[img]http://img364.imageshack.us/img364/5712/abdussametyigitkm4.jpg[/img]
[i]Ji pênûsa Romannivîs [b] [color=#CC0000]Abdussamet Yîgît[/color] [/b]'î beşek ji romana wî ya: [/i]
[b][size=x-large][color=#3300FF]F E Q I Y Ê[/color] [color=#CC0000]T E Y R A N[/color][/size][/b]
'Pexşana romanê bêguman yek ji pexşanên xwedî herî vegotina bi hêz e.'
[b]Li nav [color=#CC0000]Weşanên SARA'yê[/color] derdikeve[/b]
[b]Her[/b] weha rojek wek ji wan rojên din bû. Lê li erdê seqem hebû û vê seqemê jî bi xwe re sermayek pirr kûr ji derve dihanî. Bi wê seqema sibehê re, Hasne jî zû rabûbû ser xwe û kar û barê xwe yên malê dikir. Mêrê wê Hamed Beg jî, ji xew rabûbû û li ser taştê rûniştibû, taştêya xwe dixwar. Hasnê berî wî ji ser taştê rabûbû ser xwe, ji bo ku kar û barê xwe hinekê zûtir pêk bihêne. Hamed Beg xwarina xwe xwar, ew jî rabû ji cihê xwe û çû li ber dîwarê malê, li ber germahiya beroşkê rawestiya. Ew germahiya ku ji nukeva ro derdiket û germeke xweş dida û bi wê germahiya xwe ve jî, wê seqema sibehê dişikand. Derdor germ dibû û bi germê re jî, di wê heyamê de hewa hinek hênik dibû. Hasnê ne dikarî pirr bi karên giran rabe. Karên ku dikaribû bike, dikir. Hasne zikê wê li ber devê wê bû. Ducanî (halekê) bû. Di demeke nêzik de wê zarokek jê re çêbûya. Ew jî ji ber vê yekê bi kêf û bi dil bû. Ew zarokê wan ê pêşî bû.
Berî ku begê wan ê mazin ji aliyê osmaniyan ve fermana mirinê jê re were dayin, ew bi jin kiribûn. Piştî ku ew bi jin kiribûn jî, êdî ew jî piştî ferman jê re derketbû, reviyabû ji wir û çûbû. Lê çi kesekî ni zanibû ka ew çûye ku derê, yan jî nuha li ku derê dimîne. Lê bêguman hê sax bû. Ji ber ku hê xabera mirina wî ji maliyên wî re ne hatibû. Heger miriba, yan jî leşkerên osmaniyan li ciyekê xwe gihandibanê, wê xaber zû belav bibûya. Begê mazin direve, li nig Mîr Mihemed Mîrê Bazîdê xwe diveşêre. Mirê Bazîdê mîrekî pirr baş û bi qenciya xwe jî dihate naskirin. Beg û axayên li derdorên Agriyê (Araratê) jî gelekî rêz didane wî û li gorî gotin û lebatên wî gavên xwe diavêtin. Ji ber vê yekê, rezê Şêxê Îdirê jî, ji wî re hê bêhtir û mazin dibû.
Hasne jineka pirr baş û yeka zîrek bû. Li nav civakê û li derdora xwe dihata naskirinê. Hasne Xatunê, qîza begê Miksê bû. Begê Miksê jî li derdorên herêma Colemergê bi nav û deng bû. Colemerg di we demê de heremeke gelekî bi nav û deng bû. Piştî şerê ku li herêmê ku di nav wan û osmaniyan de bûbû, êdi hê bêhtir bala sultanên osmaniyan kişandibû ser xwe. Hêjayê gotinê ye, ku divêt mirov bêje ku piştî şerê dema wan de, dewleta osmaniyan li herêmê di bin navê 'rastkirinê' de gelek guherandin dabûn çêkirin. Weke begê Miksê yên gelek herêmên din jî, bextên wan bûbû wek hev. Lê ji aliyê rêveberiyê ve, ya serketî dewleta osmaniyan bû. Lê bi hêzeke mazin xwe bi ser xistibûn. Bi wan biserketinan re, li herêmê û bi begên herêmê re jî gelek guharandin bi xwe re hanîbûn. Piştî seferên bi wan şeran re, gava ku sultanê osmaniyan sefera li Kurdistanê hê maztir dike, êdi wan guherandinên bi gelek xirakirin û pirçiqandinan dest pê dikin û berdewam dikin.
