Aso Zagrosi: Di 10ê Hezîrana 2014an de koma terorê ya DAÎŞê („Ad-Davla Al-Islāmiyya fi al-'Irāq wa-sh-Shām”) bi êrîşbirin û bi destxistina bajarê Mûsilê yê Kurdistanê di çapemenîya cîhanê de cih girt. Piştre vê Komê çend bajarên Iraqê yê sunnî xistin bin hêza xwe. Çend komployên têorî di derheqê vê bûyera DAIŞê de belav bûn. Em ê kêfxweş bibin ku em fikir û ramanên we jî di derheqê van bûyerên dawî de bizanin?
Serdar Roşan: Bûyer û pêşdehatina çalakiyên rêxsitina navgotî bi çi rengî rûdabin jî, sebebên wê yên asasî vedigerin jêdera xwe ku ew jî pirsgirêkên siyaseta birêvebirên Îraqê ye. Bêguman agahdariyên li ber destên me hew ji mediyayê ne. Dibe ku hin alî ji ber siyaseta xwe destên xwe biêxin nav pirsgirêkên herêm û civakên heyî, lê eger nakokiyên muhîm tune bin, bi pîjên hinan mesele nagihîjin vî rengî. Bi qasî dixuyê pirsgirêk xwedî gelek nakokiyên cuda û tevlîhev e. Problemên neçareserkirî yên milî, etnîkî, dînî, mezhebî, coxrafî hene û xuyaye dê bi hêsanî jî neyêne çareser kirin. Jê re demeke dirêj, yeke bi dehsalan divê. Her milet, civak, dewlet û rêxistinên siyasî dê li gorî armanca xwe têbikoşe.
Aso Zagrosi:: Serokê herêma Kurdistanê Kek Mesud Barzanî û çend rayedarên din di derheqê pilanên DAÎŞê li ser êrîşkirina Mûsilê hêşyarî dane rêvibirîya Iraqê, lê mixabin hêşyarîyên wan piştguh kirine. Weke ku tê zanîn Amerîka telefonên serok û wezîrên Almanan bi rêya asayîşa xwe NSA guhdar kirine. Gelo çawa dibe ku bi pilanên DAÎŞê nehesiyabin?
Serdar Roşan: Dibe ku bi planên DAÎŞê hesiyabin, lê gava ordiyeke ji 30 hezar eskeran pêkhatî, yeke bi çekên modern nikaribe rojekê jî li ber xwe bide û Mûsilê çol bike dê pêhesîna bi çalakiyên rêxistina navbirî çi safî bike? Dixuye ku Malîkê ji xwe û ordiya xwe zêde bawer bû...
Aso Zagrosi: Sala 2016an dibe salvegera 100 mîn a ku Brîtanya û Fransa Kurdistanê bi peymana “Sykes picot”ê di nav xwe de par vekiribûn. Netewa ku herî pir neheqî û komkujiyê di bin vê peymanê de dîtiye, ya kurd e. DAÎŞ di 10ê Hezîranê de peymana “Sykes-Picot“ê qetant û binpê kir. Em ber bi 100 mîn salvegera vê peymanê ve diçin, gelo kurdên ku herî pir, ji vê peymanê zerar dîtine dê di vê pêvajoyê de çi bikin?
Serdar Roşan: Peymana Syces-Picot, peymaneke emperyal û parvekir bû ku herêm li gorî menfaetên xwe yên empertalîst, piştî şerê cîhanê yê yekem dîzayn kirin. Weke her peymaneke neheq vê peymanê jî ji mêj ve temenê xwe tije kiriye. Di asasê xwe de miletê kurd ev dused sal e, ji bo rizgarî û azadbûna axa bav û kalên xwe têdikoşe. Ev têkoşîna tarîxî piştî peymana navgotî jî her berdewam bû. Kurdan bi çendîn serhildanan nerazîbûna xwe li hember vê peymanê nîşan da û dide. Sebebên demdirêjiya vê peymanê şertên navdewletî bûn ku rê nedidan miletê kurd bigihîje mafê xwe yê rewa. Belam piştî têkçûna sîstema Sovyetê, ew konjuktûra navdewletî ya statuqoparêz felişî. Bi felişîna wê statuqoyê re, êdî ev peyman jî divê cîhê xwe li nêv qirşikdana tarîxê werbigire. Miletê kurd û hemî civakên etnîkî yên neheqî li wan bûye, divê li gorî realîteya civakî bigehîjin mafên xwe yên rewa.
