Ocalan, piştî biryar da, an jî wî û dewletê lihevkirin ku ew ji Suriyeyê derkeve û were Tirkiyeyê, ji bona projeya dewletê û ew deşîfre nebe, raste rast hatina wî ya Tirkiyeyê bala her kesî û hevalbendên PKKê jî nekişîne, nexşerêyek hat meşandin.
Ocalan, di navbeyna Risyayê û Yunanîstanê de piştî ku çû hat, di encamê de çû li Îtalyayê konê xwe danî. Lê diyar bû ku Ocalan ji bona naxwaze li wir jî bimîne, ji wir jî çû Kenyayê. Li Kenyayê jî li belafira sîwar bû hat Tirkiyeyê.
Dema Ocalan hat Tirkiyeyê, ji bona wî pêvajoyeke nû dest pê kir. Ev pêvajoya, pêvajoya darizandin û dadgehbûna wî bû.
Hîç şik tune bû ku darizandina wî, ji kurdan, Tirkiyeyê û reya giştî ya dinyayê re balkêş bû.
Lê hezar mixabin helwesta wî ya di belafirê de û piştî ku ji belafirê peya bû tiştên wî gotibûn, derxist holê ku darizandina wî dê balkêş nebe, ewê wek serokekî tevgera gerilatî û neteweyekî bindest tevnegere. Ewê teslîmî dewletê bibe. Doza wî jî dê nebe dozeke dîrokî.
Lewra dema ew ji belafirê peya bû, diyar kir ku “ew xarziyê tirkan e û ew amade ye ku ji dewletê re xizmet bike.”
Baş tê zanîn ku “xarzitî” di kurdan de formeke gelek balkêş ya folklorî û civakî ye. Nêzikatiyeke taybet nîşan dide. Li hemberî xarziyan helwesta taybet tê nîşandan û ew bi taybetî tên parastin.
Ocalan jî, ji dewletê ev yêka dixwest. Ocalan, bi vê peyvê mesajeke taybet dida dewletê. Dewleta xwediyê ceribandin jî, ew mesaja Ocalan baş fahm kir ku Ocalanê li ber xwe ne de.
Loma jî dadgehê li hemberî Ocalan gelek nerm tevgeriya. Ji bona ku Ocalan bi azadî nerînên xwe bîne ser zimên, jê re derfet çê kir û ji bona pirsekê çend caran ji Ocalan hat pirsîn ku ew nerînên xwe diyar bike.
Lê tê zanîn ku helwest û rastiya dadwerên dewleta tirk li hemberî kurdan û girtiyên siyasî ne wusa ye. Dadwer her dem dixwazin ku mafên girtiyên kurd û siyasî sînor bikin.
Wî tu wext dadgeh û qadiyên dadgehê eciz nekir û zor neda wan.
Rastî jî, her çiqas beriya doza Ocalan hat diyar kirin ku “Doza Ocalan û PKKê dê bibe doza sedsalê” jî, hîç wusa nebû. Bi gotina xerîbekî, “çiya mişk anî dinyayê”.
Doza ku bi salan dom bike di panzdeh rojan de qediya.
Ocalan, di destpêkê ji berpirsiyarên leşkerî û MÎTê re sipas kir ku wan li ser wî tadeya psîkolojîk û fizikî nemeşandine, ji wî re muameleyeke baş nîşan dane.
Ji malbetên tirkan baxişandin xwest. Ji bona kurdên dayê kuştin û malbata wan tiştek negot.
Tu wext nehat bîra wî ku ew kurdek e û serokê “rêxistineke kurd” e. Loma jî li dadgehê kurdî qise kirin û parêzname bi kurdî pêşkêşkirin, nefikirî.
Wî, nexwest ku parêzerên wî parastineke hiqûqî û siyasî ya radîkal jî bikin. Wî bi xwe parêznameyeke gelek sivik, lê ji her aliyî de li dijî berjewendiya neteweya kurd pêşkêşî dadgehê kir.
Wî dixwest ku xwe ji mirinê xelas bike.
Naveroka parêznameya wî gelek xerab bû. Wî di parêznameya xwe de li dijî mafê çarenivîsiya neteweya kurd derket: Statuya otonomiyê, federaliyê, dewleta serbixwe ji bona kurdan heq nedît.
Wî pesna Kemalîzmê û M. Kemalê ku neteweya kurd qirkiribû kir. Li dijî serîhildanên Kurdistanê û li dijî serokên serîhildanên Kurdistanê derket. Serokên Kurdistanê tewanbar kir ku ew bûne sedem ku M. Kamelê Bavê Tirkan li Tirkiyeyê demokrasiyê ava bike.
