Neteweyek, gelek yan jî civatek bi dîroka xwe ya kevnare ve, hatibe hunandin û di dîroka xwe de têgihiştî be, dikare xwe jibona pêşerojê amade bike. Neteweyek bêyî zanîna dîrokê weke darên bê kok û rûtin. Têgihiştina neteweyekî ya mêjûyî temînata pêşeroja wî bi xwe ye.
Gelê Kurd bi hafizeya xwe ya kolektîfî di warê dîrokê de pir lawaze. Weke pêwîst nekarîye li hêjayîyên xwe xwedî derkeve. Bêşik dîrok di jîyana netewa Kurd de sitûna bingehî ye. Bêgûman hêz û taqeta dîroka hevbeş dikare Kurdan li ser hev rabigirê. Qet nebe divê em bikaribin li berhemên xwe yên hêja ên kolektîvî û dîrokî, xwedî derkevin û wan derxînin pêş.
Yek ji van xezîneyên mêjûyî ya neteweya Kurd, ya bi nav û deng ”Şerefname” ye. Mîrê Bedlîsî Şerefxan vê berhema xwe ya bi rûmet li ser dîroka Kurdistanê ya kevnare nivîsîye. Şerefname bi tena xwe, dikare bibe çavkanîya bi dehan pirtûkan. Bi tena xwe tabloyên di Şerefnameyê de mijara çendîn pirtûka´nin. Bêdewletbûna netewa Kurd, her weha tunebûna dezgehên neteweyî rê li ber Şerefnameyê teng kirîye kû şewqa xwe bi tevayî bide ser civata Kurdan û ronî bike. Her çiqas dijminên netewa Kurd ên sondxwarî xwestine giranîya Şerefnameyê berbend bikin jî, ew bi ser neketi´nin. Şerefname bi tena xwe û piştrast, ji hêza leşkerî ya bi sedhezaran bêtir ji miletê Kurd re bûye balpişt. Bi saya Mîrê mezin Şerefxanê Bedlîsê em li ser diroka Kurdistanê ya kevnare gelekî tişt fêr dibin. Mijareke ji van mijara ya balkêş di Şerefnameyê de, ji xwe re cî dîtîye êlên Rojkîyane. Ezê di vê nivîsê de hinekî alîyên balkêş ên êlên Rojkîyan derxînim pêş.
Mebesta min bi vê meqaleyê bêtir ew e ku çend çiqên balkêş ên êlên Rojkîyan raxim ber çavan. Bêgûman di çerçoweyekî fireh de bandora şînşopên êlên Rojkîyan mijara pirtûkane. Dîroka êlekî weha kû ji Mîr Şerefxan şûnde, bi gelekî awan nehatîye tevdan,bêşik ji bo civaknasîya Kurdan valayî û kêmasîyekî mezine. Lewra Rojkîyan di bin fermanrewatîya mîrên Bedlîsê de, zêdetirî 650 î rolekî biryardêr girtine ser milên xwe.Hezar heyf ku li ser êla Rojkîyan bi rêk û pêk agahdarî û çavkanî, ji bilê Şerefnameyê û hindik jî gerokên weke Ewlîya Çelebî pêve, min nekarî di tu berheman de bidestxim. Bêgûman ez di vê rêçêde rastî gelekî nivîsan hatim ku navê êlên Rojkîyan di nivîsên xwe de bi karanîne. Yên bi zimanê Tirkî jî weka ”unlu Rojkî aşîretî-kahraman Rojkî aşîretî hwd” bi mebesta nexşandina nivîsên xwe bicîkirine. Min ji van çavkanîyan tu fêde ne dît. Min ji hinek çevkanîyên din ên ku liser dîroka kevnare hatine nivîsandin sûd wergirt. Lê ewê Şerefnameya bi nav û deng kevirê avakirina bingehîya vê miqaleyê be.
