Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 1 October 2009

Xwişk û Birayên Delal,

Gelê me yê feqîr û belangaz û têkoşer,

Kurdperwerên fedekar û xebatkar,

Dostên mafê çarenivîsiya neteweya kurd,

Edebiyadzane û rewşenbîrên durbîn,

Şêx, mîr, axa, karker, gundî û xwendavanên Kurdistanê,

Azadîxwaz û xebatkarên doza miletê kurd,

Duho (29. 09. 2009), piştî nivro di saet 13.55-an de: Arîstokrat û mîr û şêxê Kurdistanê, edebiyathez û fîlozofê kurd, Neviyê Serokê Tevgera Neteweyî ya sala 1925-an Şêx Seîd Efendiyê Pîranê, têkoşer û dozgerê neteweya kurd û Kurdistanê, Girtiyê Yassiadeyê, sirgunê malbata Şêx Seîd Efendî û Tevgera Kurd, dozger û rûsîpiyê civata kurd, damezrênêr û serokê rumetê yê HAK-PARê A. Melîk Firatî çû ser dilovaniya xwe.

Min, arîstokratê siyaseta kurd di ciwantiya xwe de dema ku ez li zanîngehê xwendevan bûm, nas kir. Dema ku em ji bona DDKO-yê hatin binçav kirin, ew wek kesekî li pişt me hat tewanbar kirin. Min bi wî re di sala 2000-an de ji bona damezirandina HAK-PARê dest bi xebatê kir. Ez û ew û hemû damezrênerê HAK-PARê, me li Kurdistanê û li metropolê bi dehan civînên giştî lidarxistin. Piştî ku HAK-PAR ava bû, ew bû serokê giştî, ez jî bûm cîgirê wî.

Me dema ku ji bona damezirandina HAK-PARê dest bi xebatê kir, nexweşiya wî dest pê kiribû. Lê wî nexweşiya xwe tu dem derî pêş xebatê nekir. Di şertên gelek awarte de xebata kurdewarî bi fedekarî meşand.

Ew heta ku çû ser dilovaniya xwe, bi hest û bi bawerî ji bo azadiya gelê kurd xebat kir û hewil da.

Ew di baweriyên xwe de mirovekî gelek bi cesaret bû, ji bona vê jî di minaqeşeyên telewîzyonan de her kurdek kêfxweş dikir.

Ew kesekî mûtewazî, sekûler, demokrat, modern bû. Ew xwediyê zanyariyeke kûr û piralî bû.

Dema ku ji A. Melîk Firatî dihat qal kirin, Şêx Seîd Efendiyê Pîranî dihat bîra herkesî. Bes nevîbûna xwew ne, bi xebatên xwe jî layiqî Şêx Seîd Efendî bûn.

Her kurdekî, her kategoriyeke civata kurd ji wî re rêz digirt û hirmet dikir.

Bila serê gelê kurd, malbata wî, dost hevalê wî sax be.

Bila ciyê wî bihêşt be.

نەناسراو (not verified)

Sat, 10/03/2009 - 11:55

Hêjayan, ez jî bi kiras guhastina rêzdar Şêx Abdulmelik Firat, yê ku mîna stêrkeke geş gelek ronayî dida ser kurdewariya resen, xemgîn bûm. Lewma jî, ez xembariya we hemû nefêrên malbat, dost, heval û pismamên Xwedê jê razî Şêx Abdulmelik Firat pare vedikim. Bila serê gelê kurd sax be û rahma Xwedê li rêzdar Şêx Abdulmelik Firat be ! Kemal Tolan

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.