Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 14 November 2008

PNA
Hêzên firehnijadên li Iraqê daxuyannameyek belav kirin û tê de dan xuyakirin, ku di evê xola firrokevanîyê ya evê dawîyê de, bîst (20) firrokevanên kurd serkevtin pêk anîn û doh ev xola han bi dawî hatiye. Li angora nûçeya ajansa Eswatuliraq di evê daxuyannameyê de hatiye, ku fêrgeha hêza asmanîya Iraqê xoleka (korseka) pêşkevtî ya firrokevanîyê vekir û ev xola han doh bi dawî hat û ewan bîst firrokevanên kurd tê de serkevtinek mezin pêk anîn.

Di evê daxuyannameyê de weha jî hat xuyakirin, ku evaya berê yekem e û beşdarbûyên evê xolê yên ku bîst kes bûn, hemû jî xelkên herêma kurdistana Iraqê ne.
Evê daxuyannameyê weha jî da nîşandan, ku bernameya evê xolê (korsê) wek bernameya xolên rahînanê (tedrîbê) yên hêzên asmanîyên Amerîka ye.

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.