Begê Miksê jî, bi vî awayî ji herêmê têt revandin. Lê lingê wî ji herêma wî na be, ku here herêmeke din û dûr be. Li herêma xwe dimêne, ta ku kal dibe. Kurê wî Hemed Beg jî di we heyamê de bi awayekî xwezayî cihê wî digire. Gelê Miksê pişta begê xwe û malbata wî digrin û na berdin bi tenê. Ji ber ve yekê jî, Hemed Beg li wir dimîne. Ji aliyekî dî ve jî, dewleta osmaniyan pirr ne diwêrîbû ku here ser wî. Piştî ku beg ji herêmê reviya çû, ji ber ku di nav civakê de tê jimartin (hasibandin) ku beg ne li malê be û hêriş here ser mala wî, wê beg û axayên herêmê jî li hevberê vê yekê serî rakin û ev yek ji bonî osmaniyan hiç jî ne baş dibû. Di nav civake de, her weha weke kevneşopiyeke xwezayî jî li malbatê xwedîderketin hebû. Di vê xalê de hêjayê gotinê ye, ku divêt mirov bêje, ku malê ku di ser de yan jî her weha di dernên sereke de xwe winda kiribin, lêxwedîderketin weke kevneşopiyeke xwezayî bû. Ji her hereman lê xwedî derdiketin û lê dimeyizandin di nav civakê de. Ji ber ve yekê jî rêvebirên osmaniyan jî ku hatibana, diviya bû pêşî bi serekan re rûnin, an jî wan bikişînin nig xwe daku xwe bi ser xin. Ku dihatin jî, yê ku pêşî dikirin jî ev yek bû. Şêx û axa û begên herêman, her weha hem jî aliyê mirovên hereman ve, weke ewlekariyeke bi kar dihatin û hem jî, ji aliyê rêveberiya osmaniyan ve ji bo ku nêziki mirovan bibin û di kişandinên bi aliyê xwe de ew bi kar dihanîn. Lê osmaniyan ev yek di bin navê nêzikatiyeke olîtiyê de dikirin. Dema ku beg çûbû, pişt re Hemed Beg jî bûbû weke begê Miksê. Bavê wî ji bavkalê wî senceqa ku osmaniyan dabûyê, ji dest girtibû û weke ta wê rojê jiyana xwe bi awayekî xwezayî berdewam kiribûn. Lê divêt mirov bêje ku beg û axayên herêmê, xwe li gorî jiyan û kevneşopiyên xwe berdewam kirin. Lê osmaniyan jî dixwestin li gorî nêzikatiyên wan were berdewamkirin. Di nav wan her du nêzikatiyan de, serekî xwezayî ku di nav herêmê û osmaniyan de li ser wan nêzikatiyên esasî ku bi hizrî (fikrî) û civaknasiyê (sosyolojîkî) jî dihate ser zimên, xwe di nav wan de didan berdewamkirin.
Hizra civaknasiya Kurdistanê xwe bi xwezayê re bi wate dike. Ev xwezayetî ji aliyê nêzikatiyên civakî ve jî, her weha xwe bi wate dike. Li hevberên wan rawestan jî bi vî awayî dibû nêzîkatiyeke sedema civakî di demê de. Li gor vê yekê ku mirov dihizire, mirov dibîne ku şerên dijwar ku bi kuştinên koman re berdewam kiriye. Her weha dirokek bi xwîn hatiye nivisandin.
Li Miksê jî ev yeke pirr bi wate bû. Ava Wanê hinekî ev wate mazin dikir. Herêm piştî dema ûrartûyan ve ta wê demê, her weha ji bo hebûnên xwe rastî hêrişan hatine. Lê kirmanê ûrartûyan yê mazin her dem jî dibû asteng ji bo ku bi tevahî xirabûnek ji aliye mirovan ve pêk hanîn. Ji ber ku di gelek hêrişan de, xwe spartine wê derê. Lê çûna ser wê derê jî hinekî bi dijwarî dibû, ji ber ku mirovên ku xwe spartine wê derê, ji êlên (eşîrên) wê çûbûn ser wan. Wê çaxê çûne ser wan kesan û li nav hêrişên êlan de mane. Ev yek ji bo artêşê têkçûneke mazin bi xwe re haniye. Osmaniyan jî ev yek li bi ber çavan ne dihildan. Her weha kirmanê ûrartûyan û kevneşopî ji parastina mirovan re dibû şargeheke mazin. Li hundirê Wanê yan jî li aliyên din ve, li navendê jî, fillehan, di nav dêran de hinek cihên veşertinê çêkiri bûn. Wan cihan jî car bi car ji aliyê kesan ve di bin hêrişan de dihatin bi karhanîn.