Yekîtîya berek û êlên Kurdan weke ya Rojkîyan, ji nêzik de pêwendîyên xwe, bi dewleta Merwanî ya Kurd ve heye. Danîna hîmê vê dewletê, ji êla Humeydî û gundê Kermasê Bad bîn Dostik dest pê kirîye. Li pêyî bidestxistina cî û waran, di dema kuştina Bad de, ji nava xwarzîyên Bad, Emîr Alî bin Merwan, xelkê li dora xwe civand, çû ser Meyyafarqînê û di sala 991 de kete hûndirê bajêr û bajar girt destê xwe. Ji wê demê û virda, bajarê Farqîn û Amedê bûne navenda dewleta Merwanîyan û deverên din yên Kurdistanê jî kirine binê Hukimdarîya xwe. Li gor agahîyên Îbn ûl-Ezrak ”Di salên 993 da hêzên Ruman bi ser Xelat, Milazgir, Erdîş û Bargirî yê ve girtin. Lê belê Emîr Ebu Alî bin Merwan êrêş bire ser wan û ewan bindest kir. Rum, ji ber Emîr Ebu Alî dest bi revê kirin. Ebu Alî got ku; hêzên Îslamî wê tevde bên vê derê. Li ser vê Ruman aştî xwast û vegerîyan welatê xwe. Di nav wan de lihevkirina çek rawestanê ji bo 10 salan çêbû. Bi vî awayî Ebu Alî welatê xwe gîhande ewleyî yê.”Ji dawîya sedsala 9 an û di tevayî ya pêvajoya sedsala 10 an de, hêzên Merwanî, bi alîkarîya êlên Kurdan, li dijî hêzên biyanî û talanker, xwe parastin.”Di wê demê de M.(Miladî- SN) 998 an li Tedwan û dora wê de, di navbeyîna Merwanî û Gûrcîyan de pevçûn û şerek li dar dikeve. Îdareya Merwanîyan,bi du navendên girîng ve dabeş bû. Ji van navendan a yekê, Dîyarbekir û bajarê dora wê û navenda diduyan jî, Tedwan û dora wê bû. Xelat û Bedlîs du bajarên girîng ên vê navendê ne” (Mehmet Azimli ”Sökmenşahlar dönemine Kadar Mûslûmalarinin Hakimyetindekî Tatvan R-84).
Li van navendan, Merwanî û xanedana xwe û êlên Kurdan ên van deveran heta sedsala 1100 jî, li mintîqeyê hukumdar bûn. Tê texmîn kirin li dijî van hêzên cûda û talanker, êlên Kurdan di nava xwe de mecbûrê avakirina yekîtî yê bûne. Ez bawer dikim û şopên dîrokê jî bi gelekî awan nîşan dide ku Yekîtîya êlên Rojkîyan di dawîya sedsala IX û di sedsala X de pêk hatîye.
Di van deman de, ji êlên Kurdan yên Hekkarîyê cûr be cûr eşîr, binemal, bi bendikên xwe ve hatine û li der û dora Bedlîsê ji xwe re zozanan (çêrgeh) û zivistangeh ava kirine û li van deveran bi cîbûne. Berîya hatina van eşîran, li Bedlîsê weke eşîrên qedîmî Qeysanî, Bayekî, Modkî, Zoqeysî, Zeydanî cîwarbûy hebûn. ”Yek ji dîrokzanê Ermenî ê bi navê Thoma Ardzrounî di nîvê sedsala VIII an de bûye şahidê êrîşên êlên Kurdan ji xwêyîtê, kû di sala 852yan de erîşî hêzên Ereban yên li deşta Muşê qonax kirine,.”(Bedlîs û gelê wê seyhetnama Ewlîya Çelebî-Wîlhelm Kohler, rûpêl 35).
