بازبدە بۆ ناوەڕۆکی سەرەکی
Submitted by Anonymous (Pesend ne kirin) on 6 June 2008

Deniz Baykalê faşîst bo xapandina Kurdan hate bakûrê Kurdistanê lê Kurd vê care bawerî CHP nekirin

HESEN DILGEŞ / AMED - HAWAR

05 Hezîran (Pûşper), 2008 weşandin:05:34:21 (GDK)

AMED , bakûrê Kurdistanê -- Piştî Erdogan serokê partiya kemalîst û dijberê Kurd CHP Deniz Baykal jî bo xapandina Kurdan hate Amedê.

Denîz Baykal piştî li bakûrê Kurdistanê di hilbijartinên 22'yê tîrmehê de derbek mezin xwar. Baykal ku di 32'yemîn Kongreya Giştî ya CHP'ê ya di meha nîsanê de hate lidarxistin de hêviyên kesên çav li rê bûn ku têkildarî pirsgirêka Kurd hin vebûnan bike vala derxist.

Baykal li Amedê bo xapandina Kurdan gelek tirş got. Berovajî gotinên xwe yên faşîst ên li Enqere li Amedê piştgiriya xwe bo weşana bi zimanê dayikê û hwd. diyar kir. Lê ew jî wekî Erdogan got li Tirkiye tenê yek "millet" heye.

Li Amedê li gelek cihan li dijî Baykalê protestoyên nerazîbûnê hebûn. Gelek eşkere bû ku baykal ji ber nêzik bûna hilbijartinan bo xapandina Kurdan û bo guherandina rewşa xwe ya xirab a li bakûrê Kurdistanê hatiye. Baykal di dawiyê de dest vala ji Kurdistanê vedigere.

Rexistinên li Amedê randevû nedan Baykal

Hin nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ku wê têkildarî pirsgirêka kurd fikrên xwe bi Baykal re parve bikin, dê bidin zanîn ku pirsgirêka kurd ne pirsgirêkek 'aborî ye' û peyama pêwîst a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd CHP bibe mudahîl, bidin. Lê piraniya rexistinan wê neçûn cem Baykalê.

Berdevkê Demê yê Platforma Demokrasiyê ya Amedê Alî Oncu, aşkera kir ku wê beşdarî civîna sibê ya Serokê Giştiyê CHP'ê Denîz Baykal lidar dixe, nebin. Oncu wiha got: "Heta ku Serokê Giştiyê CHP'ê Denîz Baykal lêborînê ji kurdan nexwaze, wê ev helwesta me bidome."

CHP dijminê herî esasî ya Kurdan e

Wek tê zanîn hemû partiyan Tirkan û AKP û CHP ku di tu mijaran de li hev nakin wexta ku mijar Kurd û Kurdistan be li hev dikin.

CHP ku demeke li herêmê partiya herî bihêz bû, bi sedema polîtîkayên têkildarî pirsgirêka kurd, di hilbijartinên 22'yê tîrmehê de ji aliyê gelê herêmê ve hate cezakirin.

CHP ku wekî pirsgirêka 'ewlekariyê' nêzî pirsgirêka kurd dibe û ber bi xetek nîjadperest ve çû, li herêmê ji MHP'ê jî hîn zêdetir paş ve ket. CHP ku ji ber derba xwar li herêmê ketiye nava hewldanên nû, di 32'yemîn Kongreya Giştî ya CHP'ê ya di 26-27'ê nîsanê hate lidarxistin de, heviyên derdorên ku çav li rê bûn der barê pirsgirêka kurd de hin vebûnan bike, vala derxist.

CHP ku her çiqas partiyeke qaşo "çepgir" be jî bi politikayên xwe yên faşist û kamlist û dijî Kurdan tên nasîn û heman demê de nûnerê veşartî ya hêzên militarstin.

Demokratize bûna Tirkîye an jî pêşketina bîr û baweriyên dervey kemalîzm û Tirkperestîyê an jî pêşketina Kurdan li Kurdistana azad û bi dest xistina hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên nijadperest, arteşa Tirk,dijminên Kurdan,kemalîstên faşîst,çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda dikin dixe nava livûtevgerê.

CHP û baykal her dem bi eşkeriya dijminaya xwe hember Kurdan eşkere kirin. CHP çend meh berê nerazîbûnên xwe yên li hemberî mijara Kerkûkê de jî diyar kiribû û li kurdan gefan xwari bûn û daxwaza dagir kirina Kerkûkê anî bûn ziman.

Armancaên rastî ya CHP

Armancên Denîz Baykal û dijberên Kurdan;

• Ji holê rakirina destkeftîyên Kurdan li bakûrê Kurdistanê û carekî din bilind kirna nijadperestîya Tirkî ne.

• Rûxanidina Dewleta Federe ya Kurdistanê ye û pêşî lê girtina pêşketinên li rojhilatê Kurdistanê ye

• Xera kirina aramîya li bakûrê Kurdistanê ye.

• Pasîfîze kirina Kurdan di her waran de

• Ger nikaribin Dewleta Federe ya Kurdistanê hilweşînin CHP dixwaze ku bi weşanên Kurdî û bi vergirtina xwendekaran ji başurê kurdistanê û bi daxîl bûna aborî ku gelê başurê kurdistanê li dijî hikumeta Kurdistanê sor bikin û alozîya navxweyî derxînin û dewleta Tirk di çavê kurdan de mezin nîşan bidin û Kurdan bigrin bin bandora xwe û di warê dîplaomatîk û siyasî de jî ser Kurdistana azad bi bandor bin.

Faşîstên Tirk bi gavên wisa dixwazin ku Kurdan bixapînin û bigrin bin kontrola xwe.

HAWAR KURDISTAN
http://www.hawarkurdistan.com
http://www.hawardengubas.com/

Şîroveyeke nû binivisêne

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.