Her weha li Miksê, ji gelek aliyên ve jî, cihên ewlekariyê çê kirin. Ev cih mazin û bi xwezayê ve hatibûn çêkirin. Cihên ku ji bo ewlekariyê hatine çêkirin, li dêrên weke li Miksê, weke nêzîkê cihên daristanan û hwd dihatine çêkirin daku, di tengasiyekê de xwe bigehênin hundurê wê derê. Ku xwe digihandine daristanê, ji çiyayê Sîpan û pişt re Agirî ji bo wan dibû cihekî ewletiyê. Ji êla Hemed Beg jî gelek kesên her weha di rewşên dijwar de xwe digihandine ciyan û rizgar (xilas) dibûn.
Piştî ku Hemed Beg xwarina xwe xwar û hate ber wê tîna rojê, ku serê sibehên zû derdikeve. Serê sibehê ew tîn pirr xweş e û li ser mirov hîkariyekî (tesîreke) pirr xweş dike. Hasne jî pirr bi kar ve na mîne ji ber ku ni karibû pirr kar bike. Karê ku kariba dikir, ê ku ne kariba jî dihişt ji yên ku dikirin re. Lê piranî karê mala xwe wê dixwest bi xwe bike û dikir. Ku jê dihat, çi caran bi hêviya çi kesekî ve karê xwe ne dihişt. Her weha karê xwe jî, xwe bi xwe kirin ji tiştê ku herî zêde dikir û hez jî jê dikir. Hamed Beg jî, ji ber ku kurê beg bû û her dem mirovên ku dihatine dora wî, di nav wan de dima. Lê piştî ku begê mazin çûbû êdi zêde civata wan ne digiha hev. Piranî jî Hemed Beg dema xwe bi Hasnê re li malê dibuhurand. Lê car bi car jî, jin li hev digihan û bi hev re dipeyivîn û li ser mijarên di nav xwe de dan û standin dikirin. Ji aliyek din ve jî, Hasne bi tenê ne dima ji ber ku ducanî bû. Ha wê zarokê wê bibûna û ha wê zarokê wê bibûna. Li ser lingan bû. Lê ew jî û Hemed Beg jî pirr lihev bûn. Zarokê wan yê pêşî wê çêbibûna ji ber wilo. Lê begê wan ê mazin ne li nig wan bû. Bêguman vê yekê jî li ser wan hîkariyê dikir. Lê ne dibû asteng ji dilxweşiya wan re ku wê zarokê wan çêbe. Di nav jiyana xwe de bi xwezayî tevdiherin. Ma gelo wê keç çêbibûna yan jî kur? Ew yek jî weke meraqek di dilê wan de bû. Ma wan çi dixwest? Keçik yan jî kurik? Tenê weke mereqek di serê wan de hebû û her wekî din, ji wê pê de çi tiştek wê kêlikê di ser xwe de ne dihizirîn. Lê tenê dikirin ku roj bi rojekê berî zarokê wan were dunyayê, ku bêguman wê bi qedr û qiymetê be ji dê û bavê xwe re. Tenê car bi car ku Hasne dirûnişt an jî bi tene dima, destên xwe datanî li ser zikê xwe, dibir û tanî. Bi kêf û dil jî li zikê xwe dimeyizand. Ma gelo çi di zikê wê de hebû? Keç bû yan jî kur? Ew jî pirr bi mereq bû. Wê kêlikê gelekî dixwast fêr bibe, ka bi wê re keç e yan jî kur? Lê ne dibû ku wê kêlikê vê fêr bibûya. Divêt ta ku zarokê wê bibûna di vê nezaniyê de bima. Zarokê wan yê pêşî bû ku wê were dunyayê. Ew yek jî pê re dibû sedema hinek dilperîn û bêtebatiyan. Lê ji naçarî diviya bû li ber hatina roja xwe bimana. Ji neçarî bû ku ne karibûn fêr bibûna ma ka kur e yan jî keç? Yan jî ne karibû berî dema xwe tijî bike ku were dunyayê. Ji wê aliyê ve, tiştek di destê wê de tune bû. Lê pirr bi dil û bi xweşî li heviya wê roja ji dayikbûna (welidîn) xwe rawestiya bû. Her weha weke wê, Hemed Beg jî li hêviya çêbûna zaroka xwe bû. Hemed Beg jî wê cara pêşî bibûna bav. Ji wî aliyê ve jî hinek mereq û dilxweşi pê re hebûn. Ma gelo ew hesta ku ji nûka ve bibûna bav, ku xwe pê re dide nîşandan, çawa bû? Çi di dilê wî de çê dikir? Yan jî bavîtî çawa bû? Hemed Beg jî wê bibûna bavekî çawa gelo? Her weha bi wî re jî gelek pirsên ku bersiva wan ni zanibû, di serê wî de bûn. Tenê ev pirs di serê wî de bûn, lê wê di demeke nêzik de bersiva van pirsan bihata. Pirr carên ku li hewşê yan jî li hunduru ku digehîştin hev, bi xweşî li hev dimeyizandin û bi hev re bi dilxweşî dikeniyan û paşê di hevdu re dibuhurtin.
