Skip to main content

POLÎTÎKA APO Û BERDEVKÎYA DEWLETA WÎ YA TIRK:

Polîtîka Apo ya tirkîtîyê bi navê kurdayetîyê hêdî hêdî zîl dide û xwe a?kere dikê. perde li ser rüê Apo roj bi roj di qetînê…

Li de?t û cîya yên Kurdistanê, berî kü serma dest pê bikê. Paîze pa?în berî Berf bibarê, dexlê ajotî serî dide û zevî hê?în dibin nü nü dar di biskivin. Ji vê re dibêjin tov serî da, an jî dexlan zîl da an jî di bê jin zurik hêdî hêdî sin dibê.
Ger tovekî ajotî, binî bi peqê û ?în bibe, serî dide, ango zîl dide.

Di serê cilêde gava serme dest pê di kê, pezê avis per tavêjê, herd seqemê dikrê. tovê candî ji ber seqemê cilmisî dimînê. jêre di dê jin: cilê cil dema, zîpika.
car caran jî di nav berf û baranêde Teyrok dibarê.
Ew jî libikên gurover yên qe?ayê ne, ko carnan dibarin.
Ewrê li ezmanan carnan mîna ?ilîyê tê xwarê, carnan weke berfê, car caran jî mîna zîpikan.
Barîna zîpikan tehlûke ye. Zîpikê mezin dikare zerar û zîyaneke zêde bide derdorê… Dikare zevîyan, bax û baxçeyan xerab bike wan di cemidîne nahêlê behna xwe derxin yanî herd û zevî hisk û haola di bin mirov di bê belkî jîyan sekinîye.

Di politîkayê de jî nêrîn tên çandin. Ew pi?tî demekê zîl didin û ?în dibin. Vêca nêrîn hene berhem didin, nêrîn jî hene ko ser û mejiyên xelkê tevlihev dikin û wan ji welatperwerîyê bi dûr dixin, wan di kin xwulamên dijminan.
Ewrê ko bi nêrînên polîtîk hatibin aviskirin jî wisan in. Ew jî car caran di bin barana xêr û bêrê, carnan jî, wekî xetera zîpikan zîyan û zerarê di din civakê. an jî wekî li bê teyrêkê kü tên xwarê, Zararê di di genimê seridî taham û tamtîrka

Polîtîkaya Îmralîyê bi serê tevgera bakurê Kurdistanê, haynî wek Minaka herdên Zildaî û zîpika anîye.
wexta Apo ji derve bu wî nehist Li bakurê kuerdistan kesek serê xwe hildê. îro jî pistî girtina wî tevgêra Bakurê kurdistan cemidan dîye. mirov ci bikê hêdî hew kes li mirov bahwer dikê.
Ger tevgêra bakurê Kurdistan, berî bi 10 sala ev gotinê îro banîne ziman. Rastî ji gelê xwere bi gotine, belkî cend kes Qurban bi danê lê rews wê ne wek ya îrobiye.
hêdî ne hewceye kü mirov Apo rexne bikê an tistê wî binivîsê, wi bi xwe tistê gotine.
Roja kü A. Ocalan, hat girtinê, hê li li hawa, hîne ew di balafirê de bu wî xwe avêt hembêza dewleta tirk.
ji tirka re got rê bidne mi ezê xizmeta Dewleta we bikim. wî ji Rayedarên tirkan bi taybetî ordîya tirk xwast ko,ewê gelek ji ware bibê arîkar û got gelek fikrê minî bas hene ezê ji were bê tirs vekim gger hü derfeta bidin min.
her weha Fermandarîya tirk ji hevü düre gotin, di vê em ji, wî sûndê werbigirin û herweha ji zaafiyetên wî îstîfade bikin. Bi rastî wilo jî kirin. ew bi îro kirin peyayê xwe. Apo îro büwîye sewirdarê dewleta tirka.

