[url=http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/reberan/1/file/1.php]Jiyan û Xebata Pêşewa Qazî Mihemed[/url]
[img]http://img67.imageshack.us/img67/3709/peshewaqaziry9.jpg[/img]Di pêşsibêdeya 10'ê Xakelêweya sala 1326(30.03.1947)'an de, Pêşewa Qazî Mihemed, Mihemed Hesen Xanê Seyfê Qazî(kur mamê Pêşewa) û Ebulqasim Sedrê Qazî(birayê Pêşewa) piştî hukim dan li du dadgehên neadilane û rûyekî de bi destê gemar û qirêj yê neyarên gelê Kurd li Çar Çiraya bajarê Mehabadê, yanî her li wî cihî de ku li 2'ê Rêbendana 1324(22.01.1946)'an de Komara Kurdistanê tê de hatibû ragihandin,
hatne îdam kirin û şehîd bûn, û her di vê rojê de li ser milê xelkê biemeg û bi şeref yê Mehabadê di goristana Mela Camî de hatine veşartin.
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê li 10'ê Xakelêweya sala 1358(30.03.1979)'an ev roje weke Roja Şehîdên Kurdistanê îlan kir. Heke di pêş wê demê de li ber zext û givaşên kirêgirtiyên Şahê dîktator, azadiya lidarxistina rê û resmê bi vê hincetê nebû, lê piştî hilweşîna rejîma Paşayetiyê û bi taybet piştî wê ku PDK Îranê ev roje bi vî navî nasand, hemû salê di roja han de rêz û hurmet ji hemû şehîdan û pêşengê wan Pêşewa Qazî Mihemed tê girtin.
Rast e Pêşewa Qazî Mihemed Serok Komarê Kurdistanê û kesayetiyê herî navdar yê Mukiryanê bû û di hemû deveran de naskirî bû. Lê piştî derbasbûna çend salan li ser şehîdbûna wî jî ji bo gelê Kurd bi awayê hewce nehatibû naskirin, yan jî heke naskirî ba, mîna dema niha ku rêz û hurmet jê tê girtin, qedir lê nedihate girtin. Hewce ye gelek pitir ji vê hindê lêkolîn li ser kesayetiya Pêşewa bihê kirin, heta bi vî awayê ku hêjayê wî ye, bihê nasandin.
Qazî Mihemed kurê Qazî Elî yê kurê Mîrza Qasimê Qazî ye. Derbasbûyiya vê malbatê li bajarê Sablaxê bi 400 salan berî niha vedigere. Ew ne tenê ji aliyê xelkê ve, belkî ji aliyê desthelatdar û berpirsên hikûmetî jî ciyê rêz û hurmetê bûn.
Qazî Elî bavê Pêşewa, li sala 1930'an li Mehabadê de Rêxistineke kurdî bi navê “Bizava Mihemed“ pêk anî. Navhatî tevî şoreşa Şêx Mihemed Xiyabanî di Tewrêzê de têkilî hebû, heta sala 1934'an jî ku koça dawiyê kir, li ser vî karî berdewam bûye. Qazî Elî xwediyê du zarokan bûye, yek ji wan Ebulqasim Qazî naskirî bi Sedrê Qazî bûye ku yek du geran ji aliyê xelkê ve bûye nûnerê Parlemanê û hitbar û nifûzeke taybetî hebûye. Piştî bi dawî hatina dewrana nûnerayetiya xwe, li ser pêşniyara Pêşewa, bo cî bi cî kirina kar û barên siyasî û hevkarî kirin tevî xelkê her li Tehranê mabû.
Qazî Mihemed jî ku di sala 1900'an di vê malbata qedirgiran û bi ferheng de ji dayîk bûye, her li destpêka ciwaniya xwe de hizr û hesta nîştimanperweriyê tê de xurt bûye, pir hez ji xwendina zanista kevn û taze hebûye û gelek zû di vî warî de pê elimiye û gelek cehd kiriye ku zimanên biyanî ji hîn be. Ji bilî zimanê Erebî, Farsî û Kurdî, tevî zimanê Fransî, Îngilîzî û heta qasekê Rûsî jî nasyarî hebûye.
