Skip to main content
Submitted by Anonymous (not verified) on 5 March 2012

Mehmed Elî Dînler Sekreterê Berê yê PDKKoça dwawî kir
Sersaxî 1937-2012

Gulek ji Cizîrê, ji kelha Mirê Botan çilmisî,
27.2.2012de Siyasetvan û sekreterê berê yê PDK-Bakur Mehmed Eli Dînler li Nexweşxana Amedê Koça dawî kir.

Mehmed Elî Dînler Piştî Buyera 49 Kurdên Hatin girtin 1959 de, Di Sala 1963de dema Leqê peywendî û lojiîstîkê li Sêryana Sê sinûra/Girgê dest bi karên piştgirî û harîkariya Soreşa Netea Kurd û Kurdistan Lîderê Nemir Mistefa Barzanî di Sala 1961de despêkirî hatîbû danînde, têkiliyên xwe danîn. Pişî damezrandina PDKT 1965 dikeve nav refên Partiyêde. Elî Dînler 1971de tête girtin û zîndanîkirin. Herweha di sala 1980dejî ango Cûnta Iskeride jî girtin. Di Sala 1975de Sekreterê PDKT digre ser milên xwe.

Mehmed Elî Dînler di jiyê xweyê 75 salide ji nava gelê Kurd koça dawîkir.
Wesyeta ku kirî ; Hindek axa pîroz ji ser Guristana Nemir Mistefa Barzanî xwestibu û ew wesyeta wî hate bicih û Hindek Axa pîroziya Sembol û Lîderê Nemir Mistefa Barzanî li ser gura Mehmed Elî Dînler hate reşandin.
M.Elî Dînler Hukukzanbu û siyasetmedarbu. Endamê PDK bu û hijêkerekî Mistefa Barzanî û Rêbaza wî bu. Jiberku PDK liser Rêbaz û siyaseta wî dimeşiya , holêjî dostên Partiyê û dilsozên xebat û tevgera Mistefa Barzanîjî zêdedibun û liser rêya wî dimeşiyan.

Ez sersaxiyan li Malbata Mehemed Elî Dînler, Kes û Karên wî, Herweha PDK dikim.
Ji xwidayê Mezin dixwzim cihêwî Xwidê jê razî beheşta dêrînbe,
Înnalîllahî we înnalîllahî racîun
Îsmaîl Girikî
4.3.2012

Add new comment

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.