Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 23 October 2008

[b]Doza TEVKURDê û ji bona TEVKURDê lêpirsîn ![/b]

[b]Îbrahîm GUÇLU[/b]
([email protected])

Doza TEVKURDê îro (23.10.2008) li Dadgeha Diyarbekirê hat domandin.. Di dozê de terefek dewleta tirk û li ser navê dewletê dozgerê komarî, terefek jî mafên neteweya kurd û TEVKURD û li ser navê TEVKURDê ez bûm.

* * *

Sedema dozê protesto û rûreşkirina dagırkeriya dewleta tirk li Dewleta Federe ya Kurdistanê bû. Wek tê zanîn, piştî ku li Iraqê dewleta federal û li Başurê Kurdistanê dewleta federe ava bû, dewleta unîter ya neteweyî ya tirk siyaseta xwe ya edetî ya dîrokî ya kolonyalîst li hemberî neteweya kurd tûjtir û nûtir û xurttir kir. Ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê bê hilweşandin û Kerkûk bi desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê re nayê girêdan, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê ew siyaseta xwe ya edetî meşand.

Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê ji bona ku li Herêma Federe ya Kurdistanê girêdayî PKK-ê êrişeke dagirkerî pêk bîne, di meclîsê de biryar girt, ji bona vê “tezkere“ pejirand. Lê beriya “tezkereyê“ berpirsiyarên sivîl û eskerî yên dewletê diyar kiribûn ku li Dewleta Federe ya Kurdistanê armanca wan ya stratejîk PKK-ê nîne, Dewleta Federe ya Kurdistanê ye.

Piştî tezkereyê, bi helwest û pişgiriya serokerkanî, hikumet û muxalîfan, hemû sazî û hêzên nîjadperest û şowenîst sendromek bi civatê dan jiyandin. Şerekî giştî li hemberî neteweya kurd hat lidarxistin, neteweya kurd raste-rast bû hedefa hêzên kolonyalîst. Nîjadperestî hat xurtkirin û geş kirin.

Bi van bûyerên êrişker û nîjadperest, ji bona gelê Kurd pêvajoyeke xeter dest pê kir. Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê ji bona ku li Dewleta Federe ya Kurdistanê dagirkerî pêk bîne operasyonekê organîze bike, propagandaya xwe xurt kir, ji bona operasyonê dest bi haziriyekê kir. Ev haziriya jî gelek aşkere û bi awayekî ji derveyî hiqûqê û mafên mirovî yên şexsî û grubî, hat domandin.

Meclîsa TEVKURDê ev rewşa xeter ji çav derbas kir û biryar da ku di derheqê van pirsên jiyanî û stratejîk de bîrûreyên xwe ji reya giştî ya Tirkiyeyê û Kurdistanê re diyar bike, bala gelên Tirkiyeyê bikşîne ser xeteriya vê pêjoya şer.

TEVKURDê ji bona vê biryar da ku di 31. 10. 2007-an de li Kolana Hunerê li ber AZC Plazayê civîneke çapemenî ya kîtlewî pêk bîne. Di encamê de jî, ev civîna pêk anî. Di civînê de li ser navê TEVKURDê min bi kurdî û niviskî daxuyaniya Meclîsê pêşkêş kir. Di hemendem de ev daxuyaniya ku min ji kîtleyê û çapamenî re re pêşkêş kiribû, bi tirkî jî pêşkêşî kîtleyê û çapameniyê bû.

Ev daxuyaniya ku min ji kîtle û çapamenî re pêşkêş kiriye, karekî şexsî nîne, karekî kollektîf e. Lê wek kes, wek endamekî Meclîs û Komîteya Rêvbir yê TEVKURDÊ ev daxuyaniya de, di hemendem de bi fikrên min yên şexsî re sedî-sed li hev dikir.

Ez serbilind im, ku min li ser navê TEVKURDê ev daxuyaniya hêja û naverok dagirtî û rast, pêşkêş kir. Ez bi xwe bi her rêz û peyva vê daxuyaniyê re me. Di daxuyaniyê de hem maf û berjewendiya neteweya kurd li Bakurê Kurdistanê û li tevayî Kurdistanê hatiye parastin, him jî wek hervwelatiyekî Kurdistanê mafên min yên şexsî jî hatine parastin.

Ji bona vê di derheqê min de lêpirsîn û doz vebû.

Bîrûreyên di daxuyaniya TEVKURDê de hatine ser zimên, rasyonalîst, rasteqîne û realîst in. Her bêje û peyveke daxuyaniyê bi gelek hişyarî hatine hilbijartin û daxuyanî bi bêjên xweş hatiye xemilandin û hûnandin.

Ji bona vê ez bi her pêyv, rêz, paragrafa daxuayniya TEVKURDê re me. Daxuyaniya me de siyaseta dewletê li hemberî neteweya kurd, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdisatnê gelek aşkere tê diyar kirin. Ev siyaseta ku Tirkiye li hemberî kurdan û Dewleta Federe ya Kurdistanê dimeşîne gelek xeter, kolonyalîst û dijminiyê. Ev siyaseta dewletê dibû sedem ku li Herêmê şerekî dijwar, Kurdan û dewleta tirkan, dewleta tirk dewleta Iraqê, dewleta tirkan DYA-yê derkeve.

* * *

Ji bona ku werger nehatibû dadgehê, min nikarî parêznameya xwe bi kurdî pêşkêş bikim. Lê ezê di danişîna pêşî de parêznameya xwe bi kurdî û nivîskî pêşkêşî dadgehê bikim.

Dozgeré Komarî, di danişîna dawî de ji bona TEVKURDê ji emniyet û waliyê Diyarbekirê lêpirsîn kir ku “TEVKURD komele ye, an weqf e?.“

Ji bona ku werger tune bû bersiva min di vê pirsê de ji bona danişîna bê ma.

Parêzer Sebahaddîn KORKMAZ jî di vê pirsê de bersîv da ku “TEVKURD ne weqf e, ne jî komele ye. TEVKURD rêxistineke sivîl û siyasî ye.“

Bi vê lêpirsîna Dozger deriyek û derfeteke nû ji bona TEVKURDê û ji bona min vekir ku em bikarin bi kûranî tevgera rewa ya bêîtaatkar bidin minaqeşekirin.

[b]Amed[/b], 23. 10. 2008

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.