Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 8 April 2010

Divê Kurd ji bona dewleteke federal makezagonekê biparêzin...

Îbrahîm GUÇLU

Beriya hilbijartina giştî ya 2007-an, Partiya AKê, ji gel re soz dabû ku dê makezagoneke nû amade bike. Rastî piştî hilbijartinê jî derket holê ku Partiya AKê di bin serokatiya Prof Dr. Egun Ozbudunî de bi grubek aqademîsyen dest bi amadekirina makezagonê kiriye. Lê piştî ku reşnivîsa makezagonê hat amade kirin, Partiya AKê ji reşnivîsa aqademîsyanan re xwedî derneket. Ev reşnivîsa, çend rojan di televîzyon û rojnameyan de hat gengeşî kirin, pişt re jî ji rojevê rabû.

Reşnivîsa makezagonê ya ji aliyê aqademîsyanan de hatibû amade kirin jî, her çiqas bi gelemperî di maf û azadiyan de guhertineke erênî dikir, di demokrasiyê de firehbûnek çê dikir, vesayeta bûrokrasiya olîgarşîyê kêm jî dikir, karaktera dewleta unîter û neteweyî ya tirk nediguherand. Hebûna neteweya kurd, mafên neteweya kurd ya neteweyî û desthilatdarî nedipejirand. Dewlet dîsa wek xwe, dewleta neteweya tirk, ol a îslamî, mezheba sunî, îdeolojiya fermî ya kemalîst dima. Bes desthilatdariya bûrokrasiya leşkerî û sivîl, di nav sinifên din yên serdest yên tirk de parve dikir.

Piştî ku reşnivîsa aqademîsyanan ji rojevê rabû, demeke dirêj ji makezagoneke nû û ji guhertina makezagonê nehat qal kirin. Dema ku di Doza Ergenekonê, Balyozê û dozên wekî din de, di pirsa HSYKê de pirsgirêk derketin holê, Partiya AKê bi lezûbez rejnivîseke guhertina makezagonê amade kir. Ji reya giştî, ji partiyên siyasî, ji rêxistinên sivîl re pêşkêş kir.

Li ser vê reşnivîsê minaqeşeyên gelek girîng hatin rojevê. CHPê û MHPê raste rast diyar kirin ku ew li dijin. BDPê ji bona berjewendiya neteweya kurd û mafên neteweyî yên kurdî ne, ji bona ku wek partiyeke xurt bin û li ser piyan bimînin, şertên xwe pêşva ajotin. Beşek rêxistinên sivîl piştgirî û beşekî jî dijiyatî nîşan didin. Bi giştî kurd ji bona ku di pirsa dewleta nû de xwediyê projeyeke mişaxes (diyar) nîn in, ji derveyî denklemê ne.

Makezagoneke nû ya dewleteke federal pêwîst e....
Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê ji bona kurdan du konsept û yan jî du alternatîf hene. Gorî herdu alternatîfan helwesta kurdan dê cûda be.

1- Ji bona kurdan alternatîfa yekemîn: Li Tirkiyeyê kurd ji bona dewleteke serbixwe xebat û têkoşîn dimeşînin. Dewletbûn, wek her miletekî mafê kurdan e. Dema ku kurdan dewleteke serbixwe ji bona xwe kirin stratejî, wê demê ji bona wan bi tirkan re ji bona dewleteke mişterek makezagonek daxwaz kirin ne pêwîst e.

Kurd ji bona dewleteke serbixwe xebata xwe dimeşînin, dema ku dewleta xwe jî ava kirin, gorî rejîma bipejirînin makezagona xwe amade dikin. Di sedsala 21-an de tercîha kurdan ji aliyê rejîmê de demokrasî dê bibe. Wê demê kurd dê ji bona rejimeke demokratîk û pir-etnikî makezagona xwe amade bikin. Lewra li Bakurê Kurdistanê, ji derveyî kurdan, kêmneteweyên din jî dijîn.

2- Ji bona kurdan alternatîfa duyemîn jî: Kurd, dê biryar bidin ku bi neteweya tirk re di nav dewleteke hevbeş û nû de jiyana xwe jinûve rêxin û organîze bikin. Ev dewleta nû jî, dewleta unîter, neteweya tirk, ola îslamî û mezheba sunî, îdeolojiya kemalîst nabe. Ew dewleta, dê bibe dewleteke mişterek ya tirk, kurdan, grubên din yên etnikî, hemû îdeolojiyan, hemû olan, hemû mezheban, hemû sinif û tebeqeyan. Ew dewleta, dewleteke neteweyî, îdeolojîk, olî, mezhebî, sinifî nabe. Ew dewleta dê bibe dewleteke di ser neteweyan, îdeolojiyan, olan û mezheban, sinifan re.

Ew dewletan bi ceribandina miletên li dinyayê dijîn, dewletên federal û kon-federal in.