Qazî Mihemed gelek hez bi hatin û çûn û têkilî tevî alîgirên zanistê û şareza û Mêrxasan, Kurdên Welatperwer û Serok hoz û eşîran hebûye. Piştî mirina babê xwe bûye dadmendê bajarê Mehabadê. Li ber hezkirina zaf bi karê çandî û pêşdebirina zanist û agahiya xelkê, di salên beriya sala 1941'an û piştre jî bo yek du salan berpirsyariya îdareya çand ya bajarê Mehabadê li stû girtiye û xizmeteke zaf ya çandî kiriye. Li dema berpirsyariya wî de, yekemîn xwendingeha keçan li Mehabadê hatiye vekirin. Her di vê derheqê de tevî zaf ji xwendekar, rewşenbîr û mamostayan de pir nêzîk bûye.
Qazî Mihemed rêz û hurmeteke xasmanî ji bo damezirînerên Komeleya J-K (Vejiyana Kurd) hebûye. Di çend salên dewrana bê hikûmetiyê de jî yanî salên 1941-1945'an ku Komara Kurdistanê pêk hatiye, di birêveçûna kar û baran de û nemaze di çareserkirina pirsgirêk û arîşeyên eşîreyan de roleke berçav hebûye. Gelek ji demezirînerên J-K'ê rawêj û şêwir tevî Pêşewa Qazî Mihemed kirine û gelek jê hez kirine û zor hewil didan ku bibe endamê “J-K“ê. Gelek ji pirs û arîşeyên karî ên rojaneye xelkê li dîwana wî de ku jêre digotin “Mehkeme“ dihatne çareser kirin.
Qazî di ditîngeha nûnerên biyaniyan jî ku wê demê welatê Îranê di navbera xwe de parve kiribûn, rêz û hurmeteke taybetî hebû. Her kes ji bo Mehabadê çûye, cehd kiriye berê her kesekê wî bibîne. vexandina wî ji bo Yekîtiya Soviyetê her di vê derheqê de bûye, ku bi şandeke mezin re çûye Bakoyê. Qazî Mihemed ku bû bi endamê “Komeleya J-K“ û navê nepenî yê Bînayî jêre hate diyarî kirin, hêviyek zêdetir xiste nav dilê gel û berpirsan de.
Di encama têgihîştina bi wext û cesûriya siyasî ya wî û bi qinaet gihîştina (qebûlkirina) berpirsên Komeleyê de bû ku J-K bû bi Partiya Demokrat a Kurdistanê û wek Partiyeke Demokrat û pêşverû dest da xebat û tekoşînê. Qazî ji ber hurmeteke taybet ku ji bo “J-K“ê hebû, roja avabûna PDK jî her bi 25'ê Gelawejê, roja avabûna “J-K“ê îlan kir û bi vî awayî bala piraniya berpirsan ji bo aliyê tekoşîn di nava PDK rakişand. Partiyê bi xurtî ta û çiq avêtin û tekoşîna wê di hemû deverên azad yên Kurdistanê de pêş ket. Partiya Demokrat pirsgirêka bi darê zorê zeliqandina Kurdistanê bi Azerbaycanê verevand û neçar kirin ku hesabeke cuda ji bo Kurdistanê bikin.
Piştî pêkanîna Kongireya yekemîn, li 2'ê Rêbendana 1324 (30.03.1946)'an de, bi pişikdariya nûnerên parçên din ên Kurdistanê û Mela Mistefa Barzanî û Serok Eşîr û nûnerên hemû cih û taxên Kurdistanê, pêkhatina yekemîn Komara Kurdistanê hate îlan kirin.
Ger heta vê gavê car caran di Rojnameya Kurdistan de qala navê Pêşewa dihate kirin, piştî damezirandina Komarê bi awayekî fermî nasnavê Pêşewa pê hate bexşîn û ew nave hetanî niha jî di nava kom û civatên xelkê de her meşhûr e.
Pêşewa mirovekî gelek bi ferheng, dilsaf, xweşqise, evîndarê wêje û hunerê, ravêjker, di heman demê de miroveke siyasî û demokrat, welatparêz û evîndarê gelê xwe bû. Tevî hemû tex û çînekê rabûn û rûniştin dikir(tevdigeriya) û li dema hewce de ji hest û qaweta wan mifah werdigirt.
Qazî Mihemed biratî û hevgirtina Kurdan sedemên herî mezin yên serkeftinê dizanî. Ji ber vê çendê ye ku di piraniya gotar û nivîsarên xwe de ku di rojnameya Kurdistan ya wî çaxî de hatine weşandin, li ser pirsa yekîtî û biratiyê tekez kiriye û wekî merca serkevtin û bingeha ragirtina Komar û sedemên serkeftina bi ser dujminên gelê Kurd de zaniye.