Aso Zagrosi: Serbazekî Amerîkayê ku di nav şerê Iraqê de cih girtibu, digot ku Geroge Bush dixwaze mîna Koreya başûr 60 salî di Iraqê de bimînin, lê rêveberiya serok Obama ew der wek Vietnam nirxand û leşkerê xwe tewa ji wurê kişand. Piştî ku Amerîka xwe vekişand (2011) serokwezîr Nurî El Maliki Sûnnî ji postên girîng dûrxistin û bê hêz kirin. Cigirê Serokkomar ji welêt revîya, Wezîrê bazirganîyê avête girtîgehê, gellek serleşkerê pilebilind û karkerên sazîyên dewletê ji kar dûrxistin. Nurî El Maliki koma leşkerên Dicleyê dijî Kurda şandibû, budceya Kurdistanê rawestandibû û pereyên mehane yê Pêşmergeyan jî nema şandin. Ti qanûnên yasaya Iraqê di derheqê Kurdan de (qanûna di derheqê Kerkûkê û herêmên din ku hê jî di bin kontrola Iraqê de ne) cihbicih nekirin. Nurî El Maliki li Bağdayê dîktatoriyeke Şîî damezirand. Gelo divê Kurd di vê pêvajoya şer de biryarek çawa bidin?
Serdar Roşan: Bawer dikim bersîveke têrker dijwar e ji ber ku gelek aliyên meseleyê û cardin gelek piştgir û dijberên siyasî yên nakokiyên li herêmê hene. Loma hewce bi siyaseteke dînamîk heye ku divê di hemî halan de karibe bersîva qonaxa guherînan bide. Herçî kurd in weke civak û miltekê têkoşer divê li ser xeta miletparêziyê mafên xwe biparêzin û weke miletekî hevdem tevbigerin. Bêguman serxwebûn armanca sereke ya miletan e, bawer dikim hêzên milî yên kurd gava mercên wê pêk werin dê ji vê gavê xwe nedin paş.
Aso Zagrosi: Berî niha bi demekê generalê Amerîkî David Patraeus di daxuyanîyekê de anîbû ziman, ku heke Amerîka bi balafiran êrîşî DAÎŞê bike, ewb ê “xizmeta şervanên Şîîyan bike“. Ji hêlekê ve DAÎŞ, di bin sîya îdeologîyeke mezhebî ya Sunnî de hêzeke ereb ya nijadperest e. Bi beşdarbûna Baasîyên berê, di nav refên DAÎŞê de, vê îdîyayê piştrast dike. Di nava çend refên Kurdan de “ev şer ne şerê me ye“ tê gotin. Heke hêzên weke DAÎŞê di herêmê de bi cih bibin, ew ê bibin cîranên Kurdistanê. Wekî din jî erebên Sunnî Musulê, Kerkûkê û çend herêmên din yê Kurdistanê wek axa xwe dinirxînin. Di pêşerojê de di şerekî navbera Kurdan û wan de ewê Tirk û çend welatên Ereban piştgirîya wan bikin. Kurdistan dikare helwesteke çawa bistîne ku pêşereojê jî di nav de binirxîne?
Serdar Roşan: Herêma me, mixabin herêmeke bi bela ye, weke di bersîva pirsa berê de min got, hewce bi siyaseteke dîamîk heye. Ji bo pêkanîna siyaseteke weha cardin hewce bi hêza milî ya yekgirtî heye, hewce bi reorganizasyoneke eskerî yeke xurt û milî heye, hewce bi hişekî hevdem yekî analîzkirox û rêxistinî heye û ku divê dezgehên dewletî pêrabin û wê hişê hevbeş yê miletparêz temerkuz bikin.
Aso Zagrosi: Qesra Spî di van rojên dawî de ligel Serokê Kurdistanê Kek Mesud Barzanî, bi rêveberên Sunnî û Şîî re ketiye têkilîyê bo “tekoşînek hevbêş dijî terorê“ û “rêveberîya Dewletê bi rêya Şîî, Sunnî û Kurdan“ dîsa were pilankirin. Heke Kurd vê daxwaza Amerîka bi cih bînin, gelo divê Kurd kijan daxwazan ji Bağdayê bikin?
Serdar Roşan: Daxwaz eşkere ne, kurd milet in û divê xwedî mafên miletî bin. Madem Îraqa bi vî rengî nabe, an şêrîkiyeke konfederal yeke sist ku mafê veqetînê bê şert û mercan binimîne an jî serxwebûna Kurdistanê.
Aso Zagrosi: Rêveberên Kurdistana Başûr gelek caran behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Piştî ku artêşa Iraqê di gellek ciha de şerê dijî DAÎŞê wenda kiriye xwe ji herêma Kerkûkê vekişandîye, Pêşmergeyan ev cih xistine bin kontrola xwe. Gelo çima hêzên Pêşmerge ji Hemrînê destpêbike heya tewaya herêmên Kurdistanê naxê bin kontrola xwe? Gelo dê Kurd dîsa li benda cihanîna yasa Iraqê bin?
Serdar Roşan: Li gorî agahdariyên mediya li herêmên behskirî pêşmerge heye, heke ne wisa ye divê her wisa be. Bawer dikim siyaseta kurd ya li Kurdistana Başûr dixwaze ji meşrûiyeta daxwazên xwe re huqûqekê jî peyde bike. Heke guherînên herêmê wê huqûqê bînin pêş dê baştir be, na heke Îraq ji hev bikeve dê ji xwe de fakto ew huqûk bi cîh bibe.