Gorî baweriya min jî, di vê qonaxayê de dewleteke federal ya mişterek, projeyeke realîst, rasyonel e. Dewleta Federal, di navbeyna kurd û tirkan de, ji aliyê statû, desthilatdarî, mafên neteweyî û civakî û îdarî de wekheviyekê pêk tîne.

Dema ku ji aliyê konsepta duyemîn de li pirsê were nerîn, ji bona dewleta nû ya federal makezpneke nû pêwîst e. Ev Makezagona, dê wek makezagona Iraqa Federal û Belçîqayê û Swısreyê û dewletên din yên federal be.

Loma jî, ji bona kurdan guhertina makezonê ne, destureke nû pêwîst e.

Partiya AKê destureke nû naxwaze: Lewra ew jî dewleta unîter ya tirk diparêze...
Li Tirkiyeyê, hewcedarî bi avakirina dewletê jinûve heye. Divê ew avakirina jî, bi awayekî gelek radîqal pêk bê û karaktera dewletê bê guhertin. Lewra Dewleta Tirk, di destpêka sedsala 20-an de, li ser bingeha tunekirina kurdan û kêmneteweyên din ava bûye. Hemû mafên kurdan hatiye xesip kirin. Hebûna miletê kurd hatiye înkar kirin. Ji bona ku kurd bibin tirk siyaseta jenosîdê hatiye meşandin.

Partiya AKê jî, dewleta unîter û neteweyî ya tirk diparêze; hewcedariyeke makezagoneke nû nabîne û ji bona xwe guhertina çend xalên makezagonê bes dibîne.

Dema ku Partiya AKê vê helwestê dom bike, ew tê wateyê ku ew demokrasiyeke plûral ya mafên neteweya kurd jî rêdixe naxwaze. Divê bê zanîn ku li Tirkiyeyê dema ku mafên neteweya kurd nayên pejirandin û kurd jî nebin xwediyê dewletê, wê demê demokrasiyeke hevdem, plûral jî ava nabe.

Ev helwesta Partiya AKê jî derdixe holê ku ew jî naxwazin ku “pirsa kurd“ gorî pîvanên navneteweyî bê çareser kirin. Loma jî, nerîna Partiya AKê ya di derbarê “Pirsa Kurd“ de jî, bawerî nade mirov.

Di reşnivîsa guhertina makezagonê de mafên neteweyî yên kurdan tune ne...
Reşnivîsa guhertina makezagonê, 29 xalan pêk tê. Pêşkêşî Meclîsê bûye. Piraniya xalan jî bi dadgehan re girêdayî ye. Xalek bi zehmetkirina partî qedexekirinê û çend xal jî bi mafên û azadiyan re girêdayî ye.

Dema ku reşnivîs bê şirove kirin, gelek aşkere derdikeve holê ku Partiya AKê wek stratejîk gorî hewcedariyên xwe guhertinek aniyê rojevê.

Dema ku AK Partiyê reşnivîs amade kiriye, mafên kurdan, elewiyan, kêmneteweyên din nedaye ber çav. Wê demê jî, gelo çima demeke ku Partiya AKê ji çareserkirina “Pirsa Kurd“, elewiyan, romanan, ermeniyan qal dike? Ev wek pirsseke gelek girîng derdikeve pêş mirov.

Mirov dema ku reşnivîsa guhertina makezagonê dinihêre, ev xalan li jêr derdikevin pêş mirov

1- Her çiqas Partiya AKê û serokkomar bi xwe jî, “pirsa kurd“ pirsa merkezî û stratejîk ya Tirkiyeyê wek tespîtekê anîne ser zimên jî, di reşnivîsê de ji bona pejirandina hebûna kurdan tiştek tune ye.

2- Di reşnivîsê de zimanê kurd wek zimanê perwerdayî nayê pejirandin. Mafên neteweyî yên din jî nehatine rojevê.

3- Di pirsa partîgirtinê de rê li ber partiyê Kurd û Kurdistanê naye vekirin.

4- Karaktera dadgehan ji aliyê neteweyî û etnikî de naye guhertin. Dadgehên dê dîsa li ser navê neteweya tirk biryarên xwe bidin.

5- Di sîstema diyanetê de guhertinek naye kirin: Ol û mezheba dewletê dom dike û mafên elewiyan nayên pejirandin.

6- Desthilatdariya serokkomar zêde dibe. Ev jî ji bona ku sîstema otorîter xurt bibe derfetên nû diqewimîne.

Divê kurd çi bikin?
Divê kurd ji bona makezagoneke dewleta federal xebat bikin û tevbigerin.

Guhertinên din yên di makezagonê de dikare di meşruiyeta dewletê û di demokrasiyê de firehbûnekê çê bike. Lê di karaktera dewletê de guhertinekê pêk nîne.

Dema ku karaktera dewletê jî naye guhertin, “pirsa kurd“ jî çaraser nabe û kurd jî nikarin mafên xwe yên neteweyî qezenç bike û bibin xwediyê dewletê.

Amed, 01. 04. 2010

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.