Dr. Qasimlo beriya 19 salan ji aliyê Komara Îslamî de bi qeleşî û bêbextî hat kuştın.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo piştî îdamkirina Qazî Mihemed, serokekî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK a Îranê) bi navûdeng e. Di sala 1979-an de dema ku li Îranê desthilatdariya siyasî bi riya “şoreşê“ hat guhertin, desthilatdariya Şahê dîktator û hevalbendê Emerîkayê (DYA-yê) hat hilweşandin, li ciyê wê Komara Îslamî û teokrat hat ava bû, navê Dr. Qasimlo hem serokekî PDK a Îranê û hem jî wek serokekî Kurdistanê derket pêş.
Dema ku di Îlona sala 1979-an de şerê pêşmergatî ya azadî û rizgariya Kurdistanê dest pê kir, her zarokekî kurd jî navê Dr. Qasimlo bihîst û jê re rêz girt.
Dr. Qasimlo entelektûel û zimanzanekî gelek baş bû. Wî, zimanên kurdî, farsî, tirkî, erebî, fransî, çekî, rusî baş dizanî. Li ser zimanên din jî, wekî elmanî û zimanên silawî heta merheleyekê zanyare bû.
Jiyana wî bi giştî...
Gelek serkanî û bi taybetî jî serkaniyên PDK a Îranê diyar dikin ku Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22. 12. 1930-an de li bajarê Urmiyeyê hatiye dinyayê. Malbata wî dewlemend û xudanmilk bû. Ew lawê Mihemed Axayê Wisuq bû. Wî xwendina xwe ya destpêkê û navîn pêşî li Urmiyeyê dest pê dike, pişt re jî li Tehranê xwendina xwe dawî tîne.
Dema ku ew hîn di 11-12 saliya xwe de bûye, ji kurditî re eleqe nîşan dide. Di sala 1942-an de Komeleya Jiyaneweya Kurd ava dibe. Ji bona vê jî, baş tê fahm kirin ku Dr. Qasimlo di 11-12 salî ya xwe de çima ji siyaset û kurditî re eleqe nîşan daye.
Dr. Qasimlo dema ku 15 salî bûye, di sala 1945-an de li Urmiyeyê biavakirina “Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê“ dest bi siyaseta xwe ya aktîf dike. Dema ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê ava dibe, ew berpirsiyarekî tevger û rêxistina ciwanan e. Ji bona vê jî damezirandina Komara Kurdisatanê ji nêzik de dişopîne, hîs dike, di nav beşên Komara Kurdistanê ya ciwanan eleqeder dike de cî digre. Dema ku avabûna Komarê tê îlan kirin, ew jî ji bona xwendinê diçe Tehranê. Piştî ku li Tehranê xwendina xelas dike, ji bo xwendina dom bike, diçe Parîsê.
Piştî ku Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi hevkariya hêzên rojava û xiyaneta Yekîtiyê Sovyetê têkçû, wî û gelek hevalên xwe xebata siyasî bi rengekî nihînî û berfireh dîsa dest pê dike. Pişt re ew dibe endamê PDK a Îranê. Dr. Qasimlo û hevalên wî di kar û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî de, ji Mina Qazî ku wek dayika kurdan tê binav kirin, gelek alîkarî digrin.
Dr. Qasimlo li Parîsê û Pragê...
Dema ku Dr. Qasimlo digihîje Fransayê/Parîsê di navbeyna xwendevanên zanîngeha Tehranê û Rejîma Şahî de şer pêk tê û li zanîngehê gelek xwendevan tên kuştin. Pişt re mixalefet û serîhildana civakî li hemû Îranê dest pê dike. Dr. Qasimlo û hevalên wî, hemû xwendevanên Îranê yên li Fransayê tevgereke protesto û rûreşkirinê organîze dikin, civîneke kîtlewî û girseyî pêk tînin. Dr Qasimlo di wê civînê de li dijî rejîma Şahê Îranê axevtineke gelek dûrûdirêj dike. Di civînê de biryar tê girtin ku nameyeke rûreşkirin û protestokirinê amade bikin, vê nameyê ji Şah re bişînin. Ev çalakî û xebata dibe sedem ku rejîma kolonyalîst, faşîst, diktator bi riya balozxaneya xwe zorê li ser Dr. Qasimlo çêke û jiyana wî bikin xeteriyê.