Her ciqasî, Berdevkên A. Ocalan, Parezerên wî û gelek kesên dî bi xwazibin çîrokê bi rengekî din nî?an bidin, bi xwazibin rastiyê ji gelê xwe ve?êrin jî hêdî gel wî xwes nas kirîye.
Ev kesên kü îro li pey wan di cin, ji bê mecalî di cin. Rastî jî eve îro roj, ji wan û pêde kesekî dî, di qadê de nine.
Bi hezaran alîgirên wî jê qetiyane jê dur ketine lê mecala wan nîne. ji ber kü Apo bi zanebun bi dewletêre kar dikê.
car caran Berdevkê apo tistina di bê jin lê Apo biya wan nakê. hedî ew carek dî li gotina xwe posman dibin.
Hêdi ew jî hêj, ne amade ne ko vê encamê bi rasti bipejirînin. Lê, rastî eve. Ev kes büwîye zilamê dewletê û arîkarî ye ordiyê dike. hêdî ew ne zilamê kurdaye.
Apo Hata bi daîk û bavê xwe û her weha tistê kurda, tirk di hesibîne. li gor Apo welatperwerî xaîntîye. Atatürk bas kirîye go wî haraka Sêx Saîdê pîran temirandîye.!
Ao dibêje, ger Atatürk Haraka Sêx Saîd belanekira xwedê giravî ewê bi büwe kelem û bikete pêsîye Kemalizma Ciwan.
Lê li vir, hisê min tistekî nakisîne. gelek kesa dev ji Apo berday û dîsa li derdorê wan di cin û tên. cima ew nêzîkî tevgêrê kurda na bin û wan xwurt tir nakin.

Li vê derê êdî ne hewce ye ko em bi karên vî kesî ve zêde dakevin û careke din nêrînên ko bi navê wî tên belavkirin binirxînin, serê xwe jî û serê xwendevanan jî pê biê?înin. Niha ko yek rabe û dîroka xelkekî, hebûna welatê wî, daxwaza mafê wî yê xweîdarekirinê û doza wî ya ji bo destxistina dewleteke demokrat înkar bike, van xwastinên wisa bi kevneperestî û dijminahî bi nav bike, ma mirov dikare ji wî kesî re çi bibêje? Ev kes dahol û zirneya dewleta tirk lê dide. Karê wî yê herî sereke ew e ko Kemalîzmê û ordiyê bi me kurdan ?êrîn bike.

Mêrik dibêje: “Bila kurd dewlet mewletê nexwazin, bila nebêjin ko em xelkekî xweser in û xwedî welatekî netewînne“.Ji xwe rihê wî ji gotina dewleta Kurdistanê û federasyonê diçe. Dibêje: “mafên mirovayetî kesanî ji me re bes in, zêdeyî serê me ne“. Vê dawiyê jî got ko “em perçeyekî ji neteweya Tirkîyeyê ne.” Çîrok hatiye gîhaye wê radeyê, jê ye ko êdî bi a?kere bibêjin, kurd û Kurdistan çi ye, em hemî tirk û tirkîyeyî ne!

Dewleta tirk ev pênc sal in, bi hemî hîlebazî û fêlbaziya xwe tovên vê polîtîkayê ba? çandin. A. Ocalan, li girava Îmraliyê karên xwe yên birêveberîya rêxistinê, karên xwendin û nivîsandinê ji hemî deveran, ji Libnanê û Suriyeyê hêsantir û xwe?tir dime?îne. Mêrik pirtûkan dinivîsîne, emir û teblîxatnameyan rêdike. Ev ti?t hemî bi agahdarîya ordîyê diqewimin. Wezîrê edaletê Cemîl Çîçek, di ragihandineka xwe de gotibû: “Karê A. Ocalanî, ne karê hikûmetê û wezaretê ye, ti?tên ko bo wî tên kirin hemî bi biryara dewletê diqewimin“. Wezîrê karên derve Abdula Gul jî bi Leyla û hevalên wê re rûni?t. Wî jî got “ev biryareke dewletê ye.“ Ev gotinên her du wezîrên tirk jî rast in.

Leyiztik û plan û fîtukên bi A. Ocalanî re û bi nûnerên wî re tên amadekirin, hemî jî plan û programên ji terefê dewleta tirk ve ba? derskirî ne. Em kurd divê gotina wezîrê tirkan ji xwe re bikin nifi?tik û jê dersê werbigirin.

Pirsa A. Ocalanî û hin berdevkên wî (hin parêzer û siyasetvan), ne pirseke tevgera kurd ya navxweyî ye. Ev pirseke kurdan ya rast e rast bi dewleta tirk re ye. Konsepta Îmraliyê dewleta tirk, yanî pisporên wan, sazîyên wan resmî û nîvresmî yên stratejîk bi rengekî amade dikin. Dewlet li pi?t perdeyê rê û dirban nî?anî A. Ocalanî dide. Ew jî pi?tre van nêrînan bi nameyan û bi pirtûkan li pê?îya me kurdan radixe û em jî bi rojan û mehan mineqe?eya wan dikin! Dewleta tirk ev bela xistiye pêsîra me, em kurdên bakur nikarin rêya xwe sererast bikin. Ma ji bo dewletê ji vê xwe?tir çi heye!