Her weha dilxweşiyeke pirr a mazin bi herduyan re jî xwe dida xuyakirin. Hasne wê bubûna dayik û Hemed Beg wê bibûna bav. Ev hizir di serên herduyan de ji hebû. Hasne û Hemed Beg bi hezkirina hev, bi hev re zewicîbûn. Ji ber wê yekê jî pirr hez ji hevdu dikirin. Hezkirineka mazin di dilên wan de ji bo hevdu hebû. Ev hezkirin bû ku wan ev çend bi hev re ji bo bûna zaroka wan bi hêvî û dil kiribû. Bi wê hezkirinê re di dilên xwe de, bi hev re li zaroka xwe meyizandin. Ev hest bi wan re hebû, lê ma gelo wan ev hest çawa yan jî bi çi awayî tanîn ser zimên? Mirov li ruyên wan dimeyizand, dihat têgehîştin, ku bi hestbûn û rûfihêtî di nav hev de li ruyên wan dixist û bi ruyên wan re dida derve. Lê bêguman divêt mirov bêje ku şahiyek di dilên wan de hebû, ku wan bi xwe vê jî bi temamî ni karibûn bihênine ser zimên. Lê tenê vê dijiyan û hwd. Hemed Beg bav bû ji ber vê yekê kî dizane dibit ku di dilê xwe de, weke xwe, kur jî dixwast. Lê tiştek ne dida derve. Heger kur be, wê weke wî bibe beg li ser serê herêmê, wê navê wan welê berdewam bike. Lê bi wê bûna bavbûnê re tenê bûyina bavîtiyê di serî de cih girtibû. Carcaran kur çê dibûn an jî keç. Lê gava ku mirov ji axatiye be yan jî begîtî, bêguman her weha dixwaze weke wî jiyanek bi tuxmê wî re li pey wî re jî berdewam bike. Ev xwestek, xwestekeke asayî ye. Lê ji bo mirovekî ku hez kiribe û her weha evîndarê xwe hanî be, ma gelo ev asayî ye? Evîndarî ma ne xwezayî ye, ku bi hev re li gotinekê yan jî li ser biryarekê ku bi hev re were girtinê. Ma bi hev re xwedî gotin bûn? Ma gelo hizra Hasne çi bû di vê xalê de? Ew jî jin bû û bêguman ew jî ku mirov li gora wê mentiqê (lojîk) bihizire divêt, ku mirov bêje ku ew jî bi awayekî din dixwaze. Mirovên mazin bin û di nav civakê de xwedî biryar û gotin bin, her weha li ser xalên bi vî awayî re jî, bi taybetiyên (xisletên) xwe re, xwe dide nasandin. Mazinbûn û evîndarî her weha di rêveberiyê de bi nakokiyên kesayetiyê (şexsiyetê) re xwe dide nasandin. Lê bêguman divêt mirov bêje ku ev nakokî her weha bi vî awayî, di dilên ew kesên ku hevberên hev in êşê jî çêdike. Ji ber ku evîndarî û mazinbûn di kesayetiyê de, di ser de ye di wê kêlîkê de. Hasne jin bû û ku mirov li gor vê yekê dihizirî, mirov didît ku nêzîkatiyeke her weha ku hebe, wê gelekî êş pê re çêbe. Dilên tenik ji evîndariyê re hene. Lê dilên tenik jî bi pirhestên di dil de ne. Pirhestbûn jî, ji aliyê hestan ve be, yan ji hizir ve be, rûniştinekê dixwaze di kesayetiyê de. Ji ber ku bi hestan re hevdîtin û bi hestan tevgerîn û li ser ve tevgerînê jiyaneke hestiyar avakirin bi xwe re hizrên hestiyarî jî çêdike û dike di bingeha wê jiyanê de.