Dema ku Dr. Qasimlo vê yekê tespît dike, herçiqas wek yekem bursiyerê Îranê yê “Yekîtiya Navneteweyî a Xwendevanan“ be jî, dev ji Parîsê ber dide diçe li payîtexta Çekoslovakyayê Pragê dibe rûniştvan.
Dr. Qasimlo beriya ku biçe Pragê, wî bi alikariya çend xwendevanên Kurd, “Civata Xwendevanên Kurd li Ewrupayê“ ava dikin.
Dr. Qasimlo dema ku li Pragê dest bi xwendina xwe dike, di hemendem de dibe endamê “Yekîtiya Xwendavanên Navneteweyî“ û di nav yekîtiya navneteweyî de xebata xwe ya demokratîk, kurdî, enternasyonalî dimeşîne.
Dr. Qasimlo di sala 1951-an de li Pragê di Kongreya 2-êmin a “Yekîtiya Xwendavanên Navneteweyî“ de dibe nûnerê xwendevanên Îranî di nav rêxistina navneteweyî de.
Vegera wî ya Îranê û Iraqê...
Dema ku di sala 1952-an de Hikumeta Dr. Musadiq desthilatdar dibe, Dr. Qasimlo jî Zanîngeha Pragê diqedîne û lîsansa zanitiya civakî û siyasî werdigre û vedigere Îranê.
Dr. Qasimlo piştî ku li hemberî hikumeta Dr. Musadiq darbeya leşkerî pêk tê, ew mecbur dibe ku xwe veşirîne û jiyana xwe ya siyasî û rêxistinî bi tevayî nihînî bimeşîne. Wê demê li Kurdistanê û li Tehranê bi aktîfî beşdarî xebata PDK a Îranê dibe. Dîsa wê demê Dr. Qasimlo berpirsiyariya rojnameya Kurdistanê, Organa komîteya navendî ya partiyê dike. Di van şertan de di bin serokatiya wî de li sertanseriya Kurdistanê û Îranê Komîteyeke Karûxebatên Partiyê ava dibe.
Dr. Qasimlo piştî pênc salan, di sala 1957-an de dîsa vedigere Çekoslovakyayê. Di sala 1958-an de dema ku li Iraqê guhertina desthilatdarî dibe û Tevgera Kurdistanê ji nûve radibe ser piya û xurt dibe; PDK a Iraqê legal dibe û Mela Mistefa Berzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê vedigerin Iraqê, Dr. Qasimlo û çend hevalên wî jî vedigerin Iraqê, dixwazin ku li Rojhelatê Kurdistanê û li Îranê tevgerê rêxin û bivejînin. Lê xuya ye ku terefên kurd jî tê de, çend teref ji karên wî û hevalên wî kêfxweş nebûn. Dewleta Iraqê biryar da ku ew ji Iraqê derkeve.
Vegera wî ya Pragê...
Dr. Qasimlo mecbur dibe ku vegere Pragê. Dr. Qasimlo di sala 1962-an de li Zanîngeha Pragê doktoraya zanîstiya aborî digre û ew heta sala 1969-an li Zanîngeha Pragê dersa aboriya sermeyadarî, aboriya sosyalîstî dide. Di van şertan de Dr. Qasimlo çend pirtûkan jî dinivîsîne. Pirtûka wî ya bi navûdeng, “Kurdistan û Kurd“ e. Ji aliyê her kurdekî de tê zanîn. Li Tirkiyeyê jî beşekî vê pirtûkê çap bû.
Ev pirtûka ji aliyê Dr. Qasimlo de bi zimanê çekî hat nivîsandin, pişt re jî bi zimanên kurdî, îngilîzî, silowakî, lêhistanî, erebî; hinek beşên wê jî bi farisî hat çap kirin.
DR. Qasimlo û Yekîtiya Sovyetê...
Dr. Qasimlo demokratekî civatî bû. Di destpêkê de nêzikî rêjim û îdeolojiya Yekîtiya Sovyetê bû. Lê dema ku Yekîtiya Sovyetê di sala 1968-an de vekirî êrişî Çekoslovakyayê kir û Çekoslovakya dagîr kir, li Çekoslovakyayê di bin serokatiya Dubçekî de tevgereke li dijî dagîrkariyê, Tevgera Biharê hat damezirandin, Dr. Qasimlo jî bû heval û dostê Dubçek û bû mixalîfê Yekîtiya Sovyetê.