Ev tovê jehrî ko di nav bizava kurd de hatiye çandin, êdî zîlên xwe dide der. Sazîya navneteweyî Amnestî dibêje, “li Tirkîyeyê ?ikence û zilm heye“, Leyla Zanaya ko nikare xwe ji belaya A. Ocalanî rizgar bike, tê li Ewrûpayê dibêje, “li Tirkîyeyê î?kence tune ye“! Serokê Meclîsa Ewrûpayê Borrellê ji Katalanyayê dibêje: “Ezê herim Kurdistanê“, Tirk lê têne xezebê. Ciwanmêr ji gotina xwe danakeve. Lê, Leylaya pepûk wan vedihewîne û di mehzûnvanîya xwe de dibêje: “Em tirk (!) mêvanperwer in“ û nizam çi ne! Leylaya tirk ya mêvanperwer (!), Xweda mirov ?a? û dîn neke.

Kurd ji bo ziman û çanda kurdî têdiko?in, birêveberên “Diyarbakir Belediyesi” (ne Beledîyeya Amedê!) pirtûkên DOZê qedexe dikin. Êdî ne hewce ye ko polîsên tirk bi dû DOZê bikevin. Ma?ala, Kürt-ên apoyî ji perçeya neteweya Tirkîyeyê vî karî ba? ba? bi cîh tînin.
Ez naxwazim dirêj bikim û qala dijminahîya Îmraliyê ya li dijî Dewleta Kurdistana Ba?ûr bikim. An jî DEHAP çawa dixwaze kurdên welatparêzên dilsoz bike dijmînên Amerîkayê, çawa ji bo terorîstên Fellûcayê, Mûsilê û Tel Afarê li çepikan dixin… Ew terorîstên ko serê kurd û a?ûrîyên bêguneh û pê?verûyên ereb û tirkmenan jê dikin!

Di dema pirsa tarîxdana ji bo endametiya Yekîtîya Ewrûpayê de, DEHAP bi deh hezaran plakat (afî?) dan çapkirin û belav kirin. Li ser wan palakatan weha hatibû nivîsîn; “Em Neteweya Ewrûpî ne, Neteweya Tirkîyeyê ne û pi?tre Laz in, Ereb in, Çerkez in, Kurd in!“ Daxwaza Kongra Gel ya sereke jî ev e: “Bila ji bo kurdan mafê hevwelatîya qanûnî bê dan û kurd weke parçeyekî neteweya Tirkîyeyê bikarin azad bijîn“. Dehap jî û Kongreya gel jî doza bîst milyon gelê kurd ko ev doz doza axê û desthilatdariyê ye, dadixin sewîyeya pirsa laz û çerkezan! Û ev nêrîn yên A. Ocalanî ne. Wey hûn û neteweya Tirkîyeyê li hev (ne) pîroz bin!
Van rojên dawîyê jî DEPîyên berê û birêveberê DTHê niha Orhan Dogan didine axaftin. Ew jî van nêrînan dubare dike. Ji xwe ev tevgera nû ko bi destê Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatib Dicleyî ve tê me?andin, bi emir û talîmatên A. Ocalanî dest pê kiriye. Lê, ew dikin nakin nikarin kurdên welatparêz qane bikin.

Ev ti?t hemî zîlên polîtîkaya tefaqa Imrali û “genelkurmaya tirk” e. Ev hemî zîpikên vê tifaqê ne ko bi ser kurdayetiyê tên barandin.

De ka em bi nêrin bê ma kengî wê dema zîpika xelas bê! Meha Nîsanê wê bê gülü sosin nergiz û beybun nefel ü rihan we ji zipikan xelasbin. da Kurdê bakur, Tevgêrê bakur ê xwedî hestê Netewî wê bên cem hev yekîtîya xwe cekin roj berî rojekê dest bi xebata avakirina welatî bikin.
Mirov dikarê tistê kü di qewimin an xelet di mesin rexne bikê. lê divê mirov suna wan tista wan xeletîya dagirê. tnê got xwurt nakê sersotk.

Lê, ev hemî leyiztikên viküvala ne. Gelê kurd êdî hew saman û sermiyanê xwe di destê dilre?an de dihêlê û nehêle.
Divê em bi sebir bin û gelê xwe hisyar bikin tim jêre bi bê jin.
Divê em wan tenê di nav lep û destê vana de nehêlin. em cesaret bidin wan dakü ew kesê kü li hember xeta imralî Serok Leskeriya Tirkî der bikevê divê istgirîya hebê.
Divê mirov ji wanre ne bêjê cima tü tevlî günehê Apo bu wî. em hemü wisane Partîya me serokê me ci ji mere bi bêjin divê em wekî wan bikin. naxwe cihê me dinav wade na mînê. Ev rêz sivîlêt tevgerîyene prensîbê tevgerîyene. .

Torî

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.