Mamoste Mehmet Şerîf Muştak wefat kir
M.Ş.Oncu
NETKURD
Aktuelbûn:16:11 - 22/5/2008
--------------------------------------------------------------------------------
Çalakvanê kurd Mamoste M.Şerîf Muştak şeva bohirî li mala xwe ji ber nexweşîya dil jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî ber bi Kurdistanê ve bi rê ket.
--------------------------------------------------------------------------------
Mamoste, niviskar û çalakvanê kurd Mamoste Mehmet Şerîf Muştak li bajarê alman Bremenê şeva bohirî jiyana xwe ji dest da.
Li gora agahîyên destketî ev mehek e Muştak bi gazinên êşên sînga xwe diçû doktor û heta ku doh jî ji bo kontrolekê li ba doktor bûye, lê tu encamek ji kontrolên heta niha derneketîye. Muştak şeva bohirî seat dora 00:00 –ê nîvê şevê jiyana xwe ji dest da û ji nava me koç kir.
Mehmet Şerîf Mûştak bi eslê xwe xelkê Cizîra Botan û ji gundê Cinibira ku leşkerên tirk bi gundîyan pîsîya wan dabûn xwarin, bû û di sala 1952-ê de li wê hate dinê. Muştak bestika dewlet û ordûya tirk berneda ew dan Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê û Tirkîye di vê dozê de hat cezakirin.
Muştak ji salên 1970 û vir de aktîf di nava siyasetê de bû. Di sala 1984-ê de li Anqerayê hat girtin du sal û nîvan di girtîgeha leşkerî ya Mamakê de ma û ji Doza KÎP-DDKD-ê hat mahkemekirin, bi caran hevalê xwe ji Kurdistana Bakur derbasî ya Sûrîyeyê û ji ya Sûrîyeyê derbasî ya Bakur kir, di pêvçûnekê de li ser sînor jî birîndar bû.
M.Şerîf Muştak weka gelek kadroyên siyasî yên emsalê xwe mecbûr ma derket dervayî welat û ew ji sala 1990-ê ve li Almanyayê li bajarê Bremenê dijîya. Muştak li Almanyayê jî çi ji destê wî hat texsîr nekir di nava rêxsitinên siyasî û sivîl de xebata xwe ya kurdewarîyê heta roj û seata dawî dom kir. Muştak di gelek malperan de jî dinivîsand.
Cenazeyê Muştakî vê sibehê ber bi Kurdistanê ve birêket û ew ê li gundê bav û kalê xwe were veşartin.
Ez jî dibejîm bi rêz Muştak, axa te zede be .Rehm lı te, sersaxı jı bo malbeta te dıxwazım.Sanal be jı me bı hevre lı ser derd u xemen welat şewırand.Em dur u dırej axıfın.Le nuha tu bu yı koçber.Oxır be bra ye delal.
Re: Mamoste Mehmet Şerîf Muştak wefat kir