[center][b]XWESTINA XURTBÛNA AKPê, PIRSGIRÊKÊ ÇARESER NA KE[/b]
[img]http://www.tirej.de/hesen_deniz.jpg[/img][/center]
Li Kurdistanê xwestina hevkariya bi dagirkeriya Tirk re, xwestina xurtbûna AKPê pirsgirêkên kurdan çareser nake, berûvajî wê înkar û îmhaya li ser kurdan pêşdetir bibe û leztir pêk bîne. Pirsgirêka kurd bi lawazkirina dagirkerî û partiyên nûnerê sazûmana dagirkeriyê dikare pêk were. Li Kurdistanê lawazkirina AKPê, tê wateya lawazkirina desthilatdariya sazûmana dagirker a tirk. Divê ev rastî baş werin zanîn û kesek bi vegotinên demagojîk rêka li ber kurdan şîlo ne ke.
Kurdistan welatek bindest e û ji aliyê dewletên herêmî û emperyal ve hatiye çarparçekirin. Rizgarbûna Kurdistanê a ji vê rewşê, we ne tenê di herêmê de, di tevahiya cîhanê de rûpeleke nû bide vekirin. Li Rojhilata Navîn, çareserbûna pirsgirêka kurd tê wateya vejîna gelên vê herêmê. Ger pirsgirêka kurd bigihêje çareseriyeke demokratîk û dadmend, wê ev yek bi xwe re çareseriya pirsgirêka Îsraîl-Filîstîn, Sûriye, Libnan, Îran, Afganîstan, Iraq û Tirkiyê bîne. Li van dewletan tevan wê bikaribe sazûmana heye bide guhertin û li cihê vana sazûmanên bêhtir demokratîk, aştîxwaz, azadînas û ji pêşketinan re vekirî biafirîne. Ev jî tê wateya guhertinek hemdem a li Rojhilata Navîn.
Rojhilata Navîn piştî afirandina şaristaniya Niştecîbûn û bajarvaniyê, ket nava rawestineke heta roja me didome. Îroj di bingehê hemû nesaxî û pirsgirêkên çareser nabin ên vê xakê û gelên li ser vê xakê dijîn de, ev rawestina pêşketinê weyneke sereke dileyize.
Rojhilata Navîn, wekî ava ku bendek li pêşiyê were lêkirin, di nava pirsgirêkên xwe de rawestin û genîbûnekê dijî. Ava raweste û neherike, bê guman wê genî bibe. Pêwîstiya Rojhilata Navîn bi herikîneke vejînî heye. Di her warî de, divê biherike; di warê bîrdozî, rêzanî, aborî, çandî, bîrûbawerî, jiyanî, exlaqî, zanyarî, perwerdehî û hwd. de. Ger Rojhilata Navîn vê yekê pêk neyne, wê nikaribe ji bin nîrê desthilatdariya xwîna wê dimije rizgar bibe û bi vê sedemê genîbûna dijî wê bidome û tîrtir bibe.
Kesên rêkên çareseriyê di hevkariya bi sazûmanên dagirker de dibînin, xwe dixapînin. Sazûmanên dagirker tenê ji bo tinekirina vîna gelên herêmê hene; ew ne sazûmanên demokrasî û azadiyê ne; ew sazûmanên kolekirinê ne.
Li Başûrê Kurdistanê derfetek bilindkirina têkoşîna rizgariya Kurdistanê derketiye holê. Ev derfet bêtuşe tê serfkirin. Ev derfet û hêza ketiye destê kurdan divê di rêka yekîtî, hevkarî, xurtbûn û têkoşîna rizgariya kurdan de were bikaranîn. Ger tu vê derfetê ji bo hevkariya bi sazûmanên dagirker re bikar bînî, ev xerabiya herî mezin a li kurdan were kirin e.
Sazûmana Tirkiyê, sazûmanek domandina zîhniyeta 12ê Îlonê ye. Her kes dizane ku derbeya 12ê Îlonê bi sedema şikandina vîna gelê kurd û temirandina vejîna vî gelî pêk hat. Ev sazûman ji bo înkar û îmhaya kurdan li ser lingan e. Partiya AKPê jî nûnertiya vê sazûmanê dike, berdewama sazûmana 12ê Îlonê ye. Di mijara pirsgirêka kurd de sazûmana Tirkiyê yeker e. Siyasetmedar, rayedar, fermandar tev, çi nakokiyên wan hebin jî, didehfînin kêlekekê û li hemberî kurdan dibin yek.
Rêka kurdan a rizgariyê tenê bi damezirandina hevkariyek netewî dikare pêk were. Divê hêzek kurdan a li hemberî hemû zîhniyetên dagirkerî raweste hebe. Kurd divê ji êşên parçebûnê ji xwe re dersan derxînin. Netewa kurd divê were sazkirin. Aboriya kurd, bazara kurd, bîrdoziya kurd, rêzaniya kurd, stratejî û taktîka kurd a rojane û ya demdirêjî divê sedî sed bi lihevrûniştina tevahiya kurdan were sazkirin û çêkirin. Kurd hevalbendiyên xwe nikarin bi sazûmana dagirker re bikin, lê dikarin bi hemwelatiyên xwe yên têkoşer re bikin. Birayê mezin ê Başûrê Kurdistanê ne sazûmana Tirkiyê, gelê Bakurê Kurdistanê û nûnerên wê ne. Kî bixwaze berê gelê kurdên Başûr bide çewtkirin û sazûmana Tirkiyê ji wana re wekî birayê mezin bide şanîdan, ew ji bo xêra kurdan tevnagere. Li Kurdistanê xwestina lawazbûna partiyên kurdan û bihêzkirina partiyên nûnerê sazûmana desthilat jî xerabiya herî mezin a bi kurdan were kirin e.
