Rûgeş û şên bûn însan
Di 23ê Cotmeha 2011an
Ji rojan yekşem
Mijûlbûn hinek bi karên zivistanê
Hinek li baxçeyan
Dikeliyan kolan bi keç û xortan
Zarok li meydanan
Dayik dilşa
Bav rûken
Û govend digerand tav
+++
Erd hêjiya li Wanê
Serûbin bû dinya
Hawara sedhezaran
Bi toz û dûman
Gihîşt ezmanan
Û sekinî jiyan
Tav rûyê xwe bada
Rabû dojeh û qiyamet
Felaket û keraset
Carek din li ser kurdan
+++
Erd hêjiya li Wanê
Berf û baran pişt re
Dinya sar û şil
Ne xani û çadirek
Ne jî metroyek naylon
Man li ber xirbeyan
Sedhezaran kes rût û tazî
+++
Erd hêjiya li Wanê
Di bin de ne tenê feqîr û hêjar
Her ûsa
Însanetî jî ma
Temaşe kir dewlet
Derî û sinor hatin girtin
Test kir „potensiyela xwe“
Carek din li ser Kurdan
Sîh car erdhêjand ev dewlet
Çar hezar gund hilweşand
Sirgûn kir bi milyonan însan
Erdhêja Wanê jî
Ji loto derket
Dewlet dilşa
Rayedar rûken
Û carek din
Kurd bûn qurban
+++
Erd hêjiya li Wanê
Hawara însanên bêçare
Gîhişt ezmanan
Tişt hatin berhevkirin
Qamyon bi qamyon
TIR bi TIR gihîşt Wanê
Lê ne hazir bûn em
Û man di bin krîza beredayî
+++
Erd hêjiya li Wanê
Roj kin
Şev dirêj
Û ser de jî seqem û şilî
Dest bi jiyanek nû kirin
Di dojehê de
Yên mayî
+++
Zarokek im ez hên deh salî
Ne dê û bav
Ne xwişk û bira
Bi tenê me êdî ez
Bêkes im
Sêwî û bi serê xwe
Ne tenê ez
Bi sedhezaran kes
Wek min in
Li qeraxa Behra Wanê
+++
Erd hêjiya li Wanê
Dem bihûrî
Wext çû
Germ nabe beden
Di bin naylonek tenik de
Têr nabe zik bi gotinan
Îş divê, emel divê, kar divê
Û paşê jî dilek pak û dilsoz
De dirêjkin destên xwe
Niha nebe kîngê
Kavil bû Wan
Erdiş nema..