Skip to main content

Kurdistan, Îsrail û Cîhana Îslamî/Şefîk PÊŞENG

Aso Zagrosî: Kurd wekî netewe xwedanê ol û olzayên cuda ye. Kurdên Misilman bi sedan û bi hezaran zanyarên olî dan cîhana îslamî. Di belavkirina ola Îslamî û di parastina wê de Kurdan cihekî giring girtin. Neteweyên wek Tirk, Ereb û Faris di bin navê “Brayetîya Îslamê” de dewletên xwe damezirandin, lê di heman demê de mafên kurdan ên netewî û demokratîk binpêkirin û komkujî dijî Kurdan kirin. Di jêr maskêya Brayetîya Îslamê de Tirk, Ereb û Farisan her tiştên, ku bo xwe helal dibînin, ji bo Kurdan hemû heram kirin û hêj jî wisa berdewam dikin (wek minak damezirandina Kurdistana serbixwe an jî avakirina xweserîyek e wekhevî).

 

Di bin sîya oldarî û îdeolojîk de gellek Kurdên musilman û çep bi baweşînekê dijatîya komara Îsraîl dikin, lê serokkomar, Şimon Peres, serokwezîr, Benjamin Netanyahu û wezîrê derve, Avigdor Lieberman, daxûyanî dan kû ewê piştevanîya Kurdistana serbixwe bikin. Ev cara yekem e, ku serkirdeyên dewletekê bi yek devî pêwistîya piştevanîya dewleta Kurdistana serbixwe dibînin.

 

Di vê dema dîrokî de ku gotûbêja serxwebûna Kurdistanê destpê kiriye û dimeşe. Gelo divê Kurd beranberî van daxûyanîyan çawa helwest bigirin?

 

 

 

 

Helwesta Îsraîlê ya di derbarê pêvajoyê de weke dermanekî neceribandî ye

 

Şefîq PÊŞENG: Mixabin rast e ku miletê kurd qedreke beramberî xizmeta ji Îslamê re, ji Mulimanên ne Kurd nedîtiye. Bileksê wê, di nava civaka îslamî de Kurd weke yetîm û bêkes miamel dîtine. Miletê her sê dewletên welatê me dagirkirin û em ji hemû mafan bêpar hiştin, bi pirrayiya xwe Musliman in, li van her sê welatan jî ola serdest Îslam e.

Dîsa rastiyeke ku divê neyê jibîrkirin ev e ku Ereb û Farisan li ser navê Îslamê û Xwedê bi piştdana Îslamê û kitêba wê Quranê fermana Kurdan dane, bi fetwayan şer û enfala Kurdan helal hetta ferz kirine. Tirkan jî her Îslam li hemberî miletê kurd bikaraniye. Çi Şîa, çi Sunne helwesta Faris, Ereb û Tirkan ya li hemberî miletê kurd û Kurdistanê her bi mîjoyekî kolonyalîst bû ye. Her tiştê ji xwe re rewa dîtine li miletê kurd heram kirine. Lê êdî Îslam jî nema kare rûçikên wan yên qirêj û dijminane veşêre û tîr ji kevanê derketiye,

Ji salên 1970yî ta salên 1990î di nava tevgerên kurd de dijberiyeke li hemberî Îsraîlê hebû. Lê ev dijberî li hemû parçeyên Kurdistanê nebû yan jî ne weka hev bû. Li gel ku hêzên Bakur û Kurdistana Rojava antî-sîyonîst bûn, têkiliyeke pozîtîf di navbera Îsraîlê û hêzên Başûr de hebû.

