Biryar e di 1-ê hezîrana îsla de kanala asamî a Gelê Kurdistanê wekû kanaleke siyasî, nûçeyî, kulturî, civakî, werzişî û aborî dest bi weşana xwe bike.
Di vî warî de rêvebirê kanala Gelê Kurdistanê Cemal Hisên ji navenda nûçeyan a me YNK-ê re got: “Biryar e di 1-ê meha bê de ku hevdem e bi salvegera damezirandina YNK-ê, kanala asmanî a Gelê kuridstanê dest bi weşana xwe bike.“
Derbarê bernameyên ku di kanalê de dê bên weşandin jî Hisên got: “Kanala Gelê kurdistanê dê weşana xwe di çarçoveya bernameyên siyasî, nûçeyî, kulturî, civakî, werzişî û aborî pêk bîne.“