Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 1 October 2008

Nivîskar: Salar Hesen,GEP-com Jimare 92
Li pîtên erebî bo latînî: Zerdest Aryan
Li sendoqî dengdanewe bo hawwelatîyan
Le nexmey kizî bê awazewe
le sendoqîkî zor bê nazewe
Be dengê hezîn be bo rey giryan
bo ewey kesaney ke tozik wuryan
name enûsim bo qewmekey xwom
dil yan nerm bê û kemêk be girînbûm
erê xelkîne êwe eyb naken?
nayên bo dengdan serdanim naken
le kê acizin mesele chîye?
bê mewqîfî tan hîch manay nîye?

Chûn ebêt ême biyanû be begrîn?
to xwuwa newt shite êwe bo egrîn?
nebûnî cadew kolanî qîrtaw
kê ewe dêne bitankat tengaw?
kareba nîye shikurî xwuwa biken
chaw le ADEM û pûr HEWWA biken
bo carêk le heq chawtan gom naken?
ger aw tan nîye bo teyemmum naken?
to heqit chîye felane mesûl
mangî defterêk nesrîye ekat lûl?
yan felan midûr faylî heye
key kêshey toye pênch xanoy heye?
parlamentarî besteziman bi xwuwa
bo pêt nexwoshe hewt defter bi xwuwa?
rexne le wezîr zor nabe chîye
Damawe fîzey chûwar qarey pêye
chawî temahtan bo te birîwe?
yanzde MONIKA`y qelbî kirîwe
Waz le em qisane bênin xwepegyan
ta hewash mawe werin bo dendan

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.