Serok Talebanî û serok Barzanî bi riya telefonê ve di derbarê dengdana neyasayî ya li ser yasaya hilbijartina civata parêzgehan, gotûbêj kirin.
Di wê pêwendiya telefonî de helwesta Serkirdeyatiya Siyasî ya Kurdistanê hate gotûbêjkirin û biryar e jî di nêziktirîn derfet de serok Barzanî biçe Bexdayê û bo danîna plan û bernameyekê bo rûbirûmayîna wê krîzê, li gel Mam Celal gotûbêj bike.
Herweha şeva borî Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir, ku H.Kurdistanê pêbendî encamên wê proseya nedestûrî nîne û bi tundî diltendiya xwe li wê şêweyê ragihand.
Di daxuyaniyê de weha hat:“Em ji aliyekî ve vê helwêsta serokê parlamentoyê û hevalbendên wî ya ku em ne li hêviyê bûn red dikin û ji aliyê din ve jî diyar dikin ku Herêma Kurdistanê nabe pêbenda vê prosesa nedirist.Çimkî ya ku li ser esasê nediristiyê ava bibe dê nedirist derkeve jî.“
“Em bi tundî gûmanên xwe bi vî awayî nîşan didin û eger kesên din jî pêve pêbend bin, ev yek weha li me dike, ku helwêstên xwe û hevpeymaniyetiya xwe di ber çav de derbas bikin.“
Herweha Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê nameya nerazîbûna xwe pêşkeşî Serokatiya Parlamentoya Iraqê, Dadigeha Bilind a Fedaralê kir, li hember wê mekanîzmaya nedestûrî û neyasayî ya yasaya hilbijartina civata parêzgehan hate pejirandin.
Parlamentoya Iraqê dûhî bêyî amadebûna Hevpeymaniya Kurdistanê(HK), Lîsteya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê li gel hinek parlamenterên Lîsteya Îtîlafê projeqanûna hilbijartinên parêzgehan bi amedebûna 140 endaman û bi 120 dengan pesend kir.Endamên HK heta madeya 24-ê ya wê madeyê jî ku bi awayekî aşkere bi rê ve çû, deng li se vê projeya dan lê dema ku dengdan hat dora madeya 24-ê bi biryareke serokê parlamentoyê Meşhedanî xwastin dengdanê bi awayekî nehênî pêk bînin,HK û Lîsteya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê ji runiştinê derket derve.
Talebanî û Barzanî dengdana yasaya hilbijartina civata parêzgeha