Ev êlên binecîyên van deveran û êlên ji hêla Hekkarîyê bi hevdûre gewda bingeh a êlên Rojkîya´nin. Di derbarê dîroka pêkhatina yekîtîya êlên Rojkî´yan de, Hammer-Purgstll bi texmînî dinvîse ku ”bi îhtimelekî zêde ev yekîtî, di dema seroktîya Hûlagu yê Moxolî di 1259 an de di dema ji holê rakirina qiralîyeta biçûk a Ermenîyan 1375 de, ango di wê navbeynî de pêk hatîye” (rûpêl 36). Lê bi bawerîya min, ev texmînekî şaşe û ne raste. Em dibînin ku di dema Împaratorîya Eyyûbîyan de, yekîtîya Rojkîyan di zîrveyê de ye û hêzên wan ên li hev hatî, li serê çîyan yên Kurdistanê li dijî talankeran şer dikin. Di derbareyê vê bûyerê de Şerefname bi me dide zanîn ka rewş çîye: ”Bandora Atabegên Selçûkî ya li ser Kurdistanê û bi taybetî li ser Kela Bedlîsê ji 40 salan zêdetir ajot. Pişt re, di sala 576ê koçî (1180yê zaînî) de, Sultan Selaheddînê kurê (?) Seyfeddîn Gazîyê Atabegî di şerê bi Misrîyan re, yanî bi Eyyûbîyên kurd ên Misrî re, mexlûb bû. Ji wê rojê şûn de stêrka Atabegîyan ber bi tefînê ve û dewleta wan jî hêdî hêdî dest pê kir ber bi nemanê ve çû. Belê, tam wê çaxê, Eşîreta Rojkî, li hemberî zor û zordaran ku di muddetê vê zerfê han de serî netewandibûn û li serê çîya û latan, di nav newal û gelîyan de ji bo ku wekî şêr û pilingan nêçîra xwe bikin û li hêvîya firsetan bin, derketine meydanê û bêyî firset bidin hêzên Atabegî yên tovê fitne û fesadîyê li ser rûyê cîhanê direşandin û welat di bin zor û zordestîyê de digirtin, dan ber êrîşan û bi şûrê xwe yên tûj û xencerên xwe yên devbixwîn ew ji deşt û çiyayan vekirin û avêtin”(rûpêl 384-385).
Bi bawerîya min, ji wan jêgirên li jorê hatine nivîsîn zelal xûya dike, ka di kîjan sedsalê de yekîtîya Rojkîyan pêk hatîye. Ev yekîtî ji 24 eşîr û berekên Kurdan pêk hatîye û bi bêjeya Rûzîkî- Rojkî-Roşkî û Rockî ve hatîye biliv kirin. Ev yekîtî di dema dewleta Merwanîyan de û di sedsala X an de pêk hatîye. Lewra em dizanin yekîtîya Rojkîyan, ji 40 salan zêdetir li serê çîya xwe parastine û ji bo hemî erîşan amade ne. Wexta firseta xwe dîtine weke nimûne, di 1180yî de, li himberê dujminê xwe mîna şêr û pilingan hazir bûne. Eger em bînin bîra xwe, hêzên Merwanî heta 1100î jî li navenda Bedlîs, Xelat û Tedwanê rêber bûn. Ango bi qasî agahîyên Şerefnameyê em dikarin bêjin yekîtîya Rojkîyan di sedsala X an de pêk hatîye. Baş tê zanîn berî wê demê jî, di sedsala X de bi caran hêzên Selçûkî û Merwanî hatibûn hemberên hevûdu.
Dîrokzan Mîr Şerefxan, di Şerefnameyê de yekîtîya êlên Rojkîyan weke dîyardeyeke giring destnîşan kirîye. Ew noqte ew bû kû Rojkîyan bi yekîtîya xwe ve, welatê xwe, ji Qiralê Gûrcî ê bi navê Davîd azad kirine. Weke li jorê jî bilêv bûye, di dawîya sedsala IX de, li deverên Rojkîyan, şer di navbêyna êlên Kurdan û Gûrcîyan de çêbûne. Di vî warî de, gelek belgeyên dîrokî destnîşan dikin kû di sedsala X an de, êlên Kurd û hêzên Gûrcîyan hatine hemberên hev û şer kirine. Di derbareyê vê bûyerê de, bi qasî mirov ji Şerefnameyê tê dighêje; ”Kurdên Rojkî welatê xwe, ji qiralê Gûrcî azad kirine”. Li gor vê çavkanîyê jî êdî zelal xûya dike kû yekîtîya Rojkîyan di sedsala X de pêk hatîye û weke beşekî hêza dewleta Merwanî li herêmên xwe hukum kirine.