Her çiqas dizanî ku dujminên gelê Kurd rast nakin, lê di gutûbêjan de gelek bi aşkira radigehand ku gelê Kurd hez dike bi awayekî aştiyane bigihîjne mafên xwe, lê ger wisa nebe, ewa ji dest bê, dê bike.
Eva hewce bû bi aşkera û bêtirs ji Şah û Qawam re ragihand, tilî li ser kêmasiyên wan li hember gelê Kurd daniye û ji wan re destnîşan kiriye. Bi eşkere jî digot, hûn di gotinên xwe de du dil in û hez nakin pirsa gelê Kurdistanê çareser bikin.
Demekê ku Pêşewa ji aliyê Qewam El Seltene ji bo Tehranê tê vexwandin û di bervara 28'ê Juena 1946'an diçe bo Tehranê, ji aliyên hejmarek ji wezîran, nûnerên Perlemanê û nûnerên Kurdên Tehranê û nûnerên Partiyan û Yekîtiya Karkeran di Balafirgehê de pêşwazî jê hate kirin. Rojnameya “Îranê Ma“ (Îrana me) her vê demê dinivîse: Niha ku Qazî Mihemad li Tehranê ye û azadîxwazan ew dîtiye, dê eyan bibe ku hizr û bawera wî pêkanîna azadî û demokrasiyê li gişt Îranê de ye û mafê civakî, siyasî û mirovî ji bo neteweya Kurd di holê de ye. Her karek ku bi qazancê demokrasiyê be, ji aliyê Pêşewayê Kurdistanê ve dê bi can û dil bihê pêşwazî kirin. Em hêvîdarin cenabê Qawam ji vê sefera dîrokî mifahê bistîne.
Di dema xatir xwastinê tevî nemir Mela Mistefa Barzanî de, ew dibêje:“Ez dê xwe gorî û fîdayê gelê xwe bikim û tu demekê weke
Pîşewerî û Serokên Azerbaycanê nakim, heta welatê min bi xwînê bihê verdan û bi hezaran kes werin kuştin.“
Pêşewa û hevalên wî çiqas di heyamê 11 mehên Komarê cehd û bizav kirin, bi wî qasî jî di wan dadgehên rûyekî de ku ji bo mehkeme kirina wan hatibûne li darxistin, fîdakarî û dilêrî ji xwe nîşan dan.
Tevî wan hemû nerehetiyên derûnî û ew jiyana tal û nexweş ku di girtîngeha Padigana Mehabadê de, ji wan re pêk hatibû, ne tenê baweriya wan li dor Kurdayetî û azadiyê jar nebibû, belkû gelek tundtir û micidtir bibûn.
Wan di hevdîtineke nepenî de tevî yek du mirovên ciyê baweriyê, emir kirine:“Wan em lêbandin, bila gelê Kurd nexape û xebata xwe ji bo rizgarî û serdestiyê bidomînin û çekê nedanên“. Her wiha wan gotibû ku gelek zext û givaş xistin ser me hetanî ku em nameyekê ji Mela Mistefa Barzanî re binivîsin ku dest ji xebatê ber de. Lê em ne tenê karê wisa nakin, belkû em bawer in ewa ji dest wî bihê, divê tevî wan nemêran bike.
Cesûriya wan di dadgehan de bi qasekê bûye ku bibû ciyê ecêbmana Efserên dewletê. Di rastî de Amerîka û Îngilîz jî li pişta vê dadgehê bûn. Her çiqas ji bilî şolbidestên wan tu keseke biyanî lê nebûye, lê her ji rêya wan re gelek tişt belav bûne ku hewce dike em bizanin.
Pêşewa her carê di wan du keretên bi nav dadgeh kirinê de, pitir ji 4 seetan qise kiriye û bi gotina Serwan Şerîfî ku Parêzerê wî bûye, dibêje:“Ewa Qazî Mihemed bû ku hikûmet mehkeme kiriye û di hemû warekê de hikûmet kişandiye jêr pirsyarê“.