Lê gelek caran, ji hestiyariya mazinbûnê, ji aliyê hizir ve jî tenê, bi xwe re bi hêza xwe re ye. Ji ber ku hestiyarî di piraliyan de wekhevî û xwedîtiyê dixwaze. Ev gotin weke gotineke bi nakokî jî were xuyakirin, lê disan divêt mirov bêje ku di sazimendiyê de taybetiyên kesayetiyê dihêne ser zimên. Ev kesayetî ji kesayetiya evîndariyê ye. Kesayetiya evîndariyê gelekî bi hestan re dijî. Ji ber wê yekê têt gotin ku carina ne bi çavekê, lê bi çavikekê dimeyzîne. Hasne û Hemed Beg jî gelo bi vê çavikê bûn? Jiyana wan di nav wan de di xwezaya xwe de berdewam dikir. Piştî ku begê mazin çûbû, dîsan weke berê di xwezaya xwe de jiyana wan berdewam dikir. Hev bi evîndarî kiribûn û nuha wê ji wan re zarokek çêbûya. Wê bibûna dê û bav li jiyanê. Bi dê- û bavbûnê re, wê gelek berpirsiyariyên wan çêbibûna. Ji vê yekê re jî diviya bû xwe amade bikin. Jiyan û rêveçûnên wan dihate meyizandinê. Ji aliyê vê berpirsiyariyê ve, ku mirov dimeyizand diviya bû, ku mirov bêje ku berpirsiyariya jinê li jiyanê hê bêhtir bû. Lihevdayina malê û sexbêrî û meyizandina li zarokan, li ser milê jinê bû. Biryarên malê jî bi piranî wê didan. Li malê gotinên jinê divêt ku ne hata binpêkirin. Li malê gotina peya jî dibuhurî û mazin bû. Lê ma gelo bi qasî ku gotina jin li malê dibuhurî, ya peya jî li derve dibihurî? Lê dîsan divêt ku mirov bêje ku bi hevrebûn mijareke gelekî girîng bû û xwe dida ber çavan.
Hasne li malê bi kar û barên malê re pirr jêhatî bû. Gava karê xwe dibir serî, di mezelê xwe de bi tenê dima, di bedengiyê de bû. Car bi car Hemed Beg diçû nig wê dirûnişt û ew bi hev re li ser tiştên ku dihate hişê wan dipeyivîn. Lê ev yek ne berdewamî bû. Ku dihatin nig hevdu, ji xwe re bi hev re diketine di nav peyivtinan de. Hemed Beg jî di wê demê de ne dixwast wê bi tenê bihêle, ji ber ku li ber bû ku zarok jê re çêbe. Car bi car êş dihatine wê, lê dîsan di cih de dibuhurîn. Wê jî car bi car ku bi tenê bi hev re diman, ji begê xwe re digot ’Ha dem e ew ê bibe ha dem e..'. Wan jî li hêviya wê dema bûna zaro bûn. Kanê wê kengî bihata? Di nav malê de jinên din jî hebûn ji ber vê yekê di wê rewşê de zêde kar bi wê ne dihate kirin. Ji aliyê dî ve jî, xatûna beg bû û nû bû. Ev yek jî ji wê re dibû weke sedemekê, ku di wê rewşa ducanbûna wê de, pirr kar pê ne hatiba kirin. Bi tenê dima, di cih de dihate nav mezelê xwe de û têde dirûnişt. Her weha rojên wê wisan derbas dibûn.
