Dıvê ku em hinbıbın da ku jı xwe pırsan bıkın.
Ev mıjarên ku Xecê xanım behsa wan dıke gelek muhim ın. Dıvê ku em guhê xwe bıdıne vê hewara wê.
Dı bloga xwe da, du sal beriya nıha, dı nıviseki xwe yê bı navê “Du gotın û çend pırs lı ser Helebçeyê” da mın wusa nıvisibû:
4-Ev 18 salın ku beşeki mezın ya başûra Kurdıstanê û her wusa ev gelek salın ku bajarê Helebçeyê dı bın kontrola hêzên Kurdan da ye. Gelo heta kijan dereceyi bırinên vê tevdakuştına bı çekên kimyayi hatın kewandın û pêçandın? Xelkê ku ne nêzik û ne gırêdayi rêvebırên partiyên Kurdan e (ku pıraniya xelkê dıkebın vê kategoriyê), gelo bı kijan çavi lı rewşa xwe û lı rewşa zenginên derdora YNK û PDK dınêrın? Gelo hın kes û derdor, lı ser êş, kuştın û wêranbûna xelkê Helebçeyê û her wusa lı ser xelkê tevayiya başûra Kurdıstanê, dı sistema bertil û hilekariyê da zengin bûn?
Bınêre: http://huneruraman.blogspot.com/2009/03/du-gotn-u-cend-prsen-l-ser-helebceye.html
Hıngê tevgera Goranê hê derneketıbû. Gelek baş e ku tevgereki weki Goranê derket û bûye aktorê sereke yê muhalefetê. Lewra ku Goran tunebûya wê nerazibûn û muhalefeta xelkê dı bın hegemonya hereketên islami da bımaya.
Dıvê ku em hinbıbın da ku jı xwe pırsan bıkın