Dema dadgeha wî dest pê kir helwesta wî ya lêpirsînê jî derket holê.
Diyar bû ku wî derbarê hevalên xwe û berpirsiyarên kurd yên ji dervayî PKKê de gelek tişt qise kiriye.
Dozgerê wî, ji televîzyon û rojnameyan re diyar ku “Ocalan di lêpirsînê de gelek tirsok bûye û ji mirina xwe ditirsiyaye. Taybetiya wî ya serokatî jî tune ye.”
Ew helwesta wî ya ne baş a li dadgehê, li girtîxaneyê jî dom kir.
Li girtîxaneyê j,î bi rêya parêzerên xwe, ji Başurê Kurdistanê re dijmininatiya xwe domand.
Ji bona PKKê stratejiya xwe ya kurdistanî biguhere hewil da û di hewildanê de jî biserket.
Tu wext li hemberî tade û zilma dewletê derneket. Rojekê nefikirî ku bikeve grêwa birçibûnê û wekî din çalakiyan li girtîgehê li dar xe.
*****
Wek tê zanîn piştî ku hilbijartina herêmî operasyona KCKê dest pê kir. Bi sedan kes bi îthama endambûna KCKé hatin girtin. Li Amadê jî 151 kes bi îthama endambûna KCKê hatin binçav kirin. 91 kes ji wan girtî ne.
Ji van kesan beşekî wan serokên şaredariyan û berpirsiyarên DTP/BDPê ne. Di nav wan de ji gelek beşên civatê kes hene. Beşekî wan jî berê ji pênç salan zêdetir hepis razane.
Di derbarê wan de bi mehan lêpirsînê dom kir û piştî 15-16 mehan dozname/îdianame hat amade kirin.
Îdianameya KCKê, 7500 rupel e.
Doza KCKê, di 18. 10. 2010-an de dest pê kir. Beriya Doza KCKê li Amedê dest pê bike, diyar bû ku girtiyên KCKê dê bi kurdî parêznameyên xwe pêş bikin.
Vê daxuyaniyê hemû kurd kêfxweş kirin.
Bi kurdî xwe li dadgehê parastin, wek her kurdekî mafê wan bû. Loma jî her kurdekî piştgiriya vê daxwazê kir.
Dema dozê dest pê kir jî, ew helwesta girtiyên KCKê bû rastiyekê. Li ser navê girtiyên KCKê Hatib Dîcleyî di diruşmeya yekemîn de diyar kir ku ewê bi kurdî parêznameyên xwe pêşkêş bikin.
Dadgehê ew daxwaza red kir. KCKêyîyan helwesta xwe ya kurdî domandin.
Her kes li bendê bû ku piştî îdianame hat xwendin, dadgeh biryareke erênî bide. Lê wusa nebû.
KCKêyîyan jî, li hemberî biryara dadgehê, helwesta xwe domandin. Loma jî parêznameyên xwe pêşkêş nekirin.
Ji bona parêznameya kurdî, ji dadgeha bilind jî daxwaz hat kirin, dadgeha bilind jî ew daxwaza red kir û biryara dadgeha KCKê erê kir.
Piştî biryara dadgeha bilind jî, helwesta KCKêyîyan domand. Loma jî diruşme du mehan paşve hat avêtin û hîç girtiyek jî nehat berdan.
Ew helwesta KCKêyîyan, helwesteka kurdî û hêja ye. Divê vê helwestê xwe bidomînin.
Rastî piştî diruşmeya dawî jî, daxuyaniya di derbarê pêrêznameya kurdî de hatiye diyar kirin, nîşan dide ku KCKêyî dê helwesta xwe ya parastina kurdî bidomînin. Ew helwesteke baş û erênî ye.
Divê li cem vê yekê KCKêyî, di parêznameyên xwe de jî azadî û desthilatdariya miletê kurd, mafên kollektîf yên neteweya kurd, mafên çarenivîsiya neteweya kurd, serxwebûna Kurdistanê biparêzin.
Mirov dema Doza KCKê a li Amedê dişopîne û şirove dike, gelek aşkere dibîne ku helwesta KCKêyîyan, ji helwesta Ocalan pêştir û kurdtir e.
Divê her kurdek li ser vê rastiyê raweste û bigihîje encamê.
Amed, 13. 11. 2010