Ger kurd di vê pêngavê de ne hişyar bin, wê wiha bi navê kurditî, bixwazin berê ava kurdan vegerînin ser gola dagirkeriyê. Di serhildanên demên berê de jî, kurd bi destê xiyaneta navxweyî hatin têkbirin. Tirkitî her gava ketiye tengezariyê, bi kurdan li kurdan daye û wiha xwe bi ser xistiye. Îroj jî tirkitî li Kurdistanê di nava têkçûnekê de ye. Bi vê sedemê ji kurdên hilyayî hawarê dixwaze. Kurdên hilyayî jî texsîr nakin û di hawara wê de dibezin. Dixwazin hiş û raman kurdan têkilhev bikin, çewtkirin bidin, ava li ber wana şîlo bikin; dostên wan wekî dijmin, dijminên wan wekî dost şanî bidin.
Ev kesên wiha ji navka xwe ve bi dagirkeriyê ve hatine girêdan, ji wir tên xwedîkirin. Dema ji dagirkeriyê werin qutkirin wê bê hilm bimînin û bifetisin. Dixwazin tevahiya gelê kurd ji navka wan ve bi dagirkeriyê ve girê bidin ku rewşa xwe ya di nava hilandinê de fermî bikin. Ji xwe hilîn li Kurdistanê bûye tiştekî ji rêzê. Mirov bi hêsanî dikarin ji dagirkeriyê re xizmetê bikin û ev yek wekî rûmetê were dîtin. Ger li welatekî din baya wê dolab bixistana serê van kesan, neft bi ser dakrana û agir berdabanê. Lê li Kurdistanê mixabin bûye karekî rojane an parçeyek ji jiyanê.
Em dikarin bipirsin:
Çima wê xortên kurdan ji dagirkeriyê re leşkertiyê bikin û çima gel wê vê yekê wekî erkekê bibîne? Kurekî wan diçe nava refên gerîla, kurekî wan di nava artêşa tirk de cihê xwe digre. Nakokiyek wiha, ecêbek wiha li kîjan aliyê cîhanê heye? Ev çi hiş û raman e, ev çi psîkolojî ye? Gelê kurd rewşek newrotîk dijî. Rewabûna vî tiştî êdî divê di nava kurdan de neyê pejirandin. Kesên diçin ji tirkitiyê re leşkertiyê dikin, divê ji xwe, ji kurditiya xwe û ji mirovbûna xwe şerm bikin. Kurd nikarin ji tirkan re, ji ereban re, ji farisan re leşkertiyê bikin. Heta ku dev ji leşkertiya dijmin bernedin jî nikarin azad bibin, nikarin xaka xwe rizgar bikin.
Sazûmana kurd divê ji sazûmana tirk, ereb, faris were qetandin. Kurd divê ji bo netewa xwe, ji bi nirxên gelê xwe, ji bo parastina azadî û rizgariya xaka xwe tevbigere; ne ji bo xurtkirina sazûmanên dijminên xwe.
Heta ku kurd di hiş û ramana xwe de, di bîr û baweriya xwe de, ji dagirkeriyê xwe neqetîne, wê ruyê serkeftinê nebîne. Kîjan kurdê bîr û baweriya xwe ji dagirkeriyê veqetîne jî, ew kurdê azad e û dikare gel û xaka xwe rizgar bike.
Kî bikaribe yekîtiya mezin a netewa kurd damezirîne, ew kurdê rast û durist e. Kî berê kurdan bide hevkarî û nokertiya bi dagirkeriyê re, ew kurdê hatiye hilandin e. Kurdê hiliyayî jî bûye dijminê hebûna xwe û nirxên xwe yên netewî. Divê kurd bi lez ji hilandinê vegerin ser vejînê. Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat; hundir û derveyî welat, li ku dibe bila bibe, kurd tev divê nûnerên xwe bînin cem hev û yekîtiya netewî saz bikin. Ev Yekîtî bi kongreyê xwe bilêv bike. Ev kongre ji bo hemû kurdan stratejî û taktîkên rizgarî û serkeftinê xêz bike. Hemû kurd bi vana ve girêdayî bimînin û li gorî pêwîstiyên vê têbikoşin. Wê demê wê cîhan tev jî, dagirkerî jî kurdan cidî bigre, ji mafên kurdan re pêwîstê rêzdariyê bimîne. Wekî din her tişt li dijî berjewendiya kurdan e; ji devê kê, ji pênûsa kê derdikeve bila derkeve.
[b]HESEN HUSEYîN DENîZ[/b]