PNA – Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî, di bareya rewşa niha ya herêma kurdistanê de peyamek pêşkêş kir û tê de, daxwaza encamdana hilbijartinên parêzgehan û hilbijartinên giştîyên berînî jî kir. Serokê herêma kurdistanê di evê peyama xwe de tekezî li ser ewê yekê kir, ku ewê ew xwe disipêrin wî her milletê kurd e û divê birayr a millet be. Ev jî teksta evê peyamê ye:
Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan Gelê Kurdistanê yê têkoşer Xwişk û birayên ezîz Careka din ez serexweşîyê li binemalên şehîdan dikim û daxwaza çakbûnê ji birîndaran re dikim. Ez daxwazê ji serokatîya herêmê û hukûmeta herêmê dikim, ku çi ji bo çakbûna evan birîndaran pêdivê be, ew ji wan re bikin. Ez gelek şad im, ku gencên me gihijtine astekî weha, ku bi awayekî aştîyane û şaristanîyane daxwazên xwe pêşkêşî parliyamentê, hukûmetê, serokê herêmê û hemû alîyên din dikin. Herweha, pêşinyarên gelek bi nirx û baş dikin û ev jî giroveyê (delîlê) gihijtina gencên me ye û ev jî ji min re xweşî û şadî ye. Dilhêsayî bin, ku ti kes wek min ji we hez nake. Hûn roleyên evî gelî û evî welatî ne û ayinde (paşeroj) li ser milê we ye û ev emaneta han inşallah gerek hûn wê serkevtîyane bi cih bihînin. Rêzdaran.. xwepêşandan mafekî suriştî ye û divê gelê me di biwarê xwepêşandanan û derxistina êş û azarên xwe de azad be. Ez naxwazim di welatekî de bijîm, ku tê de milletê kurd ne azad û ne serfiraz be. Tenê hêvîya min ew e û ew jî hêvîyeka birayane ye, ku ji bo paraztina nav û dengê xwe û welatê xwe, nehêlin ticaran dijwarî di nav evan xwepêşandanan de çê bibin. Ji ber ku derfet ji we re heye, ku hûn tê de her tiştê bixwazin hûn bibêjin û her bîr û nerîneka xwe bidin xuyakirin. Êdî ez hêvîdar im, ku ji bo paraztina nav û dengê xwe û welatê xwe, ticaran derfet nehê dan, ku dijwarî çê bibin. Dengê min jî bi ewî dengî re ye, ewê ku daxwaza sazkarîyê û dadperwerîya civakî dike. Xwişk û birayên hêja Piştî ez vegeriyame, me vexwendinek têr di bareya rewşa xwe de kiriye û ez gihijtime ewê qena`etê, ku divê çareyeka bingehîn ne ku nîvceyî bihê pêşkêşkirin. Ez daxwazê ji parliyamentê û hukûmetê dikim, ku ew 17 xalên (nuqteyên) parliyamentê pêk bihên û xalên dinên di berjewendîya herêmê û xelkên herêmê de jî, bihên pêşinyarkirin û pesendkirin. Divê hukûmet bi temamî prosesa sazkarîyê berdewam bike û ez daxwazê ji parliyamentê û ji hukûmetê dikim, ku zû bi zû hilbijartinên encûmenên parêzgehan encam bidin û her ji niha ve jî, amadekarîyan jê re bikin. Belê çareya bingehîn li angora nerîna min ew e, ku em nerîna gel werbigirin, ji ber ku ewê em xwe pê disipêrin tenê xelkê kurdistanê ye. Ez daxwazê ji parliyamentê dikim, ku di bareya vexwendin û encamdana hilbijartinên giştîyên berînî de, guft û goyan bi alîyên din re bikin û millet jî, hukm û nerîna xwe bide. Xwişk û birayan Min di behara sala 1991 de daxwaza hilbijartinan kir, ji ber ku min xweztiye hûn azad bin û hûn bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Ez serbilind im, ji ber ku rola min di pêkanîna demokrasîyê de li kurdistanê hebûye û me sistemek danîye, ku tê de ne serokekî hetahetayê heye, ne partîyeka hakim heye û ne jî parliyamenteka herdemî heye. Belê millet bi berdewamî heye û ev millet ew e, yê ku em xwe disipêrin wî û ji ber evê çendê, divê em xwe bisipêrin millet û millet bi xwe biryar û hukmê xwe bide. Silav li we bin. |
Projeya Sîyasî a Opozîsyona Kurdistan