Foruma nuh pîroz be, ser xêrê be, bi dîtina min, her çende ev bedewtir xuya dike jî, ji alîyê amadekirina nivîsan de ya berê hêsantir bû. Wek mînak, min hêsantir reng didan nivîsan (nuha nabînim ka çawa bikim li vir) û li kuderê nivîsê min hez bikira, min wêne dixistê; dîsa jî hêvî dikim ku rê li ber gelek nivîsên hêja ên netewperwerîya Kurdî veke. Helbet netewperwerî bêyî nivîsên şêrîn ên Kurdî yên kek Berwarto nabe. Xuya ye bi tenê maye, aciz bûye. Rêz û silabên germ û taybetî bo cenabê wî.
Nivîseke balkêş di Jerusalem Post de derketiye. Dibe ku nîşanên sîyaseta Îsraîl a nuh li hemberî Kurdan tê de hebin. Hun dikanin Kurdî û Îngilîzîya wê li lînka jêrîn bixwînin.
Her weha heke birêvebirî hez dike, dikane tevaya nivîsê li rûpela serî jî bialiqîne.
Rêz û silavên germ
Çîya
Where is our gratitude to the Kurdish people?
We have a moral and a historic debt to the Kurdish people in all the geographic regions in which they live, especially the Kurdish community in Iraq. Following the riots, pogroms and harsh conditions that Iraqi Jews were exposed to, since the founding of the State of Israel and even before, it was the Kurdish people who helped Jewish families escape from Iraq to Turkey, and from there to reach the Land of Israel... ...
»more: http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadikurdistan/aktuel
Tirk ê hînî dostanî û piştgirîya ma ya ji bo Kurdan bibin
Eli Avidanê serokê Foruma Rojhilata Navîn (Smart Middle East Forum) a Îsraîlî di nîvîsa xwe ya bi sernivîsa ‘Kanî Sipasdarîya me ya ji bo Kurdan?’ de ku di rojnameya Îsraîlî The Jerusalem Post de hatiye weşandin wisa dibêje:
Çawa dema ku Tirkîyê bi domdarî piştevanîya dijberên me dikir, me hevaltîya xwe pê re xera nekir, her wisa Tirk jî dê hînî dostanî û piştgirîya me ya ji bo Kurdan bibin...
»tevaya nivîsê: http://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadikurdistan/aktuel