Piştî heyvekê Hasne dikeve nav ciyan û jê re kurikek çêdibe. Bi hatina kurê wan, ji dunyayê re gelekî dilxweş bûbûn. Navê wî danîbûn Mihemed. Navê bavê dayika wî ji Mihemed bû. Piştî ku Mihemed hatibû dunyayê, jiyana wan pirr hatibû guherandin. Beg jî û dayika wî jî êdî dema xwe di mezela xwe de, bi Mihemed re dibuhurandin. Hêdî hêdî ku mazin dibû, hê bêhtir dikete di ber çavan de. Dem zû diçû, lê bi wan re li nig kurê xwe ni zanibûn ku dema wan çawan diçû. Bêguman, dema wan zû diçû. Mihemed ku bû pênc salî, gelekî di dilên mirovan de cih girtibû. Kesên ku ew didîtin gelekî hez jê dikirin. Ji aliyê jîrbûnê ve jî, çavên kesên ku lê dimeyizandin, dadigirt. Bi serxwebûn û her weha mazinbûn di nav hevalên wî de, di têgehîştinê de wî dikir xwediyê serweriyeke mazin. Gotinên wî di nav hevalên wî de dihatina hisandin. Bi vê yekê re, ji aliyê xwe ve bi hevalên xwe re û her weha bi kesên li derdora xwe re, xwe dabû erêkirin. Zaroyên ku hê biçûk be û ev çend di nav hawîrdora xwe, heval û mazinên xwe de, xwe dabe erêkirin, di nav civakê de weke teybetiyên zanebûn û jîrekbûnê dihatine dîtin. Zanebûn û jîrekbûn li gavavatinên wî bi meyizandinê re dihate şirovekirin. Mihemed heft salî dest bi perwedeya xwe ya bingehîn dike. Ji aliyê xwendinê ve bavê wî jî guhên xwe baş didayê de. Li nig seydayan dest bi xwandina xwe kirinê re, her weha jiyaneke nû ji bo wî dest pê dike. Seydayên ku baş û têr bi zanebûn bûn û ji aliyê zanebûna xwe ve bi nav û deng bûn, dest bi fêrdayina wî kirin. Ji aliyê mazinbûna mala bavê wî jê re dibû alîkar. Her weha mazinbûn jê re di vê rewşê de hê bêhtir xwedîderketinê bi xwe re dihanî. Bêguman di vir de divêt mirov bibêje, ku ji aliyê zû fêrbûnê ve jîrbûn, li ber çavan wî derdixiste pêş. Zûtêgehîştin û hildana serî jî, her weha dibû bingeha hatina ber çavan û ketina çavan ji bo wî. Çend ji aliyê derfetên mazin, ji aliyê mazinbûna malbatê ve jî, jê re bihata nîşandan jî, ku ew bi xwe re ne jîrek bûna, wê gavê jî, wî mazinbûnê jî alikarî ne didayê de. Tenê wê jê re bibûna bingehek xwejiyandinê. Lê Mihemed derfetên bingeha xwandina xwe kiribûn. Mihemed weke yekî pirr jîr di nav xelkê de û hawîrdorên xwe de dihata naskirin. Mirov ji biçûkatiyê ve, hinek bi taybetmendên xwe kifş dibe. Yan jî rewş û mercên ku têde ye, vê yekê hinekî dide xuyakirin. Xuyabûna wî ji aliyê taybetmendên wî ve, xwe dide ber çavan de. Di vir de divêt ku mirov bêje, ku dayika Mihemed pirr jê re dibû alîkar. Wê ji perwerda xwe hildabû. Zanibû pirr baş bixwîne û binivîse. Di biçûkatiya Mihemed de, her dem ji aliyê fêrbûnê ve, li nig wî bû. Berî ku dest bi xwandina li nig seydayê xwe bike, dayika wî jî dest bi fêrkirina wî kiribû. Dayika wî jî, jê re bûbû weke seydayekê di wê demê de. Fêrên ku li nig seyda dihatine xwandin, pişt re li malê li nig dayika xwe, bi alikariya wê hê bêhtir dida meşq û ravekirin. Her fêrekê ku baş meşq û rave dikir jî, hê bêhtir ji wî re dibû bingehek mazin. Meşq û ravekirin di zanebûn û fêrbûnê de gelekî girîng e û bingeha pêşketinê çêdike. Mihemed ji vî aliyê ve jî ku dihate şirovekirin, dihata ditin, ku xwediyê pirr seydayên baş bû. Hezkirina dayika wî her weha weke ferbûneke xwe jê re dida nîşandan. Li ser fêrekê ku baş hatî meşq û ravekirin re buhurtina fêra ser din, bi xwe re zanebûneke mazin dihanî. Di vê xalê de hêjayê gotinê ye, ku mirov bibêje ku nêzîkatiya bavê wî jî, pirr girîng bû ji wî re. Bavê wî bi xwe re ew dibir di nav civatê de dida rûniştandin. Di nav civatan de li gotin û stranên bi mazinên xwe dihisand. Her weha di nav civatê de hisandin jê re dibû weke bingehekî ji aliyê naskirin û fêrbûnê ve. Mirovên zane û dengbêjên di nav civatan de, dihatin nig hevdu û di nav civatan de zanebûn û hizrên xwe dihanîne ser zimên. Xelk li hevdu dihisand, hizir û ramanên hevdu fahm dikirin û ji hizir û ramanên hevdu encam derdixistin. Ji gelek aliyan ve jî, di civatan de hevdu bi her awayî nas jî dikirin. Gotinên ku di nav civatan de dihatine ser zimên jî, zû bi zû ne dihatine jibîrkirin. Di mejiyan de diman. Ji ber ku bi nimûneyên weke çîrok û vebêjên jiyana mazinan dihate ser zimên. Piranî ev çîrok û vebêj jî, bi gotinên civakî û hizrên wê dihate afirandin û ser zimên. Her weha Mihemed jî gelek tiştên ku di nav civatan de dihatina ser zimên, di serê xwe de bi cih dikir. Bi vî awayî li nig seyda ferbûn û di nav civatan de naskirin bi wî re hevdu temam dikirin.