Dr. Qasimlo li başurê Kurdistanê...
Dr. Qasimlo û çend hevalên xwe ji bona ku PDK a Îranê rakin ser piya û tevgerê li Rojhelatê Kurdistanê zindî bikin, ji Ewrupayê vegeriyan Iraqê.
Dr. Qasimlo di konferansa 3-emîn ya partiyê de (1971) bû endamê Komîteya Navendî û piştî wê jî bû sekreterê giştî yê partiyê.
* * *
Dr. Qasimlo, ji sala 1976-an heta sala 1978-an di di beşa ziman û bajarvaniya Kurdan de di zanîngeha Sorbonê li Parîsê mamoste bû. Wî di hemendem de di gelek rojname û kovarên Ewrupayê de di derheqê pirsa Kurd û Kurdistanê, di derheqê jiyana siyasî, dîrokî, civakî ya kurdan de nivîsand; pirsa kurd û Kurdistanê bi reya giştî ya Ewrupayê da nasandin.
Dr. Qasimlo li Ewrupayê wek pisporekî pirsa Kurd û Kurdistanê, wek serkaniyeke pirsa Kurd û Kurdistanê dihat nasandin.
Piştî ku desthilatdariya Şah hat rûxandin û desthilatdariya nû kete destê hêza Îslamî, gelên Iranê li bendê bûn ku desthilatdariya Xumeynî ku ew jî, ji Parîsê vegeriya bû û bi Qasimlo ve xwediyê pêwendiyeke xurt bû, dê li Îranê reforma siyasî û civakî pêk bîne û demokrasiyê ava bike. li Kurdistanê jî Hukmî Zatî (OTONOMİYÊ) qebûl bike. Neteweya kurd, faris, belucî, Azerî, ereb dê Îranê hevmişterek bi rê ve bibin. Hezar mixabin wusa nebû. Xumeynî û hevalên wî li ciyê diktatoriya Şah, dîktatoriya xwe ava kirin.
Lê Kurdistan de facto azad bibû. Kurdistan di bin desthilatdariya Komeleyê û PDK a Îranê de bû, gelê kurd piştî serîhildana Simkoyê Şîkakî (1920-1930), avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê (1946), careke din tahma azadiyê girtibû. Kurdan, nedixwestin ku dev ji azadiya xwe û ji desthilatdariya xwe berdin.
Xumeynî ku xwe wek rêberê cîhana îslamê dida nasandin, di 19-ê Tebaxa 1979-an de li dijî Kurdistanê şer û cîhad îlan kir.
Piştî ku Komara Îslamî bi hemû hêzên xwe û bi hemû awayên nemirovane dest bi êriş û şer kir, PDK a Îranê, Komeleyê, Şêx Îzzeddîn Huseynî biryar dan ku gelê kurd û Kurdistanê biparêzin. Encama vê biryarê li hemû dever û herêmên Kurdistanê şerê peşmergatî dest pê kir, di demeke kurt de li hemberî hêzên dewletê serkeftî bûn û gelek herêmên Kurdistanê hatin azad kirin û li wan herêman desthilatdariya kurd hat ava kirin. Şerê gelê rojhelatê Kurdistanê di demeke kurt de jî li dinyayê jî, deng da û giraniyeke siyasî çê kir.
Di navneteweyîbûna şerê rojhelatê Kurdistanê de du sedem hebûn. Yek sedemek, şexsiyeta Dr. Qasimlo ya navneteweyî bû. Sedema duyem jî, qerektera rejîma Xumeynî ya îslamî ku li dijî Ewrupayê, DYA-yê, Yekîtiya Sovyetê bû.
Dr. Qasimlo û dewleta kurd îlan nekirin...
Dr. Qasimlo refleksa serokbûna neteweyekî bindest nîşan da, teslîmî rejîma Xumeynî nebû û biryar da ku li hemberî Komara Îslamî şer bike. Ev helwesta wî ya pozîtîv bû.
