Ji bo bîranîna şêhîd Mele Saîd “Qazîyê Kurdistanê”(4)
Mele Saîd û Cîhad
Ligor agahdarîyên B. Nikitin di dema şerî de Mele Saîd çend beyanname li dijî şerî belavkirî û tê da daxwaz ji hevwelatîyên Kurd kirîye, ku beşdarî şerî nebin û li dijî Fileyan şer nekin.
Li gor gotinên Mele Saîd Qaymeqamê Şemzînanê li zivistana salên 1914-1915 de ligel wî danûstanek kiriye. Di wê danûstanê de Qaymeqam ji Mele Saîd dipirse “Ji bo çi tu fetwa nadî ji bo şer ligel fileyan ku di nav Kurdan de dijîn ? Bersiva Mele Saîd Fetwayên wisa pêwîste ji alîyê Şêx ûl Îslam ve bête pesinkirin. Ev karekî gellekî mezin e, yê kesekî wekî min, Mele, Qazî, Muftî û Kurd nine.
Qaymeqam dubare ji Mele Saîd dipirse û dibêje rast e, lê çima tu Fetwayê didî ku, Kurd Fileyên di nav Kurdan de hene, nekujin û talan nekin ? Te heta niha ne bihîstîye, ku Şêx Ûl Îslam Fetwaya talanê û kuştinê daye? Ji bo vê yekê jî Îradeya Padîşahê ser erdê ê Xalîfeya Îslamê derçû… Pêwîste Fetwaya Şêx ûl Îslam bête cihbickirin……..
Bersiva Mele Saîd wisa ye: Qebulbikin ku min Fetwayek da. Ez ne ligor Şerîatê û ne jî ligor Qanûnê berpirsyar im. Heta niha min di nav Şerîatê de qet tiştgek ne dîtîye û bêje , ku xelkê medenî û bê tawan bikujin. Ji alîyê din heta niha Hukumetê jî emrê kuştinê nedaye. Berevajî hukumet dixwaze mafên herkesî biparêze!! Heke em bên li ser ragêyandina Fetwaya Şêx ûl Îslam û Îradeyê Sultanî herdu jî dûr in ji kuştin û talankirina Rahîyan, ku ji dema Hz. Mehemed heta niha dest neavêtin çekan û şer nekirin”
B. Nikitin ev gotinên Mele Saîd ji nivîsara wî a bi nave “ Dîroka Cepheya Qafqasê, ne Rusan û ne jî Tirkan sîyasetek başkirin” wergirtîye.
Sed heyf û mixabin gotarî navbirî heta niha nehatîye destxistin û belavkirin.
B. Nikitin di dewama gotara xwe de Mele Saîd wek Mamosteyê xwe destnîşan dike û dibêje: “Mamosteyê min ê Kurd bi hestekî însanî beramberî bûyeran radiweste”…………
Piştî vê guftûgoyê Qaymeqamê Şemzînanê Mele Saîd ji bo dadgehkirinê dişîne Musilê… Lê alîgirên Mele Saîd li ser rîya Musilê êrîş dibin li ser Tirkan û Mele Saîd azad dikin.
Wisa dîyar e, ku di dawîya vê bûyerê de Mele Saîd derbasî Rojhilatê Kurdîstanê dibe û li wir niştecî dibe.
Di dewama gotara xwe de B. Nikitin wisa dinivîse: “ Wisa bawer dikim, ku di nav zanayên olî de Mele Saîd tenê nebû, ku li dijî sîyaseta Cîhadê rawestîya “……………
Li gor agahdarîyên B. Nikitin Mele Saîd gotara navbirî di havîna sala 1917 an de nivîsîye.
Mele Saîd di nivîsara xwe de wisa dibêje: “ Kurd ne tenê amadebûn pêşwazîya leşkerên Rusya bin, di nava Kurdan de hestek li dijî Tirk hebû û dikaribû çalakîyên leşkerî ên arteşa Rusyayê li bereya Qafqasyayê ji asan bikira…….. Piştî hatina arteşa Rusî, bi taybetî jî piştî êş û azara ku kurdan ji alîyê Ermenîyan û Keldanîyan ve(Rusyayê Parêzvanîya wan dikir) dît, Kurdan helwestê xwe guherî û bawerîya wan ji Rusan nema…. Kurd ji pêtîya baranê revîyan xwe di binê zîpikan de ditîn. Arteşa Rusyayê gelê Kurd ewqas êşand, ku ji Sultan Reşad û Enver Paşa zêdetir xizmeta dewlata Osmanî kir.”
Mele Saîd di nivîsara xwe de li ser efserên Almanî û durûyîyan wan di nav hêzên Tirk dike, li ser çewtî û xeletîyên Osmanîyan radiwest e û dibeje: “berî şerî dikaribûn rewşa Ermenîyan û Asurîyan baş bikira û dostayetî ligel Kurdan qayîm bikira…. Hemû pêkve dikaribûn, bibin dîwarekî zexm”. Wê demê jî belku Tirkan nikaribûn Qafqasyayê bigirin, lê ewqas erd jî winda nedikirin.
Wê dema mirov ji nêzîk ve li ser gotinên Mele Saîd radiweste, sedemên şerê Kurdan li dijî Rusan jî zelal dibe. Bi rastî jî di destpêka şerî de gellek ji Kurdan dixwastin ligel Rusan li dijî Osmanîyan rawestin. Pêş di destpêkirina şerî de jî hinek peywendî hebûn. Peywendîyên Sîmko, Seyyîd Taha Şemzînî, Şêx Abdulselam Barzanî, Abdulrezak Bedîrxan û Kamîl Bedîrxan htd… Di dema Şerî de jî gellek peywendîyên nû peydabûn… Li devera Serhedê û Dersîmê… li vir helwestê Alîşêrê Nemir gellek balkêş e..(Hevalên ku dixwazin hinek zêdetir li ser vê babetê agahdar bibin, dikarin gotara min a li ser Hukumeta Erzîncanê bixwinin)
Di dawîyê de wekî Mele Saîd dibêje: “Kurd ji pêtîya baranê revîyan xwe di binê zîpikan de ditîn”
Dom dike…..
Aso Zagrosî