Di dema Eyyûbîyan de jî Rojkîyan, bi Eyyûbîyan re, li dijî Atabegên Selçûkî, xwe parastine û destkeftinên xwe ji dest bernedane.
Qiralên Gûrcîyan bi hêzên mezin bi caran êrîş anîne ser Bedlîsê, Xelatê û Erdîşê û van herêmana talan kirine.Yek ji destkeftinên vê demê jî, dema Necmeddîn Eyyûbî li Xelatê hukumdar bû ye. Di sala 1209an de hêzên Gurcîyan bi seroktîya Îvan ve Xelatê dorpêç kirin e. Di vê êrişê de dîlê serleşker, Îvanê Gurcî hatîye girtin û wî birine hizûra Necmeddînê Eyyubî. Weka adeta rêberên Eyyubîyan wî di astekî bilind de pêşwazî kirine û Necmeddîn Eyyubî bi qedir, di astekî bilind de û pêre peyman çêkirî ye. Ev peyman ji şeş xalan pêk dihat: 1- berdêla azadîya Îvan ê serleşkerê Gurcî weke nirx wê 200.000 zêr bac bide;
2 – Wê Gurcî 2.000 misilmanên êsîr bûne azad bikin; 3 – Wê 21 bircên bi sînorê wilayetên Eyyubîyan ve wê teslîmê Necmeddîn Eyyubî bikin; 4- Îvan wê keça xwe bi birayê Necmeddîn Eyyûbî – Melîkûl Eşref Muzafferûddîn Musa re bizewicîne; 5- Di şerên Necmeddîn Eyyubbî beşdarî bike, wê hêzên Gurcîyan li cem wî cî bigrin; 6 – Wê ji niştecîyên xiristîyan yên Xelatê re dêrek bê avakirin. Îvanê Gurcî vê peymanê bi teveayî qebûl kirîye (Ahmet Demir ji cevkanîyên din neqil kirîye, rûpêl 148-149).
Destpêka yekgirtinê
Ji nêz ve naskirina ev yekîtîya hêzên Kurda bi girîngî dizanim. êrişên dijwar ên talanker yên hêzên biyanî pêdivîyên yekîtîya êlên Kurdan pêwîst kirîye û loma jî yekîtîya xwe ava kirine. Ew êl û berekên Kurdan rojekê ji rojan ”li cîyekî kû navê wê Tabê ye û li der û dora Xwêtê dicivin û vê yekîtiya xwe pêk tînin. Ev civaka han ya ji qebîleyan pêk hatî ye, dawîyê dibe du beşên girîng . Beşa yekem ji 12 grûban pêkhatî ye û weke Bilbasî û ya duwem jî weke Qewalis bi nav bûne. Gotinên Bilbas an bilbîs û Qewalis jî, navê du gundên mîrekên Hekkarîyê ne. Li gor rîwayeteka din jî, ev herdu gotinên han navê du qebîleyên ji Eşîreta Baban in” (Şerefname-werger kurmancî Zîya Avcî, rûpêl 376).
”Ev eşîreta han a kurd ya bi wan xesletên xwe yên civakî yên bilind, ku behsa wan hatiye kirin, ji qismek eşîret û gelên Kurdistanê cihê dibin, 24 qism in. Pênc ji wan: Qeysanî, Bayekî, Modkî, Zoqeysî û Zeydanî eşîretên qedîm ên wîlayeta Bedlîsê ne. Panzdehên din jî di bin du şaxên mezin: Bilbasî û Qewalisî de berhev dibin. Bilbasî ewin: Keleçîrî, Xerbîlî, Balekî, Xiyartî, Korî, Birêşî, Sekrî, Garisî, Bêdorî û Belagerdî ne.Qewalisî jî:Zerduzî, Endakî, Pertavî, Girdikî, Suhrewêrdî, Kaşaxî, Xaldî, Wastudkî û Ezîzanî nin” (rûpêl 381).
