Skip to main content

Anonymous (not verified)

Sat, 05/22/2010 - 23:29

Brayê Ezîz Kurdê Rast, Piştê serhildana 1925'a hinek Kurd bûn penaber û berê xwe dan Iraq'ê, Iran û Suriye'yê. Rewşenbîrên Kurda yê ku li wêderê jîyana xwe dişopandin; "Leqa Netewîya Kurd" avakiribûn. Lê belê rêxistin ne xwirt bû. Li Bakûrê Kurdistanê zordarîya Tirka û li dijî Tirka berxwedana Kurda ji bo rewşenbîr û sîyasetmedaran bu sedemê avakirina rêxistinek netewî. Di nav Kurden de alozîyên ku hebun, dibun sedemên nexwesîyek bê hempa. Em dikarin bêjîn kû: eşîrayî, cudîyatîya ol û mezheban dibun wek asteng. Ji bo yekîtiyan Kurda, di destpêka 1926-1927 gelek civîn hatin damezirandin. Di payîza 1927'de; "Sazîya Netewîya Kurd "bi pêk hat. Di vî civînê de bi navê serhildana Bakur, rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd yên dervayî welat beşdarbibun. Bi navê XOYBÛN'e di 5 -10-1927 rêxistin ava bu. Xoybun'ê, di armanca xwe de dabu diyakirin ku li Bakurê Kurdistan'ê azadîyê bi dest bixine. Xoybûn ji van rêxistina bi pêk hatî bu: 1.Kurdîstan Tealî Cemîyetî. 2.Teşkilat-i îçtimaiye. 3.Partîya Netewî kurd. 4.Komela Azadî'ya Kurd. Di kongre ya yekemîn de; Vahan Papazyan(Ermenî,File) jî cîh girti bu. Serokê Xoybun'ê; Celadet û brayê wî Kamran Bedirxan bun. Sekreterê Xoybun'ê jî Selîm Memduh bu. Artîn, Alî Hilmî, Radî Azmî, Rifat, Sudî, Tevfîq, Haco, Ahmed Beg Cibrî, Fehmî Bîlal û e.d jî di XOYBUN'ê de cih ghirtîbun. Min navê Emînê Perîxanê li tu derek bi rastî nedî û nexwend. Ez nizanim. Yê ku dizanin ji kerema xwere binivisînin. Dema te xweş Kurdê Rast.

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.