Bi baweriya min ev dijberîya em behs dikin ne dijberiya Cihûya bû û ji sebebê îdeolojîk û konjukturel bû. Bi taybet ji bo tevgerên Kurdistana Bakur wisa bû. Di siyaseta dinyayê de du bendî hebû û Îsraîl jî di benda Tirkeyeyê de bû. Divê neyê jibîrkirin ku Tirkiye yekem welatê Musliman bû ku Îsraîl weke dewlet nas kir. Lê dijberiya bi motîfên îslamî dijberiya olî ye û raste rast dijberî û dijminatiya Cihûya ye. Lê divê bê destnîşankirin ku li gel li hemû welatên musliman dijminatiya li hemberî Cihûyan û Îsraîlê zêde dibe, li Kurdistanê kêm dibe.

Li aliyê dinê di siyaseta Îsraîlê ya li hemberî doza kurd ne bi aheng e. Li aliyekî piştgirî daye Başûr li aliyê dinê daye Tirkiyeyê.

Divê em vê rastiyê qebûl bikin ku têkiliyên dewletan yên navnetewî li ser berjewendiyan ava dibin. Çewa dostanieyeke heta bi heta tune be dijberiyeke heta bi heta jî tune ye. Dijberî û dostanî ne li ser pîvanên diyarkirî û neytan li ser lihevkirin yan jî nelihevkirina berjewendiyan ava dibin. Jiber vê yekê sebebê helwest û posizyona rayadarên îsraîlî ne ji qenciya wan û ne jî ji camêriya wan e. Di çarçoveya denklema Iraq û Kurdistana Başûr de, berjewendiyê dewleta Îsraîlê di parçebûna Iraqê de ye û ev yek jî di navbera berjewendiyên Îsraîlê û Kurdan de dibe sebebê ahengekê. Mesele ne kêm ne zêde ev e.

Pêşiyê Şimon Perez, - ku di siyaseta Îsraîlê de xwedî gotin e-, paşê jî serokwezîr Benjamin Netanyahu û wezîrê karê derve, Avigdor Lieberman, bi daxuyaniyên cihê cihê piştgiriya xwe ji bo dewleteke kurd eşkere kirin. Lê divê bê destnîşankirin ku beriya wan serokdewletê Lîbyayê Muammer Qaddafî hê di salên 1908yî û 1990î de behsa mafdariya miletê kurd bi dewleteke serbixwe kiribû.

Em hemû dizanin ku ji gelek sebeban rola Cihûyan di siyaseta navnatewî û navdewletî de zêde ye. Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heta gelek welatên ewropî xwedî giranî û xwedî gotin in. Ew dikarin pêşî li gelek rûdanan bigrin û lê herweha rê jî li ber wan re vekin.

Lê ez bi dilekî rihet nikarim bibêjim ku -di vê dema ku di rojevê de ye- beriya her kesî diyarkirina piştgiriya dewleteke kurd, ji aliyê rayadarên Îsraîlê, îlankirina pêwestiya dewleteke kurd ji aliyê wan, wê tesîreke erênî li pêvajoyê bike. BêgumanÎsraîliyan van daxuyaniyan bida jî neda jî wê dujminên miletê kurd û dijberên dewletbûna miletê kurd, bi hin motîvan li hemberî vê pêvajoyê derketana. Lê helwesta rayadarên îsraîlî ya ecele, qozekî li ezmanan lê digeriyan, xiste destê wan. Niha dijminên miletê kurd bi yekdengî dibêjin ku fikra dewleta kurd, projeya Sîyonîstan û Cihûya ye.

Heke em li vê dinyayê û bi taybetî di nava civaka musliman de, dereceya dijminantiya Cihûyan û Îsraîlê bi bîra xwe bînin, helwesta Îsraîlê ya di derbarê pêvajoyê de weke dermanekî neceribandi ye û ev helwesta bilez dikare zirarê jî bide vê pêvajoyê.

Hizr, nirx, îrade, şert û mercên dewletbûna miletê kurd di radeyeke nîvkemilî de dighêjin hev. Rewş weke zarokeke di zikê dê de, li benda roja xwe be. Ecelekirin jî derengmayîn jî dikare ji zarok re xeter be.

 

Şefîq PÊŞENG

 

08/07/14

 

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.