Mihemed her weha ji gelek aliyan ve dibû xwedî zanebûnên di nav civatê de. Di vê xalê de hêjayê gotinê ye, ku divêt ew ji aliyê gotin û hanîna ser zimên ve, pirr bi zanebûn bû. Bêguman yekî ku ji aliyê vegotin û vebêjînê ve kem be, ni karibû hizrên di nav civatê de bihaniya ser zimên. Di nav civatan de axiftin ji mirovan hinek teybetmendiyên kesane dixwestin, ku wê xwe û hizrên xwe bihêne ser zimên. Pêşikê diviya bû bi kesayetiya xwe ya rûniştî, çavên mirovên derdorên xwe tijîkirî bihêle, ta ku lê hatibe hisandin. Ji bo ku gotinên wî ji dev bihêne gotin jî, her weha kesayetiya rûniştî divêt hebe. Wekî din jî xwe danîn guhdarkirin jî vê yekê dixwast. Bi wan taybetiyan re divêt mirov bihêne ser zimên, ku mirovên ku di nav civatan dirûniştin, zane dihatine jimartin. Ji ber vê yekê jî, çav li ser wan her dem hebûn. Mihemed kurê begê wan bû ji ber vê yekê jî wetayeke wî jî hebû. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje, ku hatina wî ser zimên ku amade be, ji devê seydayê wî yan jî, ji devê yên ku wî nas dikin taybetiyên wî yên baş dihatine ser zimên. Pê re jî kêmasiyên wî jî dihatine ser zimên. Mirov di nav civata weke ku di nav kumekê rexne û rexnevanan de be, ew ji ber çavan dihate derbaskirin. Yên ku yan zêde li ber çavên ku herî pirr li civatê rûniştin û bi zanebûnên xwe kesayetiya xwe dane erêkirin. Zanebûn û xwe dihanîn hesandin ji bo di nav civatê de axiftina pirr taybetmendiyên girîng dibûn. Her weha di nav civatekê de bi piraliyan ve fêr têt girtin. Naskirin, fêrbûn, têgehîştin û kesayet, di civatan de xwe didane derve li ber çavan. Ji aliyê naskirin û fêrbûnê ve guhdarkirin pirr gerek û girîng bû. Ji aliyê têgehîştin û kesayetiyê ve jî meyizandin û bi meyizandina xwe re encamgirtin pirr gerek û girîng bû. Kesên ku di nav civatan de dirûniştin, ji aliyê gotin û hanîna ser zimên ve, weke dengbêj û wêjenasên mazin û xwedîfêr bûn. Çîrok û her weha vebêjên bi gotin û hanîna ser zimên, bi xwe re zimanekî wêjeyî dixwaze. Lê zimanê helbestmendî jî her weha weke beşek ji vê vebêjina wêjeyî dihate afirandin. Bi vebêjan re avêtina ser kesayetiyan jî wêjeyek bi helbestmendî dixwast. Zimanê te ne bi helbestmedî bûya, di nav vebêjan de, yên ku karibûn vê yekê pêk bihaniyana jî, tevlî gotinê dibûn û bi gotina yekî û helbestmendiya yê din jî, bi taybetmendiyên xwe ve ji serî ta dawiyê vebêj dihate ser zimên. Di gotinan de taybetmendiyên herî ku li ber çavan bûn, dihatine girtin. Ji ber vê yekê divêt mirov bêje ku kesên ku pirr bi wan taybetiyan jî di nav civaten de dihatin naskirin. Ji aliyê hanîna ser ziman û li gor teybetmendiyên gotinan ve jî, hanina ser ziman, vê ji taybetiyên ku li ber çavan dihatine girtin bûn. Her weha hizir û raman, çîrok û dîrok, helbest û wêje, rêvebirin û rêveber, bi taybetiyên xwe ve di nav civatan de ji bingeh û aslê xwe yên pişt re bi anîna ser