17 oktobirê ji bîra min naçe.
Bi du alyanve her tim di bîra mindaye; a dûemîn şewata dile mine û bi pêre dikalim.
A yekemîn; dîroka Uris e. Min ew zude ji bîrva kir. Ya dêmîn; mirina bavê min e.
Ew camer, bavê min bu û çu ser dilovanîya xwe.
Ne ku ew hima bavê mine, ez ji bo wî yekê dinivisînim û bîranîna wî dikim.
Ew ji kurdan kurdek bu.
Camerek kurd bu, welatperwerek bu. Di avakiran jîyana minde, jî avakar bu.
Bi tunebuna wî, dikarim bejim ku per û baskên min şikîya û hevîya min vemirî.
Gelek mirov henîn, wenadabuna wana dibe salvegera bîranîne.
Mixabin mezinatîya kesan, bi kar û barên wanve grêdayîye.
Bavê ku ez wî di peyvan de nikarim bînim zimen; ew, bav û kalê min bu wek kes.
Lê kurdperewek bu di jîyana nas û dostên xwe de.
Dem dema qirkirina kurda bu ew salên bihûrî.
Li gundê xwe, bi pismam û dostên xweve dijîya û tu car jî ji Romê heznedikir, nekir.
Lê bi destên wan jî hat binçavkirin û demek dirêj jî di girtigehên wan de ma.
Sedem; kurdperîya wî bu, di emre ku edî şuve nayê.
Tollaz gelek bun di wî dema ku tofan di ser kurdande rabibu. Tofan û afata ku bi destê Romê û hevbendîyê wî bi pêk hatî bu.
Şevek ji şevan. şev nîvê şevê sutal û tollaz di destan de çek, xwe li malê digrin û tên.
Dibejîn derî vekin, nan û avê bidine me, em birçî nin.
Nan û ava xwe ziqime canê xwe dikin û dure jî ixbar dikin...Navê wan li ser;'hewal' xerê ji xwe nebînin, diçin kîjan gundê û malê
hima hemuya bi ixbarê didin girtin. 16 kes tên girtin hemu jî lawê bava nin.
Gelek însanen bi rûmet li ber şopa wana ket. Tawanbarîyek mezin bu.
Dure jî edî nekarî li gunde xwe starbe, di ser wî de ewren reş u gran girtibu. Bu koçber û berê xwe da metropolên Tirka,
Di dilê wî de hesreta welat ma.
Demek serde çu neçu, çu ser dilovanîya xwe.
Min ji wî gelek hez kir, hezkirina wî jî di dilê min de şewat e.
Ew di emirde 68 bu.
Ji minre bîranîn û hezkirin ma.
Ji minre serbilindî û rûmeta wî ya bi qedr ma..
Rehm li gora bavê we xwendewanan û li gora wî.
Berwarto.
Re: BÎRANÎNA TE ŞEWATA DİL E...