Lê hezar mixabin, piştî ev refleksa wî ya serokbûnê, gorî baweriya min ji wî helwesteka serokatiyeke din dihat xwestin. Piştî ku di navbeyna Komara Îslamî û gelê Kurdistanê de şer dest pê kir, di demeke kurt de gelek herêmên Kurdistanê dîsa azad bûn û desthilatdariya kurdan ava bû: Hêzên kurdperwer bi ve yekê nîşan dan ku ew hêzên xurt in, ew li hemberî Komara Îslamî bedîl-alternatîfa desthilatdariya neteweyî ya Kurdistanê ne û dîsa diyar kiribûn ku dikarin li Kurdistanê desthilatdar bin, gelê Kurdistanê bi rê ve bibin. Ev performansa hêz û rêxistinên Kurdistanê ji bo dinyayê gelek girîng bû. Dinya encama vê performansê li hêviya helwestek û biryareke din ya girîng bûn. Ev helwesta û biryara jî, îlankirina dewletbûna Kurdistanê bû.
Ji bona vê du sedemên girîng hebûn. Sedema yekem, taybetiya rejîma Komara Îslamî û Xumeynî bû. Komara Îslamî dixwest ku hemû cîhana îslamî bixe bin bandor û desthilatdariya xwe, împaratoriyeke îslamî ava bike. Bi vê împaratoriya îslamî jî, li dijî rojavayê Ewrupayê, Emerîkayê û Yekîtiya Sovyetê şer bike. Lewra rejima Xumeynî ji derveyî xwe dijminê herkesekî û her dewletekê bû. Di navbeyna Îran û Iraqê de jî şer hebû. Komara Îslamî, li dinyaya demokratîk jî û li dinyaya sosyalîst jî xwediyê meşruiyetekê nebû. Sedema duyem jî, navneteweyîbûna serokbûna Dr. Qasimlo bû. Ji vê girîngtir jî, Dr. Qasimlo wek serok jî dostekî Ewrupayê bû û serokekî ewrupayî bû.
Hezar mixabin Dr. Qasimlo di vê pirsê de taybetiyeke serokatiyê nîşan neda. Ev jî bû sedem ku di nav pêvajoyê de gelê Kurdistanê û ew wenda bike, Komara Îslamî qezenç bike.
Pêwendiya wî ya bi Iraqê re...
Rastiyeke vekirî ya Kurdistanê heye ku dema ku li Kurdistanê şerê pêşmergatî bê meşandin, an jî ji bona şerê pêşmergatî hazirî bê kirin, bi dewletên cîran re danûstandin û eleqe, ji wan alîkarî girtin pêwîst e. Ev dewletên ku tevgera Kurdistanê jê alîkarî bigrin jî, dewletên kolonyalîst yên ku Kurdistan dagîrkirine.
Pêwendiyên PDK a Îranê û Dr. Qasımlo jî bi Iraqê re hebûn. Dr. Qasimlo di van pêwendiyên xwe de xwediyê prensîb bû. Bi ev pêwendiyên xwe tu dem zerar neda Tevgera Başurê Kurdistanê. Ji bona vê jî, jiyana xwe dirêj li Iraqê nedomand. Demên pêwist li Iraqê dima û karên xwe dimeşand.
Pêwendiya wî yên bi hêzên Kurdistanê û PKKê re...
PDK a Îranê û Dr. Qasimlo di pêwendiyên xwe de xwediyê prensîb bû û bi her rêxistineke Kurdistanê re nedida û nedistan. Pêwendiyên wî zêdetir bi rêxistinên ku neradîqal re bû. Ji bona vê bi rêxistinên Bakurê Kurdistanê (PSK xerîç) re pêwendiyên wî ne xurt bûn. Bi taybetî jî bi PKKê re hîç pêwendî pêk neanî. Ji wan re mecbur bibû ku bibe alîkar. Ew piştî demeke kurt jî heq derket ku çima bi PKKê re danûstandin nake. Lewra PKKê pişt re bi hêzên Dewleta farisan re bû yek, êriş bir ser PDK a Îranê. Di vê merheleyê de jî PKKê li rojhelata Kurdistanê pirsgirêkeke gelek mezin e û PKKê rasterast midaxaleyî tevgera rojhelata Kurdistanê dike.
Qereqtera serokatiya wî û awayê siyaseta wî...