ziman re dihate gotin û ravekirin. Di vir de ku mirov bahsa hinek taybetiyên xwezayî yên civakê, yên ku xwe berdewam kirin bike. Ew yekê pirr girîng û mazin divêt werin ser zimên. Civak li gor taybetmendiyên xwe yên xwezayî, her weha di civatan de dihata ser zimên. Zimanê xelkên herêman jî, her weha digehîşt hevdu. Bûyerên ku di civakê de dibûn bi zimanê xelkên bi awayekî wêjeyî dihatine ser zimên. Vê yekê jî li ser mirovên guhdar, hîkariyek pirr mazin dikir. Di nav civakê de beg an jî axa jî ba, her weha bûna serekeyên bi vê rewşê re dibûn gotin. Di wê demê de serekayetî her weha xwe li ber çavan dida nişandan. Vê yekê jî li ser mirovên ku ji nûke ve mazin dibin û pêş dikevin, pirr bi wate bû. Gelek caran jî her weha piştî demekê mirovên ku perwerde didîtin dihatine di nav civatê de û dirûniştin. Kesên mazin û yan jî serekenên di nav civatê de li lebat û rewşên wan dimeyizandin, ka ma çawan di nêzikatiyên xwe de yan jî bê çawan di zanebûna xwe de ye. Gelek caran jî ew yek bi pirs û axiftindana li nav civatê dihata kifşkirin. Lê mirovên ku ji wan jî dipirsîn an jî li wan dipirsîn, bi zanebûna xwe ve ji nekemî, zanistvan bûn, kesên ku navser bûn. Yên ku dikaribû têbigehîjin ku bi çendîn bi pêşveçûyinan jê dipirsîn an jî di nav hev de bi şirovekirinan re jî, ji hev dipirsin ka ma çendîn bi pêş ve çûne. Di wê heyamê de yên di civatê de dirûniştin jî, hem li pirsvanan û hem jî li bersivdaran pirr bi bal dihisandin. Hizrên wan jî, bi hatinên dema pirsbûnê, ji wan dipirsîn û diviyabû bikaribin bersivên xwe bidin.
Bêguman di zanebûnê de hatina pile û radeya herî mazin di civate de xwe dida kifşkirin. Di axiftin û gotinên xwe de, di nav civatê de wî pile û radaya xwe dida derve. Di vir de divêt mirov bêje ku kêmasiyên ku di nav civatê de dihata dîtin û gotin jî, ne dihate jibîrkirin. Ji ber vê yekê jî ew kes pirr bi bal tevdigerin. Yekî ku diçû nav civatekê de û rûniştiba, mazin û bi zanebûn dihate jimartin. Ji xeynî wan vê yekê jî gelek mirov jî diçûn li civatên dî dirûniştin. Ew hatibûn daku tişkî fêr bibin. Lê divêt mirov bêje ku riya axiftinê jî pêşî ji navseran re bû. Her weha weke dibistaneke civakî û ya destpêkê, ku em civatan bijmêrin, ez bawer im ku wê ne xelet be. Ji ber ku di gelek xalan de xwedî wate û erk bû. Hizir û ramanên civakê û pirsgirêk û li çareseran jî lêgerîn jî di civatan de dihate rojevê. Divêt mirov bêje ku rojevên xelkên civakê jî, di civatan de dihate zanîn. ''Î roj di nav civata beg de, yan jî di nav civata mêhvanan de wan hizir û pirsgirêkek her weha hate gotin û guftûgokirin'' dihate gotin di nav xalkê de. Lê hemû xelk jî her weha, ji rojev û guftûgoyên hevdu bi riya seydayan an jî kesên ku dihatin û diçûn re agehdar dibûn. Agahdarbûyin jî bi xwe re hizrên hevdu ji hev re û bi hev re dida li hevparkirin.
Kurdish Book Bank - SARA:
http://www.kurdishbookbank.org