Skip to main content

Anonymous (not verified)

Sat, 03/20/2010 - 05:09

Bawer dikim dawîya salên 60'ye. Dema destpêka fikrên şoreşgerîyê ye. Fikrên nûh jî di nav xortên Kurdan de roj bi roj aj dide. De di wî demê de jî xwendewanên zanîgehan hemû zarokên axa û bega nin. Çima kû ji bo xwendinê îmkan û derfetên wan jî baş e. Xort li hespan sîwar dibîn û berî didin gundan. Dema diçin gunda jî, berî didin malên xanedanan. Li gundekî ji hespên xwe peya dibin û li ber derê axayekî xwe didin naskirin. Ji wan yek dibêjê; "ez ji filan eşîrê, kurê filan axa ye me." Xwidîyê malê, dibeje; "fermo, keremke derbazê mal be." Dor bi dor, dor tê feqîrek. Ew dibîne ku yê derbazê male bun xwe dan naskirin û hemu jî kurê axa û began xortên eşiran ın. Dor te wî, difikre ne kurê axa ye û bawerîya wî jî ne wek yê dinane ew ji vedigere dibeje; "Keko, ez ji kurê kurê keran, filankes." Lo yê min wek bîranînek bu. Min dî ku Paloyî û Yezdan Hat bi kurdî dinivîsînin. De civaka kurdan bi du heban nexweşe. Aha em bun se heb. Ziman jî bi kurdî. em du heb bun du ji martînên me em derketin serê chîya, hela çiya me deng veda,deng veda ji sê yan bu çar qor bi qor rêz bi rêz em qîrîyan, qîryan me Me got; çîya çîyayê qedirzan ne bêbexte wek cendirman..... ..... De dema we xweş û NEWROZA we Pîroz be!

Plain text

CAPTCHA This question is for testing whether or not you are a human visitor and to prevent automated spam submissions.