Aso Zagrosi: Ligel Tirkiyeyê hevpeymanîyên bazirganîyê, ramyarî û çandî hatina danîn, gelo Kurdistan dikare serxwebûna xwe eşkere bike? Wek ku li Bakurê Kurdistanê Tirkîy ti mafê kurdan nasnake ewê di derheqê serxwebûna Kurdistanê de kîjan biryaran bistine? Berî niha bi demekê Serokwezîr Neçîrvan Barzanî komek ji PDK û YNK ligel rayedarên Îranê re civîya bûn. Rayedarên Îranê bi hemandemê “tifaqa Kurd û Şîîyan“ dianîn ziman. Gelo di vê rojê de Çaldirana duyem mimkin e an na? Heke mimkin be, gelo ewê hêzên Kurdan tevgereke çawa bimeşînin?
Serdar Roşan: Hingê dema împaratoriyan bû û dewletên piçûk nedikarîn xwe li hember zirhêzan biparêzin. Mezinên kurdan li gorî dema xwe tifaqekê bi Osmaniyan re danîn.
Bêguman pêncsed sal di ser re bihurîne û gelek guhertin hatine pêş. Di siyasetê de kîn nabe, şertên civakî, siyasî, eskerî, coxrafî carinan mirovî mecbûrî hin tiştan dikin. Ji bo mirov mecbûrî tiştên welê nebe, divê di siyaseta xwe de gavên xwe li gorî taqeta xwe û piştgirên xwe biavêje. Miletê kurd di rewşeke welê de ye ku mecbûr e, hesabê dewletên dagirker bike, lê nuxteya tayînker hêz û taqeta miletê kurd ya organîzekirî ye. Miletê kurd li ser coxrafyayeke mezin bi cîh e, xwedî nifûseke mezin e, ji hêla şiûra milî û siyaseta milî de lawaziyên me hene, bi berterafkirina lawaziyê re, di van dehsalên pêşiya me de, dê miletê kurd weke her miletekî azad bi ser xwe bijî.
Aso Zagrosi: Di dema ku DAÎŞ defacto sînoran radike de, Kurd jî hîna sînor, dîwar û hendekan nav xwe de bi cih dikin. Başûre Kurdistanê ji bo Kurdên cihanê destkeftîyên giring bi dest xistine ku peymana “Sykes-Picot“ê bi dawî bînin. PKK, dema ku hikûmet û Parlementoya Kurdistanê ava bû, wan “komara şer ya Botan û Behdînanê“ damezrandibû. Îro jî li rojavayê Kurdistanê “Kantonan“ li hemberî Kurdistanê derdixe pêş. Hûn van teşebusan çawa dinirxînin?
Serdar Roşan: Heta huqûq û nasîna navdewletî pênasînê lê neke, guherîna sînoran zêde tiştekî îfade nake. Ha mirov kare herêmekê bi darê zorê biêxe bin destê xwe û xwe hikimdar îlan bike, lê heke kes te nenase û huqûqeke te ya navdewletî tune be, dê miameleya erdê bêqanûn bi te re bikin. Pirsgirêkeke welê mezin weke ya miletê kurd bi taktîkên weha ”zîrek” çareser nabe. Berî her tiştî xeteke siyasî ya neteweyî divê bibe xeta siyasî ya asasî ji bo her rêxistineke kurd. Berê xwe bidin miletên din, gelo xeta wan miletan çi ye? Gelo têkiliyên wan bi derve re çawa ne? Xwedî siyaseteke neteweyî ne, an na? Bersîv dê ji bo xeta neteweyî ya miletê me jî ronîkar be. Nuxteyeke din jî, civak û pêkhatin miletî kurd welê ne ku kurd mecbûr in bi mejî û siyaseteke pirrengî tevbigerin. pêkhatin miletê kurd totalîterîzmê red dike. Demokrasî û pirrengiya civaka kurd temamkarê hev in. Siyaseta ku vê nebîne ew siyaset dê timî ji bo miletê kurd texrîpkar be.
Aso Zagrosi: Heke Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên Ereban bikeve şer yan jî Kurdistana serbixwe damezirîne ew kurdên parên din yê Kurdistanê û yên derveyî Welêt, dikarin encamek çawa bistînîn?
Serdar Roşan: Kurd miletek in û qedera wan bi hev ve ye. Dost û kêmdostên me jî wisa mulaheze dikin. Her guherîna xweşbîn dê li ba kurdên parçeyên din bibe sebebê coş û kêfxweşiyê. Parêzerên xeta milî, weke Qazî Muhemed gotibû, timî li odeyên mala xwe geriyan. Serfiraziya her odeyekê barê odeyên din siwik dike û ji bo azadiya wan enerjiyeke nuh diafirîne…
Aso Zagrosi: Gellek spas ji bo ku we bersiva pirsên min dan. Her şad bin.
Serdar Roşan: Ez jî sipasî we dikim, di kar û xebata xwe de her serfiraz bin...
Aso Zagrosî