Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 29 October 2008

SEROKÊ KURDISTANÊ Û BERPIRSÊN DEWLETA EMERIKA LI WASHINGTON KOMBUN

27.10.2008de Serokê Kurdistanê di roja duşemba derbasbûyî de serdana Amerîka kir û ev serdana jî li ser daxwaza fermiya serokê Amerîka hatibu kirin. Serokê dîwana serokatiya Kurdistanê Fuad Husên jî duhî ji Emerîka ragihandibu ku kombûnên li Amerîka dest pê kiriye û kombûnek 28.10.2008de di navbera serokê Kurdistanê û cihgirê serokê Amerîka Dik Çeney de çê bûye û kombûnek jî, di navbera wî û wezîra derveya Amerîka Kondoleza Rays de çê bûye. Fuad Husên got, ku ev kombûnên hene li ser rewşa Iraqê û herêma kurdistanê bi giştî buyîne.

Fuad Husên holê jî da zanîn ku, ji bilî behsa rewşa Iraqê, behsa herêma Kurdistanê jî di evan kombûnan de hatiye kirin. Fuad Husên da xuyakirin ku berpirsên Amerîka piştras kirine ku, dê siyaseta wan ya liser Iraqê û herêma kurdistanê de wek xwe dê bimîne.

Îro 29.10.2008 êvarî Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Koçka Spî serokê Amerîkayê George Bush li Washingtonê pêşwazî lêkir ligel civiya. George W.Buş got: “serok Barzanî“ di pêşxistina Iraqeka azad de roleka bingehî hebû û ji bo rêberî û dostayetiya wî ya şexsî jî spasiya wî kir. Livê civînê de liser qanûna hilbijartinên wilayetan,qanûnên petrolê û meselên ewlekariyê. Her weha Buş Serok, „Serok Barzanî weko parêzvanê peymana ewlekariyê ye ez qîmetekî giranbiha didim vê helwesta wî“ got.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji bo piştgiriya Emerîka û şexsê George W.Buş ya hilweşandina desthilata dîktatorî ya Iraqê, li ser navê xelkê Iraqê û Kurdistanê spasiya wî kir û got:
Herçend li Iraqê hêjî hinek problemên neçareserkirî mabin jî, lêbelê gelek gavên baş hatine avêtin û destûra Iraqê û hilbijartinên ko hatine kirin qezencên başin di vî warî de. Problemên ko mane jî em dê li gor destûrê, li çareserkirina wan bigerin.

Mesûd Barzanî got ew bawer dike ko peymana ewlekariyê di qezenca Iraqê de ye û got kurdan piştgiriya îmzakirina wê peymanê kiriye û dê bikin.
Belê berhemên vê seredana ku dîrokî dê didemên bênde diyarbibin bi berfirehî, lê tişta ku gelê Kurdi hêvî û ûmîd dike ji Serok Mesûd Barzanî çareseriyeka dawî bo doza gelê Kurd û bi yek carî ji tepeseriyê xilaxbibe heye. Li Rojhilata navînde akturên siyaseta berçav didestên Kurdan berfirehtir dike û ev demê dîrokî divê Kurd û rayedarên peywendîdar bi ahengî vê helwestê bi akilane tevbigerên û kêşeya careseriyê bi ramanên milli û netewayî daxwazbikin.
Îsmaîl Girikî

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.