Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 24 February 2009

Kurd û rojev du tiştin ligel hevdu naguncin.
Car û bar hinek kes hewl didin, hinek rojevên rasteqîn
nîşan bikin.
Lê nameşe.
Her Kurdek xwedanê rojevekê ye..
Kes hez nake li ser rojeva ew ê din qisebike.
Sedema vê yekê di dîroka me de veşartiye.
Hinekê bala xwe bidin Forumê.
Pirsgirêkên şexsî li pêşîya her tiştî girtiye.
Hevalên wekî beran û dîkan şer dikin..
Belkî wekî şêran..
Kurd ligel hevdu hertim wekî şêranbû..
Wê dema em dîroka xwîavî a Kurdan binêrin,
dibe ku mîlyonan Kurd bi destên Kurdan canê xwe da..
Ev rastîya me ye..
Em jî newîyê wan in..
Bala xwe bidin stranên mêranîyê ên Kurdan
hûnê vê yekê zelal bibînin..
Şerên eşîrtîyê..
Şerên binemalan.
Şerên Mirîyîyê Kurdan..
Şerê Kurdan ligel Kurdan..
Me ji dîroka xwe ders wernegirt.
Em tarjêdîyê hezarbaredikin..
Sekoyê Kurdistanê bûye sekoyê komedîyê..
Berdewam bin birano, berdewambin..
Hêj dîsan Kurd man e..

Silav

Kajin

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.