Baş tê zanîn ku çend kategorî serok û serokatî hene. Dr. Qasimlo wek kategorî di nav kategoriya serokên demokrat û hevdem de bû. Lê aliyê wî yên kevneşopî jî hebûn. Dema ku dihat Kurdistanê çanda welatên seyemîn û Rojhilata Navîn li ser wî jî tesîr dikir.
Dr. Qasimlo, sosyalîst bû, lê ne stalînîst bû. Di nav partiyê de pîvanên demokrasiyê bi giştî be jî pêk dianî. Ew dostê sosyal demokratên Ewrupayê bû. Ji bona vê jî partiya wî di Enternasyonala Sosyalîst de çavdêr bû. Heger Dr. Qasimlo saxbûya îro wek YNKê partiya wî jî dê di bibûya endamê Enternasyonala Sosyalîst.
Dr. Qasimlo ew taybetiya xwe ya demokrat û hevdem, bi projeya xwe ya navenda PDK a Îranê gelek vekirî diyar dikir. Navenda PDK a Îranê ji çekên mezin hatibûn azad kirin. Dema ku mêvan diçûn nevanda Dr. Qasimlo, diviya bû ku bê çek biçin nevandê.
Dr. Qasimlo ji bona Otonomiya Kurdistanê demokrasiyeke xurt pêwîst didît. Dr. Qasimlo digot ku “me baweriyekî tewaw bi rolê bingehîn yê demokrasiyê heye. Bê hebuna demokrasiyekî cîhgir û qahîm di, Îranê de Otonomiya Kurdistanê dê her gav di bin tirs û givaşa ji nav çûnê da be. Tenê rêya cihgirbûn û berdewambûna Otonomiya Kurdistanê hebûna demokrasiyeke jêhat di Îranê de ye.“
Dr. Qasimlo û partiya wî bi demokrasiyê bawer dikir. Dr. Qasimlo di derheqê vê pirsê de digot ku “me, di Kurdistanê û di Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de baweriyekî kûr bi demokrasiyê heye û em her wisan li ser bawerê ne ku bê destve hatin û cihgirbûna azadiyên demokratîk, welatê me nikare wan pirs û kêşên aloz çareser û safî biket ku ji mêje li dest wan dinalîne.“
Dr. Qasimlo li dijî terorîzmê bû û ji bona vê jî demokrasî diparast. Ji bona vê bi PKKê re pêwendî çê nekir. Dr. Qasimlo digot ku “bi baweriya min tevgerên xwedî hêz, yanî evên ku ji azadiyê dixwebitin û ji aliyê xelkê ve piştevanî ji wan re tê kirin, nabe penahî bibine ber terorîzmê, ji ber ku wan çi hewceyek bi terorîzmê nîne. Terorîzm, azadî û jîna xelkê sivîl û bêguneh tevî tirsê berengar dike û tenahiyê têk dide. Terorîzm, siyaseta fermî ya Komara Îslamî ye û berpirsên wê di salên borî de ev çende bi eyanî ragihandin û heta çend caran bi dijî me bi kar anînê, lê em terorîzmê mehkûm û şermezar dikin.“
Wî çi digot ew dikir. Ev jî taybetiya serokên hevdem û demokrat in. Di siyaseta wî de durûtî tune bû. Li hemberî te çi digot, ew jî dikir. Ne wek kesên din li pişt deriyan Kurdistana serbixwe biparêze, li ber deriyan jî ji bona ku ji dewletan re şêrîn xuya bike, otonomiyê biparêze.
Dr. Qasimlo her demê dubare dikir ku “mumkin e ku siyaset huner e. Lê xala jar û qels ya tevgera kurdî eva bûye ku hetanî nûha yan hemû tiştek xwestiye yan çi tiştek, lewra siyaset ne reş û sipî ye, belkî di navbera reş û sipî de rengê din jî hene.“ Bi baweriya Dr. Qasimlo di navbeyna hevîyan û siyaseta realîst de ferqeke mezin heye. Lewra pêwendiya siyasetê bi rastî û heqîqetên hundirîn, herêmî û cîhanî ve heye.