Ger em baş bi dîqat bala xwe bidine wan rêzên jorê, emê xweş tê bighêjin kû eşîrên Rojkîyan ji sê qisman pêk hatine. Qismê Bedlîsê, Bilbasî û Qewalisî ne û bi hev re yektîyek ava kirine. Bi vê yektîyê ve 24 eşîrên Kurdistanê di nava yekîtîyekê de cî girtine. Ev yektîya eşîrên Kurdan a konfederal, li himberê bager, firtûne, tofanên civakî, şer û alozîyên di dîrokê de qewimîne karîbûne xwe biparêzin. Ji ber kû yekgirtina konfederalî bi xwe ra yekîtîya hêzên çekdarî jî afirandîye û navenda leşkerîya hêzên êlan avakirîne.Ji ber vê jî dikarîbûn xwe baştir dijî hêzên bîyanî biparêzin. Mexsed ji yekgirtina konfederalî, ya civatên êlên ji hev cûda, di navendekê de anîna ba heve. Sîstema Konfederalî ya eşîran bi xwe weke rêkxistinî, ya zêde nêzi ava kirina dewletê ye. Lewra ew bixwe yekîtîyeke leşkerî, sîyasî û aborîye. Konfederasîyonê van êlan di nava yekîtîyê de, li pîyan hiştîye, lê belê ji bo parastinê, aborîyê û rêvebirîyê jî yekîtîya tevayî parastîye. Alîyê konfederasîyonê ya girîng û xweser hêza wê ya rêxistinî, leşkerî û rêvebirîya sîyasî ye. Bi bawerîya min ev konfederal ya yekîtîya Rojkîyan ya herî nêzî hêza dewletbûyinê ye. Dema mirov ji nîzik de lê kûr dibe, aşkere xuya dike kû yekgirtina Rojkîyan di warê perwerde, rêberîya sîyasî û leşkerî de, ji wan dewletên dema xwe kêmtir nebûne. Her weha mirov dikare bêje ji wan dewletana pêştir bûne. Bêgûman di domandina yekîtîya konfederalîya Rojkîyan de, cîyê Mîrên Bedlîsê biryardêre. Mîrên Şerefxanîyan bi dadwerîya mîrekî karîbûne alozîyên nava êlan, bêyî ji hev bela wela bikin çareser kirine. Ev jî zanîna hunandin û birêvebirina Xanedanên Bedlîsê, radixin ber çavên me.Bi rîya vê yekgirtinê ve Rojkîyan karibûne xwe li himber hêzên biyanî biparêzin û li welat serkeftinan bidest bixin. Bi van serkeftinan ve, êl û berekên Kurdan, axa welêt bi yeksanî di nava xwe de parve kirine. Lewra tu kes û ber, ji axa xwe bê par nemane. Kesên ku xwedîyê erd û ax nebûna, ji êla Rojkîyan nedhatin hesbandin. Gelek balkêşe ku eşîrên Kurdan di nava xwe de, di vê demê de reforma xakî pêk anîne. Bi vî awayî gundîyên konfederasyonê, di warê çandinî û baxçevanîyê de pêşketine û aborîya xwe xûrt kirine û mil dane hukumata Mîrên xwe. Bi serwerîya mîrên xwe ên Bedlîsê ve ji 650 salî zêdetir li ser xaka xwe desthilat bûne û welatê xwe bi rê ve birine. Yektîya Rojkîyan di çavên dujminan de bûye weke kelemekî nedîtî. Lê, Rojkîyan li himber êrîşên hêzên talanker yên Gurcî, Mongolî, Akkoyonî, Selçukî, Herzemî, Osmanî, Sefewî, Rûs û eşîrên Tirkmenan, bi qehremanî di berxwedane û axa welatê xwe parastine.
Gelek spas ji bo birêz Nezir Akat kû wexta xwe da vê nivîsê û redekte kir.
Silimanê Norşînî