Lİ ROBOSKÎ YÊ 35 ZAROKÊN BİSİLMAN! / Ömer Özmen
Serokkomarê tirk Tayip Erdoğan, di hevdîtina xwe ya bi serokdewletê Meksîkayê de,
di derbarê 3 heb xortên bisimlan yên lı Amerîkayê de hatibun kuştın, weha bangê
Obama kir:
" Hey Obama, tu li kû dere yî ?"
U
Weha berdewwam kir:
" Edalet, aramî, bawerî u bextewarî tene mafê mîrovên di hinek welatên pêşdeçuyî de nîne.Divê di nav 7 millyon mîrovên cihanê de dijîn, yeka yek herkes xwedî van maf u derfatan bin. Hetta ku, Ji bona hesabên sîyasî yên qirêj; xwîna zarok,jin u mîrovên bêguneh biherike, wijdana mîrovahîyê aramî nabe u nabîne."
Ev denge Serokkomarê Tirk, lı ser gorên zarokê Roboskî yê, weha dengveda:
-Hey Erdoğan,Tu li kû dere yî ?
Gelo em 35 heb zarokên Roboskîyê ji, di nav vî 7 millyon Mirovên cîhanê de xwedî van maf u derfata bun an na?
Gelo xwîna me ya ku ji bo hesabên sîyasî yên qirêj, bi balafirên F-6 an hat rijandin, hetta li erdê raweste, wijdana te aramîyê dibine an na?
Gelo dema ji bo 3 heb qurbanîyên bisilman bangê Obama diki, ruhê tê sot dibe an na
13 Şubat 2015