Skip to main content

Li ser bûyerên Bashûrê Kurdistanê

...

Li Kurdistana Azad hej Parlemana Kurdistanê kom nebû.... Ev 4 mehin li ser hilbijartinan de derbasbû, hej me qet tishtek ji bo mala xwe nekir...

Ji ber ku Yekîtî û Partî li ser Projeya Yasaya Serokayetîya Herêma Kurdistanê hevnehatine....

Danustinên du qolî berdewam in....

Dr.. Mahmud Osman û mêvanên ku ji bo vekirina Parlemana Kurdistanê hatibûn dewatkirin di nabeyna Serê Resh û Dukan de tên û dicin.....

Îro dîsan herdu Mektebên Sîyasî ên PDK û YNK kom dibin....

Gelê Kurd benda careserkirina girûgirftên navxweyî ye...

Parlementoya Kurdistanê vala ye..... Endamên wê betal in..... Benda biryara partîyên xwe û serokên xwe ne...

Parlamenterên kevn 13 sal diravên gelê Kurdistanê xwarin û karên xwe bi tamamî nekirin.. Kesî jî ji wan re negot: Birayên heja we di nav van 13 salan de cikir?

We daxwazên gelê Kurd cihbicih kir an na?

Îro jî me dîsa bash destbikar nekir.... Ev 4 mehin endamên Parlemana me di mala xwe de runishtine....

Partî û Yekîtî li ser Projeya Serokê Kurdistanê diaxivin.... Li ser dewr û desthilatê Serokê Herêmê ....

Partî û Yekîtî hewil didin li ser hemû hurdekarîyên yasayê qisedikin û wan zelal dikin....

Sibê heke ew herdu Partîyên Kurdistanê li ser vê projeyê rêkbikevin.... Karên Parlemana Kurdistanê destpêdike

Karên wan yê cibe?

Destê xwe bilindke, beje, ERÊ an NA.....!!!!!

Ez Parlemanek bi xwedanê desthilat dixwazim..... Wê dema pirs, pirsa yasayê be... Heke partîyên me bi vî karî ve jî mijul dibûn...

Ji bo ci hilbijartinên Parlemanê....?

Li cîyan jî Mektebên sîyasî biryar li ser hemû tishtan didan û niha jî.......

Kes qet tishtekî ji Partîyên din ên Kurdistanê napirse.... Ew jî ji vê helwesta herdu hizbên serekî nerazî ne....

Dibêjin Partî û Yekîtî qet tishtekî ji me napirsin.....

Yekgirtuyî Îslamî dibêje em hêza seyemîn a Kurdistanê ne ... hevalbendên Partî û Yekîtî ne....di Hukumeta Iraqê de wezîrek nedan me....

Di hilbijartinên pasheroje de ligel van herdu hizban hevpeymantîyê bikin an nekin? „Ev pirsyara me a serekî ye „ dibêje nûnerê Yekgirtûyî Îslamî.....

Îsal dîsan hilbijartin li Iraqê heye....

Sunî jî têda beshdar dibin....

Hevpeymanên Partî û Yekîtîyê jî ture dibin....

Kurdistan dîsa armanca Enfalên Ereba ye..... Ereb tenê yek zimanî dizane .... Ew jî Enfal e....

Li Kurdistanê Enfal her berdewam e...

Li Hewlêra Paytext û Telaferê di nav 4 rojan de nêzîkî 100 Kurd hatin kushtin... Li Kerkûk û Mûsilê her roj cend Kurd tên kushtin... Vê dawîyê de Ereban destpêkirîye Rojnamenivîsên Kurdan dikujin.....

Careserîya me ji bo vê yekê ci ye??
Parlemana me cidike?

Add new comment

The content of this field is kept private and will not be shown publicly.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.