Skip to main content

SIn u Mirin..

Ez bahs dizanim ku carek din bi kurdîye u ê neyê xwendin.

Cima ku nivîs bi kurdî hatîye wesandin.

Bi kurdî ku merov nefikire,nikare bixwine jî.

Ev demekîye ku li ser Hikmet Fîdan nivîs li malpera te wesandin.

Di malperên tirkada ,li rojnamên tirkada jî gengesî heye.

Di sîyaset a kurdanda ji ev buyarî te axaftin.

Her insanê ku diaxife ,êrisê khustinê sermazar dike.

Bi destê apoyîyan qewimiye.

Raste.Sermazarî di cîddaye.

Mirin bê sîn nîne.Li kuderê mirin hebe,li wêderê sîn jî heye.

Lê mirin a mezin ewe ku dem a insanek hat khustin,dibe ku were vesartin.

Ghotinek me kurda heye"wek mêra bikuje,wek shêra vêsêre."

Hikmet wek mêra nahatîye khustin u wek shera jî nahatiye vêsartin.

Hikmet bi dest ê Kemalistan hatîye khustin u têde meranî tunne.

Hikmet wek shêra nahatîye vêsartin u tu insanek di vêsartin a wide amade

nebuye,cih negirtîye.

Di vêsartin a wîde siyaset ji miriye.Siyaset a kurd bi mirin a Hikmet're carek

din hatîye vêsartin.

Li Diyar-ê bekîr'de sewt bêkesîyede maye.

ê ku bi navê xweye, li ser pel heye,di jîyanêda tunne.

Li amedê sev tahrîye,hîv jî kerî kerîye.Hêvî birîndare.

Marê res li birca amedê dizîve.Rews di xirabiyêde mezin dibe,kecik xwe difrose.

Ruhê kurdiyatî ketîye bindorê dijmin ...ziman wenda,jîyan bi xeme.

Ev 30 sale ku amed dinale.Kurdistan xwin dirije.

Hêsrên cava ,dilên dayîka bi ês dikale.

Lê careserî cîye?Bê bersive.

Derd u derman bi hevra heye.Lê li amedê nahatîye dozkirin.Li kurdistan a bakur

derman jî di destê xwînxwardaye.Kê dikare ji destên qirêj wî dermanê

bifilîtîne?

ZAL di xewdaye,birîndare.

ME Kurda xwîn a xwe erzan kirîye.Mejoyê xwe wenda kirîye.Em bi hevdu ketinîn.

Dijmin dilîze,xwe dihecîne.Vedigere carek din lê dixine...Ferit tê

khustin,Hikmet jî tê khustin....

ê dimînin jî di dorêdane. Benda dor a xwede cav li serî digere,hîs ji serî dice

dosdibe.

Belê ewren res u tarî di ser amedêde ghirtîye...

Di nav ewrên res u taride ê roj sewlebide..Lê ciwaxtê?nayê zanîn.

Mirin a bê sîn mirinek xidare.

Di xidarîyêde jîyan tîkeye,hêvî kerîye.

Berîya apoyîyan jiyan bi rumet bu.

Berîya apoyîyan ziman bi tahm bu.

Berîya apoyîyan Dirok bi namus bu,rêsen bu ruhên kurda.

Bi apoyiyan agir bi mala kurda ket,qewitî,wenda bu.

Jiyan rezîl u rusva bu.

"Gule navnisan nasnedikir."Gule vedigerîya li kurda diket.Ferman a khustine

wisa bi cih hatibu.Wisa biryar hatibu ghirtin.

Bi ghotina ahmed arif.

ez hatime khustin
xewnên min ,ji sevan tahrîtir
kes napirse rewsa min
Canê min digrin bê ecel
nikarim têxim tu pirtûkan
pasekî sifre daye
hatime khustin bê mehkeme,bê pirs.

rom bêbexte ,lê ê ku bi romêre kar dike bêbextire.

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.