Dr. Qasimlo di siyasetê de biryardana serbixwe gelek girîng didît. Wî bawer dikir ku “divêt em di berahiyê de girîngiyê bi hêja bê dawî ya gelê Kurd bidin û bi xwe û bi xebata xwe pişrast û arxayîn bin û xwe wek binasekî serbixwe di orta siyasî ya welat de didin kifşê, hingî îdî piştevanên me dê zêde bin û zirûfa serkevtina me baştir pêk ware.“
Şehîdketina Dr. Qasimlo...
Kurdan di hemû dîrok û jiyana xwe de her demê xwestine ku bi neteweyên cîran re bi rengekî aşitî û biratî bi hev re bijîn. Ji bona vê jî, li rojhelatê Kurdistanê û li başurê Kurdistanê di demên bihurî de otonomî û di ev merheleya dawî de federalîzm parastine. Ev yeka ji bona rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê jî derbas dibe û bi wateyeke din rastiyek e. Hezar mixabin ew dewletên ku Kurdistan dagîr kirine û Kurdistan kirine kolonî, tucaran nexwestine ku bi awayekî mentiqî li daxwazên neteweya kurd binêrin û ji bona çareserkirina pirsê hewildeneke aşitîxwaz pêk bînin.
Dewletên kolonyalîst her demê bersîva serok û berpirsiyarên kurdan bi şer û qatlîema dane.
Dr. Qasimlo jî yek ji wan serokên kurdan bû ku wî jî wek Qazî Mihemed dixwest ku bi riyeke aşitîxwaz bigihîje armanca xwe. Ji bona vê jî gelek hewil da. Dr. Qasimlo cara yekem li Qanûna Pêşî ya sala 1988-an de û cara duyemîn jî li Qanûna Paşî ya sala 1989-an de de bi nûnerên Komara Îslamî re rûnişt û xwest ku mafên neteweya kurd bi riya aşîtiyê werbigre.
Komara Îslamî di van rûniştinan de jî, xwestine ku Dr. Qasimlo bikujin lê bi serneketine.
Dr. Qasimlo cara seyemîn jî şaşî kir, di 13. 07. 1989-an de bi berpirsiyarên Komara Îslamî re rûnişt. Runiştin li Ewusturyayê li bajarê Vîyanayê pêkhat. Ew, hevalên xwe Ebdullah Qadirîazer ku endamê Komîteya Navendî ya PDK a Îranê, mamosteyê zanîngehê Dr. Fazil Resûl, bi destê berpirsiyarên Komara Îslamî li ser maseyê bi awayekî qelejî hatin kuştin û şehîdkirin.
Gelek aşkereyê ku serokkomarê Komara Îslamî Mehmud Ehmedînecad di kuştina Dr. Qasimlo û hevalên wî de organîzekar e. Lê dîsa jî, di sedsala 21-an de dikare bibe serokkomar. Ev yeka jî diyar dike ku hiqûqa navneteweyî jî gelek qirêj bûye.
Gorî serokkomarê 1-emîn ya Komarê îslamî Ebdulhesen Ben-î Sadr, Ehmedînecad di kuştina Dr. Qasimlo de ji komandoyan re çek peyda kirine.
* * *
Ji bona çareserkirina pirsa Kurdistanê bi desthilatdarên Komara Îslamî re danûstandin helwesteka gelek xwezayî bû. Lewra PDK a Îranê û serokê wê Dr. Qasimlo, hemû kurd û hêzên din yên rojhelatê Kurdistanê xwediyê stratejî û projeya “li Îranê demokrasî û li Kurdistanê Otonomî“ bûn. Lê hîç şik tune ye ku awayê rûniştin û peymançêkirinê ne makul û şeffaf bû. Ne di bin kontrola hêzek û dewleteke seyemîn de bû.
Dr. Qasimlo bi desthilatdarên Komara Îslamî gelek bawerî kiribû. Ew jî zaafeke gelek mezin bû û ev jî bû sedem ku Dr. Qasimlo gelek bi rehetî bê kuştin.
* * *
DR. Qasimlo serokekî Kurdistanê yê navneteweyî bû. Di vê merheleya globalîzmê de û di dema Proja Rojhilata Navîn ya Mezin de neteweya kurd hewcedarî wî bû. Hezar mixabin neteweya kurd ew zû û bêwext wenda kir. Ev jî ji bo tevgera Kurdistanê û bi taybetî jî, ji bona Tevgera Rojhelatê Kurdistanê bû darbeyeke mezin.
Amed, 15. 07. 2008