Skip to main content
Submitted by Rojgar Merdoxi on 9 September 2008

[url=http://www.newroz.com/modules.php?name=Newroz_Niviskar&cmd=read&id=357]…ın Rojgar Merdoxi'nin yazısını Anasayfada okuyabilirsiniz[/url]

PUKmedia (not verified)

Tue, 09/09/2008 - 23:43

Cîgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Salih îro digel bi cihê cîgirê serkomarê Iraqê Tariq Haşimî, cîgirê serokê Civata Bilind ya Îslamî Emmar Elhekîm,endamên Hevpeymaniya Kurdistanê û berpirsên kurd ên li Bexdayê civiya. Salih di hevdîtina xwe ya digel Haşimî de ragihand ku pêwîst e arîşeyên heyî li gor destûrê bên çareserkirin û aramiya navçeyên Xaneqînê û derdora wê bê parastin.Her weha qala xula nû ya parlamentoya Kurdistanê kir û jib o ku neçin nav valahiyeke destûrî,rêkeftina li ser qanûna hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê wek pêwîstiyeke girîng bi nav kir. Haşimî jî got:“ Iraqa nû li ser esasa tewafiqa siyasî hatiye avakirin lewra divê careke din ji çareserkirina arîşe û nakokiyan tewafiqên siyasî pêk bînin û nehêlin arîşe û nakokî mezin bin.“ Her îro Berhem Salih di hevdîtinekê de digel Emmar Elhekîm qala pêşveçûnên siyasî ên vê dawiyê kir û got:“Arîşeya Kerkûk,Xaneqîn û arîşeyên din dê li gor destûr û pêbendbûn bi destûrê bên çareserkirin û ji bilî destûrê tu çareseriyên din nayê qebûlkirin.Kurd beşek e ji prosesa siyasî ya iraqê û hêza pêşmerge beşek e ji sîstema ewlekarî û leşkerî ya Iraqê.“ Emmar jî amaje bi rola kurdan ya di avakirin û pêşvebirina Iraqa nû de kir û got:“ Xwîna kurdan û pêkhateyên din di gorên bikomel ên rejîma berê de têkel bûye û bûne şîrik û hevbeşê vî welatî lê carinan arîşe rû didin û ji çareserkirina wan divê em riya diyalog û gotûbêjê bidin ber xwe û pêbendê destûrê bin.“ Salih her weha îro digel endamên Hevpeymaniya Kurdistanê û berpirsên kurd ên li Bexdayê civiya.Di civînê de pêşhateyên dawîn ên siyasî hatin gotûbêjkirin û Berhem Salih da zanîn ku gelê kurd rûbirûyê qonaxeke dijwar bûye û hevarîşeyeke nû hatiye hole û pêwîst e kurd plan û bernameyên guncan ji bo bidestxistina mafên xwe deyne û bi hişyarî muamele digel

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.