Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 25 October 2008

[center][b] [color=#CC0000] [size=x-large]BAWERIYA BI HEBÛNA PÎLANGÊRIYÊ[/size] [/color] [/b]

[img]http://img129.imageshack.us/img129/7926/knowledgeparadigmkz0.jpg[/img][…]

Piştî her bûyer û helkeftinek mazin, hinek kes, dibînin ku pîlan û fen û fûtek nexuya li pey wê bûyerê heye û dibînin ku xwedyê wê pîlanê kesin nenas in. Yan jî nûnerên wan tenê li berçav in. Her wext wilo baweriya xwe dişopînin û dibêjin ku li seranserê dunyayê û di dirêjaya dîrokê de, pîlangêr ew berpirsyarê hemû gosirmet û belayan e. Her dem jî ev gotin di serê wan de digere: "ew tiştan ji me vedişêrin".

Ev reng bawerî bi hebûna pîlangêriyê, dema ku tevaya miletekî baweriya xwe pê tîne û hemû bele û kêmasiyên xwe dixe stuwê kesên din, helbet ew millet roj bi roj jiyana wî pûç dibe û dibe hêsîrê nerazîbûna bi rewşa xwe û jê direve. Belengaziya xwe di cî de dihêle, nema dikare li hevber rewşê raweste û çarê jê re bibîne û peyda bike.

Çawa baweriyên pîlangêriyê têne avakirin?

Her wekî em dibêjin bele û zehmetiya milletê me, ji ber Peymana Sykes Pîko hatiye û em dibêjin ev pîlaneke mazin bû li ser serê kurdan. Gelo li ser serê kurdan tenê bû, ku heta î roj ew hiştine bindest û reben? Gelo çilo ta nuha bendên bi navkirina kurdan di vê pîlanê de veşartî mane? Gelo çilo dikarî bûn heta vê demê hemû şopên pîlanê veşêrin? Bendên peymanê xuya ne,lê dikanîn nîşanên pîlanê? Gelo berî peymana Sykes Pîko em li ku bûn? Û dikanîn nîşanên pîlanên wê demê? Em dibêjin di pîlanan de hemû hikûmat,hemû dezgehên ragihandinê, hemû dezgehên tenahiyê pişikdar in,lê dikanîn nîşanên van baweriyên bi pîlangêriyê? Nîşanek tenê jî tune!

Em dibêjin em qelenê şerê Selahidîn Eyûbî bi xaçhılgıran (Selîbiyan) re datînin, em na bêjin ku em milletekî bê kêr û tenbel in û divê em xura xwe bi destê xwe bixurînin. Çi nîşan tune li ser rastiya vê pîlanê,lewra kesên ku baweriya xwe bi van çîrokan tînin kesên ji dervê pêşveçûna dîrokê nin.

Di pirtûka xwe de ya bi navê (Em tu carî ne çûne ser heyvê) Bîl Kaysîng weha nivîsî û dibêje: "yekî ji Teksas weha ji min re got" û " ji karmendekî di navenda zanyariyên gihane min ku......" ji nivisandina Kasîng têt xuyakirin, ku navê kesan di çîroka wî de tune ne û wan bi bûyerê ve girê na de. Çi nîşanên hebûna pîlangêriyê na hêne holê.

Lewra divê mirov bi kwîranî baweriya xwe bi her tiştên ku têne gotin ne hêne, her dem divê hesta rexnekirin û naskirina rastiyê li ba mirovan hebe,her car divê mirov bi şêweyekî zanistî li rastiyan bigere û nîşanên berçav li ser rastiya gotinên xelk û hikûmatan bibîne.

[b]ZANA XANÊ[/b]

Zana Xanê (not verified)

Sat, 10/25/2008 - 14:37

[b]Fêstîvala sêzdan ya Helbesta Kurdî qediya[/b] Î roj roja înê 24/10/2008 Fêstîvala Helbesta kurdî li Sûriyê qediya. Cîgehê Fêstîvalê li bajarê Qamîşlo bû. Beşdar ji pirrên bajarê kurdan li Sûriyê amade bibûn, mixabin gelek helbestvanên bi nav û deng ne amade bûn.Lê tevî wilo jî û tevî vê rewşa aborî ya nexweş jî ku bi ser serê miletê me da hatiye,tu dikarî bêjî ku Fêstîval derbas bû. Bi rastî tu pêşketina wilo berçav di warê naveroka helbestê de di vê Fëstîvalê de, ne hate xuyakirin. Gelek helbestvanan helbestên xwey kevn dixwendin û ji bo jiyana zehmetkêşan tu çare, wêneyên tenik ku hêviyê bide guhertinê di helbestan de ne hat xwendin. Paqijkirina kêmasî û dijwariya siyasetmedaran di helbestan de ne hate diyarkirin, rewşeke bêzarî, tengijayî û reşayî li ser beşdaran xuya dibû. Ev di helbestên hin helbestvanan de dida der. [b]Xelatên vistîvalê:[/b] 1- xelatek rûmetiyê wek her car giha helbestvanê kurd Ehmedê Şêx Salih 2- xelatek li ser çaktirîn helbesta nûjen giha helbestvan dildarê aştî 3- xelatek li ser helbesta bi rist û bi şêwyê kevn giha helbestvan û nivîskar Melevanê Resûl. [b]Têbînên ku dihatin gotin li ser Fêstîvalê:[/b] 1-gerek e di çîroka belavkirina xelatan de, devera kûbanê û efrînê li ber çavan bihata girtin û di hejmara beşdarkirina wan de kêmasî hebû. 2-gerek e komîta bi nerxkirin û rexnekirinê her carê ji Fêstîvalê bêye hilbijartin, yan jî berhemên helbestvanan bêye rêkirin ji rexnevanên xwedî tecrûbe re mîna rexnevanê kurd Heyder Umer, Ebdilmecîd Şêxo, Masûm Nisêbînî. 3-gerek e komîta amedekar di warê veguhestina beşdaran de bêhtirî wilo bi erkê xwe rabûba. Di dawî de û tevî van têbînan, em dikarin bêjin spas ji bo Komîta Amedekar û bi hêviya ku Fêtîvala sala bê ji wilo pêşdetir be û hinkî hejmara helbestvanên ku helbestên xwe dixwînin ji wilo kêmtir be,û ast û nirxên helbestan ji wilo bilindtir be û dîsan spas ji bo komîta amedekar! [b]Zana Xanê[/b]

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.