixwazî xwe rêxistin bikî kê rêya te girtiye? Her sûçê bi dilê te nebe çi tavêjin ser stuoyê Barzanî? Divê ev bête zanîn ku eger dinava gelê Kurd de Kesekî wekî Serok Barzanî neba ev destketiya pîroz jî nedibu. L.Qaso dikarî parastina pkkê bikî ev qekê teyê xwezayîye.
Dirêjiya Nivîsa di Rizgarî de holê parastin û difaa PKk dike“Li pişt PKKê miletê kurd sekiniye. Belkî tiştê herî baş ku PKKê kiriye, kurd wek milet û herçar perçeyên Kurdistanê jî wek welatekî bi temamê kurdan daye naskirin û ji herçar perçeyan tevgera xwe pevxistiye.“
Keçeliya te diyarbu. Tu dixwazi pkk biparêzî , biparêze, lê te heq nine ku serokê Kurdistan ji bê ku pîvanên ehlaqî liberçavan bigrî sûcbarbikî.
Ez ji Rizgarî û Nivîskarêwê! L.Qaso dipirsim :
1-Kengê pkk Kurd weku millet qebulkiriye?
2-Qedera Kurdistanê kê û bi çi pîvanên ilmî tu dikarî bêjî bi Bakûr^^e Kurdistanê ve girêdayîye?
3- Dibeku tu pkk hêzeka mezin bibînî, gelo ew hêz ji bo çi berjewendî û daxwazê hatiye amadekirin?
4-Dema welatekî wêrankirî hebe û ew divê bête avedankirin, şirketên biyanî jî li Kurdistan Kardikin çima tu jî wekî pkkya kemalist dilteng û şêtbuyî?
5- Bigorî Nivîsa di Rigarî de Serok Mesûd Barzanî Kurdistanî tevnagere?
6-Rexnên ku L.Qaso dilxwede berê tavêtin pkk, îro du gavan zêde û bi zimanekî bê ehlakî dijê şexsiyeta Barzanî vereşêyî?
7- Kine li duv partiya kemalîstan diçin, kemalistî wekî hatiye zanin dijminê gelê Kurde, gelo ew pkk tu mehtê hêza wê didî, tu jî dibî nuker û xizmetkarê Kemalsta diminê gelê Kurd?
8 – pkk kurdan jibona Kurdistan didit kuştin yan jî bona kemalizma taklanker?
Bi dehan car min nivîsand Pkk dinya jî dizanit ew ne hereketekî Kurde û dicarçûva berjewendiyên dewletêde hatiye avakirin. Vêca Kurd li kîjan bajaran dinav wan de têne kuştin ne jibona azadiya Kurdistan, belku bo xortkirina têkiliyên wan û dewleta talankere. Bo ku dewletekî Kurd neêt avakirin heta îro tişta ji pkk û divelankên du royên wan heyin , mina L.Qaso ne.^Ji terefên dewletên mezinve bi bihagiraniyekî mezin serok Barzanî dibînin. Kesên nizanin hêjî nanî bixwin tu kurdistanî tev nagerî. ev ne rexneye , belku direkt kindariya xwe dijê sexsiyeta Mesûd Barzanî dikin. Be^lê dêmekî kesanên weka Qaso siket pirin ji netêgehestina netewî.
Îsmaîl Girikî