Rojnameya Azadî ku di wî serdemî de bi zimanê Kurdî li Bexdayê derdiket, derheq piştevaniya Amerîka û Birîtaniya di vê mehkemê de nivîsandibû: “îstimara Amerîka û Îngilîstanê hebûna Qazî Mihemed û hevalên wî tirs û dijminê herî mezin yên xwe dizanîn wan hêvî hebûn, bikarin rêberê Komara Kurdistanê têk bidin û di girtîngehê de jî nûnerên wan dewletan çun û tevî Pêşewa û hevalên wî qise kiriye, bona vê çendê ku bikarin Qazî Mihemed û hevelên wî ji bo aliyê xwe rabikişînin, lê ew çi demekê serkevtî nebûn“. Piştre jî rojnameya Azerbaycan li Bakûyê de nivîsandibû, Qazî Mihemed ji nûnerê Amerîkayê (Curc Alên) re gotibû: “Gelê Kurd li benda tu çakî û hevkariyekê ji aliyê welatên îstîmarî nine“.
“Necefqulî Pesyan“ axavtinên Pêşewa li dadgehê di çend hevokan de kurt dike û dinivîse: “Li dema dadgehî kirinê de Qazî Mihemad êrîşê dike ser siyaset û kiryarên dewleta Tehranê û digot: “Ez di kuncê girtîngehê de dengê xwe bi dijî dewleta Tehranê û serokên wê bilind dikim û dibêjim hûn gunehbar in ne em, we welatê me dagîr kiriye“. Rojnamevaneke din bi navê Silêman. X di nivîsên xwe de dibêje, Qazî got: “Tevahiya ev serpêhat û bûyerane encama siyaseta dagîrker ya dewletê ye. Ger dewlet hemû Kurdan bi xayîn dizane, bila ji Kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigirne destê xwe “.
Di girove, belge û rojnemeyên Yekîtiya Soviyet a berê de gelek tişt di derbarê vê mijarê de hatine nivîsîn û ji zimanê Efserên Îranê ve bas dikin ku Qazî gotiye: “Ev bûyerane di encama vê çendê de bûye ku we bi xwe Qanûna Bingehîn bin pê kiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşde dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûye haydarê min ji bo birêve birina wan kar û xebatane.“
Dema ku serokê dadgehê yan Dozger wî bi îxanetkar gunehbar dike, di bersîvê de, Pêşewa dibêje: “Wira mala min e, axa Kurdistanê axa bav û kalên min e, ez çawan dikarim dest ji welatê xwe berdim.“
Ger yekemîn mehkeme di 19'ê meha Janviyê de dest pê kir û çend rojan dom kir û biryara Îdama Qaziyan da, mehkema duyemîn di 28'ê Marsa 1947'an yanî 7'ê Xakelêweyê dest pê kir û roja 30'ê Marsê dawî pê hat.
Kovara Xebata Xwendekaran hejmara 37'an di vê dawiyê de ji zimanê Serwan Kiyûmers Salihî, nûçegihanê Kovara Arteşê ku di dadgehê de bûye û piştre li ser nivîsîna raporekê di vê derheqê de tê girtin û salekê dikeve girtîngehê, çend hevok ji gotinên Pêşewa belav kiriye.
Pêşewa gotiye: “Min ji mêj dem e xwe bo vê yekê amade kiriye, ez bi sîngeke vekirî pêşwaziyê ji vê mirina serbilindane dikim ku di rêya azadiya netewa xwe de tême kuştin. Eva sozek e ku min ji neteweya xwe re daye ku tevî wan bijîm û ji wan re jî bimrim, taze ez dê çawa amade bibim peymana xwe bişkînim û binpê bikim.“
Her wiha Serwan Kiyûmers dinivîse: “Min di piraniya dadgehên meydanî û leşkerî de weke nûçegihan beşdarî kiriye, lê min qet tu kesek weke Qazî Mihemed biwêr û netirs nedîtiye. Wî di dema dadgehî kirinê de nedizanî tirs çî ye. Gelek mêrane û bêtirs qise dikir û bersîva pirsyaran dida.“
Her ev netirsî û xwe gorî kirina wî jî bû ku li jêr dara Îdamê rê neda çavên wî girê bidin û got: “Ez hez dikim di demên dawîn yên jiyana xwe de bi serbilindî û çavên vekirî binêrme welatê xwe yê ezîz û xweştevî.“ Her wiha emir kir:
“Hûn Qazî Mihemedekê dikujin, lê bizanin li her dilopeke xwîna min Qazî Mihemedek dê şîn bibe. Ez daxwazê ji gelê Kurd dikim dest ji xebata xwe di pêxema azadiya Kurdistanê de ber nedin, baweriyê bi dewleta xwefiroş ya Tehranê nekin. Bijî Kurd û Kurdistan.“